Rojnameya Ronahî

Koalîsyona Navneteweyî: Gavên baş yê ewlehiyê hatine avêtin

Li gorî AFP`ê, Koalîsyona Navdewletî ku Washington bi rê ve dibe, ragihand ku têkildarî mekanîzmaya ewlekariya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi sînorê bi Tirkiyê ve, gavên baş hatine avêtin.

Di meha derbasbûyî de DYA û Tirkiyê der barê parastina sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de li ser mekanîzmaya ewlehiyê li hev kiribû, li ser vî esasî li herêmên li sser sînor di 8’ê Îlonê de dewriyeya yekemîn dest bi gera xwe kir. Enqereyê cidiyeta Washingtonê ji avakirina vê herêmê re rexne kir.

Roja Yekşemê şandeyeke Koalîsyona Navdewletî serdana Meclisa Leşkarî ya Girê Spî  kir. Tê zanîn ku ji meha derbasbûyî ve hêzên li Girê Spî dest bi vekişandina ji sînor kir.

Koalîsyonê bi nameyekê ku li rojnemevanan hate belavkirin, diyar kir ku têkildarî mekanîzmaya ewlekariya parastina sînorê  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wan di qonaxa yekemîn de gavên girîng avêtine. Her wiha got hêzên Koalîsyonê û QSD`ê der barê kifşkirina nuqteyan û îzolekirina wan, gelek dewriye meşandien da ku fikara Tirkiyê were rakirin.

Di heman demê de, koalîsyonê anî ziman ku hêzên Amerîka û Tirkiyê 4 operasyonên hewayî pêk anîne.

Di daxuyaniya koalîsyonê de ev tişt jî hate gotin: “Em ê dan û standinên xwe û koordîneya bi Tirkiyê re der barê detayên nû li ser mekanîzmaya ewlehiyê de dewam bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin ku ew ê hin noqteyên ku Tirkiyê dixe fikaran, rakin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi domdarî gefan li herêmê dixwe, nîşana vê jî di gefa dawîn de got tevî mekanîzmaya ewlekariya bi Amerîkayê re ew ê êrîş bikin.