Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bernameya Newrozê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin

15/03/2026
in NÛÇE
A A
Bernameya Newrozê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Komîteya Amadekar ya Newrozê ya Rojava bi daxuyaniyek ê bernameya pîrozbahiya Newroza 2026`an ya 7 bajarên Cizîrê eşkere kir.

Li Qamişlo komîteya Amadekar ji bo eşkerekirina bernameya pîrozbahiya Newroza 2026`an li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de saziyên sivîl, malbatên şehîdan û endamên çand û hunerê amade bûn. Daxuynî ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Keder Hisên ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Newroz di bira dîrokî ya gelê Kurd de ne tenê cejneke, ew sembola berxwedanê li diji zulmê, baweriya azadî û ji nûvevejînê ye. Agirê Azadiyê ku Kawayê Hesinkar li dijî zalim Dehak şewitand, bi dedan salan berdewamî rihê berxwedanê ya gelê Kurd ronî kir. Iro jî agirê Newrozê ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur tê vêxistin berdewamiya vê berxwedna dîrokî ye. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de, tevî siyaseta înkarê, zordariyê û tunekirinê, kari bûye ziman, çand û nasnameya xwe biparêze. Bi saya vê ruha berxwedanê, Kurdan îro ji têkoşîna ji bo azadi, demokrasî û jiyaneke bi rûmet didomînin. Agirê Newrozê ji sembola vê îrade û biryarê ye. Agirê Newrozê ku li Rojava bilind dibe di heman demê de Agirê daxwaza yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Dîrok nîşan daye ku parastina destkeftiyên Kurdan û mezinbûna azadiyê tenê bi yekîtiya neteweyî pêktê. Her çiqas em xwedî raman û nêzîkatiyên siyasî yên cihî bin jî, îro yekbûn li dora nirxên hevpar û mafên neteweyî yên gelê Kurd berpirsyariyeke mezin e. Ruhê Newrozê ji me re berxwedan, hevkarî û têkoşîna bi hev re fêr dike. Gelê Kurd li ser van axan ne tenê jib o azadiya xwe, lê di heman demê de ji  bo jiyana azad û demokratîk a hemû gelan jî têkoşîn dike. Li çar parçeyên Kurdistanê dive em bi ruhê ku Rêber Apo ji bo parastina hebûna Kurd û misogerkirina azadiyê û bi çareseriya yekîtiya neteweyî ya demokratîk dane destnîşan kirin em yekîtiya neteweyî bilind bikin û li dijî van êrîşan rawestin.”

Daxuyanî wiha bidawî bû:” Em weke Komîteya Amadekar ya Newroza Rojava vê sale Newrozê wek cejna ku rihê berxwedanê ya gekê Kurd, yekîtiya neteweyî ya demokratîk û nirxên civakî mezin dike pîroz dikin. Em bang li hemû gekê me dikin ku qadên Newrozê bikin qadên rûmeta gelê Kurd. Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin û em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya demokratik a Kurdan. Di bin vê dirûşimê de wê ahengên Cejina Newroza 2026’an bê lidarxistin li 7 bajaran wiha ne::

Dêrik: Cih: Qada Şehîda Çiçek

Dem: Seet 11

Girkêlegê Cih: Hilêq

Dem Seet 11

Tirbespiyê Cih: Dirêjîk

Dem Seet 11

Qamişlo Cih Hîmo

Dem: Seet 11

Amûdê: Cih Çaxir Bazar

Dem Seet 11

Dirbêsiyê + Til Temir: Çolbistan

Dem :Seet 11

Hesekê Cih: Sed

Dem :Seet 11”

Piştî daxuyanî qediya herî dawî agirê Newrozê ji hêla malbatên şehîdan ve hat vêxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.