Rojnameya Ronahî

QSD tewanên rejîma Sûriyê şermezar kir û banga diyalogan kir

Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokatîk tewanên wezareta derve ya rejîma Sûriyê yên li dijî hêzên wan şermezar kir û bang lê kir ku dest ji nêzîkatiyên xwe yên dijminatî berde û dest bi diyalogan bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Careke din wezareta xwe ya derve ya Rejîma Sûriyê bi rêya tewanên ne rast hewl dide raya giştî û rêxistina û Neteweyên Yekbûyî bixapîne.

Em teqez dikin ku ew tewan dê li pêşiya  erkên me yên têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna sozên ku me dane pêkhateyên gelê Sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dane nebin asteng.

Ji raya giştî re ne veşartiye ku beriya avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya serhildana aştiyane ya sala 2012‘an hêzên rejîmê û saziyên wê yên ewlehiyê derxistin. Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk banga şêniyan a rizgarkirina wan ji terora DAIŞ‘ê anî cih hêzên rejîma Sûriyê tu alaqe neda vê yekê, hêzên wê bi sedan kilometer ji herêmê dûr bû û bi parastina navendên desthildariya xwe li paytextê mijul bibû û şênî li pêşberî terora herî bi hêz a di cîhanê de rû bi rû hişt. Hêzên Sûriyeya Demokratîk di erka niştimanî ya Sûriyê de ji şervan û fermandarên xwe 11 hezar şehîd û 24 birîndar dane. Rejîma Sûriyê erka xwe ya parastina welatiyên herêmê ji terorê pêk neanî ji ber wê ne mafê wê bi navê şêniyan bi axive.

Di vê der barê de em diyar dikin ku piraniya binsaziya herêmê, înşaetên giştî, saziyên hikûmetî, pir, kargeh û navendên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li parêzgehên Reqa û Dêrazorê ji ber êrîşên bêserûbin ên balafirên  rejîma Sûriyê hatin rûxandin.

Heta roja me  ya îro rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê herêmên di bin serweriya rejîmê de bi kar tîne û ji wir dest bi çalakiyên xwe yên terorîst ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina sivîlan dike. Piraniya terorîstên girtî li xwe mukur hatin ku ew ji herêmên di bin serweriya rejîmê û Mertalên Firatê de hatine.

Li kêleka vê yekê ji rejîm hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Bakur û  Rojhilatê Sûriyê derxîne û kiryarên xirabiyê pêk bîne.

Li şûna ku wezareta derve ya rejîmê giliyan pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike. Em careke din bang lê dikin ku dest ji nêzîkatiyên xwe yên dijberî hêzên me û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdin. Em banga xwe ya ji bo rejîmê dûbare dikin ku bi hêzên ku nûnertiya Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin diyalogan bikin, li çareseriyê bigere da ku dawî li azarên sûriyan were û aştî û ewlehî ji bo hemû gelên Sûriyê re pêk were. Li ser vê esasî jî rêveberiyên xweser û bi taybetî Hêzên Sûriyeya Demokratîk binase.”