Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salvegera dagirkirina Efrînê de Meclisa Efrînê daxuyaniyek da

18/03/2026
in NÛÇE
A A
Di salvegera dagirkirina Efrînê de Meclisa Efrînê daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Efrînê ya bajarê Dêrikê ji bo 8’emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla dewleta Tirk û komên çeteyan ve, daxuyaniyek dan.

Meclisa Efrînê ya bajarê Dêrikê ji bo 8’emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla dewleya Tirk û komên çeteyan ve di sala 2018’an de, bi amadebûna hemû endamên Meclisa Efrînê û şêniyên bajarê Efrînê li pêşa navenda xwe ya li bajarê Dêrikê daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser derbasbûna heşt salan di ser dagirkirina herêma Efrîn ji hêla dewleta Tirk û çetên girêdayî wê ve ku bajarê Sûriyê yê mînaka jiyana hevbeş û pirrengiyê bû, veguheriye platformek ji bo binpêkirinên herî hovane yên mafên mirovan û sûcên sîstematîk ên li dijî niştecihên xwecihî. Berxwedana Efrînê ji roja yekem ve bi biryardariya têkbirina dagirkeriyê hate meşandin. Piştî 58 rojên berxwedanê, Tirkiyê polîtîkaya koçberkirina bi darê zorê pejirand. Her çiqas biryardariya gel zêde dibû, lê bi sed hezaran gel ji malên xwe dihatin koçberkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Peyva “koçber” an “ji cih derxistin” di bîra me de birîneke vekirî ye, ger em ne li ser axa xwe bin em bi ku ve herin em koşber in. Dagirkeriya Tirk ne tenê bi dagirkirina leşkerî ve sînordar bûye, lê mixabin hemû cûreyên binpêkirin û sûcên herî hovane li dijî gelên Efrîn pêk aniye, ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û Peymanên Cenevreyê ye, ji vê wêdetir diçe heta hewldanek ji bo jêbirina nasnameya gelê Efrînê. Îro, piştî zêdetirî deh salan ji destpêkirina kirîza Sûriyê û hilweşîna rejîma Esed, Tirkiyê dagirkeriya xwe ya li ser deverên mezin ên Bakurê Sûriyeyê didomîne. Berdewamiya vê dagirkeriyê kirîza Sûriyê kurtir dike û yekparebûna welat tehdîd dike û rewşa kaos û bê îstîqrariyê girantir dike, em vê yekê bi awayekî tund red dikin.”

Daxuyaniyî wiha bidawî bû: “Em daxwaza bidawî anîna vê dagirkeriyê dikin û hêzên Tirkiyê û komên girêdayî wê ji hemû deverên dagirkirî vekişînin. Her wiha em daxwaza vegera niştecihên resen bo malên wan dikin, pêwîst e bi garantiyên navneteweyî ji bo parastina neştecihan ji hemû cûreyên desthilatdariyê. Her wiha kesên ku bandor bûne, hem ji hêla madî û hem jî ji hêla manewî ve destek were dayîn ji bo wan. Em bang li hikumeta sûriyê ya demkî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bigire ser xwe û helwesteke zelal nîşan bide da ku dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe û ji bo vegera ewle ya niştecihên resen bixebite.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.