Stêrk Mihemed/Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê şehîd Salih Muslim li hola El Rehmê ya li taxa Hîlaliyê merasîma sersaxiyê li darxist.
Salih Muslim Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê di heman demê de siyasetmedarek Kurd bû ku ji bo doza Kurd gelek xebat û têkoşîn daye meşandin di 11’ê Adara 2026’an de li nexwaşxenaya Hewlêrê di encama nexwaşiyekê de Şehîd ket.
Îro li bajarê Qamişlo li hola El Rehmê ya li taxa Hîlaliyê merasîma sersaxiyê ji bi siyasetmedarê Kurd Salih Muslim ji aliyê Meclîsa Malbata Şehîdan hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyana Şehîdan dest pê kir.

Piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hevseroka (PYD) Perwîn Yûsif avixî û wiha got: “Îro em di rojên hesas û girîng re derbas dibin, hem li ser asta Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û çar parçeyên Kurdistanê. Di qonaxeke ku guhertin û veguhertinên mezin tên çêkirin, di demeke wiha de em heval Salih Muslim oxir dikin. Di şexsê şehîd Salih muslim de em hemû şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Heval Salih Muslim di siyaseta demokratîk de, xwedî kedeke mezin bû. Ji bo rastî û heqîqeta gelê Kurd di cîhanê de bide naskirin ne tenê siyasetmederek bû, lê di asta teorî û îdolojî de xwedî bedeleke giran bû. Dema ku em hewcedarî siyaseta wî bûn, tu carî gav bi paş de nediavêt. Ji salên 80’î ve ku dixwastin hebûna Kurdan ji holê rabikin, di wê demê de jî gelek hewildan mezin di nav siyaseta cîhanê de çêdikir. Kesayeteke Kurdistanî dihat naskirin, kesayetek weke bavê welat îro em oxir dikin em bi xemgîniyeke mezin oxir dikin.”
Piştre jiyan, berxwedanî û têkoşîna Şehîd Salih Muslim hat danasîn.

Di heman demê de li ser navê Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Hevserokê Cibcîkar Hesen Şero axivî û wiha pê de çû: “Di cîhanê de hertim dîroka gelan tê nivîsandin, dîrok jî bi kesayetên weke Salih Muslim tê nivîsandin. Ji ber kesayetên bi vî rengî her kêliyên jiyana wan ji bo gel e. Ji avakirina malbetekê hete kêliyên binçavkirinê, xebatên siyasî û her kêliyek di jiyana bavê welat de dîroka gelê Kurd bû.”

Li ser navê Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM Hevseroka TEV-DEM Remziya Mihemed axivî û wiha got: “Ji salên dirêj a tekoşîna bavê Welat xebateke bê rawestandin û Tirs daye meşandin. Bavê Welat şehîdê aşîtiyê, tekoşîna gel û doza gelê Kurd bû. Eger hûn derbasî mala tevahî gel û pêkhateyan bibin wê behsa jiyan û xebata bavê Welat bike.”

Herwiha bi navê Kongre Star Gulîstan Gulo axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji bo tevahî gelê Kurdistanê, malbeta şehîd Salih Muslim û ji yadê Eyşe Efendî re dixwazin. Bavê welat mohra xwe di dîroka gelê Kurd xist. Salih Muslim ji bi hevalên jin re rêheval bû, ku karîbû ji bo jiyeneke hevpar di nava civakê û siyaseta demokratîk de roleke mezin bilîze.”






