Navenda Nûçeyan
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera komkujiya Helebce ya 38’emîn daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev komkujî bi tundî şermezar û rûreş kir. Herwiha tekez kir ku Komkujiya Helebceyê lekeya reş a li ser eniya dîrokê ye.
Bi boneya salvegera 38’emîn a komkujiya Helebce, Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir. Herwiha Federasyonê li hember vê hovîtiyê hemû hêz û kesên xwe bêdeng kirin û çavên xwe girtin rûreş kirin.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Gelê Kurd ê bi salan e ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe didomîne, rastî gelek komkujî, koçberî û zextên giran hat. Yek ji wan jî Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an e. Hêzên rejîma Baas a Iraqê li hember xelkê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîşeke herî nemerd û hovane pêk anîn. Di encama vê êrîşê de, di nav wan de zarok, jin û îxtiyar bi hezaran Kurd şehîd û birîndar bûn. Ev êrîş û komkujiya wê tu carî di bîra civakî ya gelê Kurd û mirovên azadîxwaz de neyê jibîrkirin, yek ji lekeya herî reş a li ser eniya dîrokê ye.”
‘Şermeke mezin e ku mirovahiyê çavên xwe ji komkujiyê girtin’
Daxuyanî wiha hat domandin: “Li hember vê hovîtiyê, hêzên qaşo ji bo mafên mirovan têdikoşin, ji tirsa pergala serwer a li ser xwîna mirovan xwe xwedî dike, bêdeng man. Hêzên herêmî yên li ser tunekirin û înkara Kurdan xwedî heman fikrî ne jî. Lê li hember vê trajediya ji bo mirovatiyê şermeke mezin e, çavên xwe girtin. Lê tevî her êrîş û komkujiyan jî, li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîn û hêviya azadiyê ya gelê Kurd nesekinî. Rêber Apo, ji bo gelê Kurd careke din rastî komkujî û qirkirinan neyê têkoşîneke herî bi rûmet pêş xist û pêş dixe. Gelê Kurd îro li her devera lê ye, li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dike û yekîtiya xwe xurt dike.”
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em weke gaziyên şer komkujiya Helebceyê ya dikeve sala 38’an bi tundî şermezar û rûreş dikin. Ji malbatên şehîdên Komkujiya Helebceyê re careke din sersaxiyê dixwazin. Herwiha ji gazî û birîndarên Helebceyê re jî şîfaya lezgîn dixwazin. Bi hevgirtin û yekîtiya îro li Rojavayê Kurdistanê şênber bûye, tekez em ê welatekî azad ê hêvî û xeyalê hemû şehîd û birîndaran e pêk bînin. Wê tevahî êş û janên me li ser xakeke azad bibin haveynê rojên azad û bedew.”






