Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi daxuyaniyekê Yekîtiya Ragihandina Azad bîlançoya rojnamevanên ku li Sûriyê bi tevahî di sala 2025’an de hatine armancgirtin eşkere kir, di encama rapora YRA’ê de hat zanîn ku ji ber êrişan 5 rojnamevan hatine kuştin û 15 yên din birîndar bûn.
Îro Yekîtiya Ragihandina Azad(YRA) raporek belav kir û tê de bîlançoya hedefgirtina rojnamevanan li Sûriyê da diyarkirin.
Naveroka raporê wiha bû:
“Piştî hilweşîna rejîma Baas li Sûriyê gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dan. Bi wê yekê re jî, Sûriyê bi hatina sala 2025`an re derbasî qonaxeke veguhêz a xwedî taybetiyên siyasî, fikrî û ewlehî yên di nav hev de, dibe. Vê yekê jî bandorekê rasterast li ser rewşa mafê mirovan û azadiya derbirînê li tevayî Sûriyê kir.
Bi desthilatiya HTŞ re dijatî, sûc û kiryarên li dijî mafê mirovan zêde bûn û bi taybet jî li dijî rojnamevanan ku pêwîst bû li gorî zagon û hiqûqa navneteweyî bihatana parastin.
Bi dirêjahiya 12 mehên derbasbûyî, bi vê raporê re gelek sûc û kiryarên mezin ên li dijî rojnamevan, çalakvanên ragihandinê li cihên cuda yên Sûriyê hatin belgekirin. Sûcên hatine belgekirin jî ji aliyê dewleta Tirk, çeteyên wê, sazî û dezgehên bi ser Hikumeta veguhêz ve hatine kirin. Bi wê re jî diyar dibe ku erk û misyonên li ser milê wan li gorî hiqûq û zagonên têkildar bi cih neanîne.
Rapor YRA ya sala 2025`an jî di çarçoveya kedeke li ser hev a komîteya şopandin û hiqûqê pêkhatiye ku li gorî derfet û îmkanên berdest ên şopandin, belgekirin û lêpirsînê û li gorî pîvanên belgekirina hiqûqî yên navneteweyî ev rapor amade bûye. Di nav de îfadeyên rasterast, lêpirsînên ji jêderan û analîza bûyeran li gorî çarçoveyên qanûnî ku karibe kiryar, binpêkirin û berpirsiyaran destnîşan bike.
Armanca raporê ew e ku raveyek rast û pêbawer li ser realîteya azadiya karê çapemeniyê li Sûriyê ya sala 2025`an were pêşkêşkirin. Herwiha pinpêkirin werin derxistin û aliyên sûcdar destnîşan bibin. Ev yek jî wê piştgiriyek mezin bide pêvajoyên hesabpirsîn û lêpirsînê ku dê bibe jî belgeyek pêbawer ji aliyê mekanîzmên navneteweyî yên têkildarî mafê mirovan, rêxistinên hiqûqî û saziyên dadweriyê yên pispor re. Ev kar jî ji bo bidawîkirina bêcezahiştinê, parastina rojnamevanan û xurtkirina ragihandina azad ku mafekî bingehîn ê nayê sînordarkirin e.”
Sûcên ku 2025`an hatine belgekirin
Li gorî rapora YRA’ê bîlanço wiha ye: “Binpêkirin di asta girtin û binçavkirina keyfî û sînordarkirina azadiya karê çapemeniyê de sînordar nebû, lê belê bi awayekî rasterast û rêxistinkirî bû sedema kuştina 9 rojnamevanan û birîndarkirina 15 yên dîtir.
Di 22’ê Çile de rojnamevanê ajansa Sana ya Sûrî, li Hemayê ji aliyê komek çekdar ê nenas ve hate gulebarakirin û jiyana xwe ji dest da. Ti aliyekî jî berpirsiyarî hilnegirt ser xwe û ti encamên lêpirsînê derneketin.
Di 15’ê Sibatê de rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo), nûçegihanê Ronahî TV, di encama bomberdomana dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê, jiyana xwe ji dest da.
Di 4’ê Gulanê de rojnamevan Mihemed Îsmaîl, li ber mala xwe li gundewarên rojavayî bajarê Humus, ji aliyên nenasan ve tê qetilkirin.
Di 24’ê Gulanê de termê rojnamevan û dîzayîner Mihemed Xîtî ê 36 salî li çolekê nêzî bajarokê Ceyrûd li Qelemûna bakur a gundewarê Şam0ê hat dîtin. Xîtî ji 8 Gulanê ve winda bibû. Heta kêliyê nivîsandina vê raportê jî rayedarên têkildar nasnameya tawanbaran û sedemên sûc eşkere nekirine.
Di 24’ê Hezîranê de piştî sê meh di ser windabûna rojnamevanê wênegir Mihemed Ekrem Elelî û bavê wî re derbas dibin ku ji 6 Sibatê ve winda bibûn, termên herduyan li parêzgeha Humus tên dîtin. Rayedarên desthilatê ti daxuyaniyên zelal li ser bûyerê nedane.
Di 25’ê Tîrmehê de dema ku birêvebirê ragihandina parêzgeha Deraa Hesen Alzu`ibî û rojnamevan Mehmûd Ehmed Alhiso û hevakarekî wan jî berê xwe dabûn dawetnameya Şêxê Durzî Yûsiv Cerbû`i, rastî kemîneke çekdarî tên. Di encamê de herdu rojnamevan tên kuştin û hevkarê wan birîndar dibe. Li gorî deteyan sûcê kuştinê di 16 Tîrmehê de pêkhatiye.
Di 14’ê Tîrmehê de fotogirê Toreya Alsiwîsda 24 rojnamevan Sarî Mecîd Alşofî, dema ku bûyerên li gundê Te`ara yê rojavayê Siwêda dişopandin, ji aliyê hinek komên çekdar ve tê kutşin.
Di 3’yê Tebaxê de piştî mehek ji vegera wî Sûriyê, termê çalakvanê bi navê Kendî Aledayî li mala wî ya taxa Alcûra li bajarê Dêrazorê daleqandî hat dîtin. Heya niha jî rayedaran sedem eşkere nekirine.”






