Rojnameya Ronahî

Zindîkirina çanda xwendinê civakê pêş dixe

Dilîn EHMED/Ronahî Qamişlo

Di civakê de rola xwendin û nivîsandinê pir girîng e. Lewre pêşketina çanda nivîsê civakê pêş dixe. Bi vê armancê, li Qamişlo bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarê Kurd-Sûriya, bi dirûşma “Pênûsa Azad Nîşana Şaristaniyê Ye” 27`ê Îlonê Konfiransa xwe a siyemîn lidarxistin. Konfirans bi gotinên saziyên ku hazir bibûn destpêkir, piştî wê nameyên ku ji nivîskaran û saziyên cuda ku ji bo pîrozbahiya konfiransê rêkiribûn, hatin xwendin. Di dawiya wê de ji bo pilansazî pêşxistina karê Yekîtiya Nivîskarê Kurd Sûriya û avakirina komîteyeke nû, hibijartin çêbû.

PÊŞXISTINA ÇANDÊ PÊŞXISTINA CIVAKÊ YE
Endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd-Sûriya Fehîm Nûrî di axaftina xwe de daxuyakirin ku, pênûsa nivîskarên civakê, nasnama civakê ye û got; armanca me ye serke ji konfiransê ew e ku çanda xwendin û nivîsandinê pêşbikeve, ji ber bi pêşketina wê civak jî pêşdikeve. Bê gûman konfirans bingehekê ji qûnaxeke nû re datîne, Piştî demeke dirêj di navbera konfiransa duyemîn û sêymîn de, ji bo kar, xebat û çalakiyên ku di vê salê de hatine lidarxistin, were nirxandin.

JI BO PÊŞXISTINA ÇANDA NIVÎSANDINÊ ENDAMÊ YEKÎTIYÊ DIXEBITIN
Fehîm Nûrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: Her wiha ji bo pêşxistina kar û xebatê vê yekîtiyê, dawiya konfiransê de endamên yekîtiyê li hev dicivin û ji bo nirxandin, pilansazî nûkirina komîtê hibijartin tê çêdikin. Ti kes nizane wê kî bibe rêvebir yan endamê yekîtiyê, ev tişt li ser dengê civakê û endamê yekîtiyê dimîne. Li gorî hejmara dengan wê ew kes were hibijartin ku cihê xwe di komîteyê de bigire. Karê me yê sereke guhdan li ziman û çanda kurdî ye, li kêleka wê beşê dîrok û wêjeyê nayê jibîr kirin. Jixwe di civîna endemên yekîtiyê de, ji bo sala nû wê hin tiştên lê werin zêdekirin. Di dawiyê de dixwazim bêjim; “Em bi hêvîne ku ev konfirans bi encam be, da ku bandoreke erênî li ser civakê û bi taybetî li ser nifşên nû bike. Ji ber ku nifşên nû ewin pêşeroja jiyana me ne, pêwîste çanda civaka xwe baş nasbikin û bi xebatên xwe pêşbixînin“.