Rojnameya Ronahî

Mîrate û mîratzadeyên CHP

Medenî FERHO

Her fikrê nû, di dîwarê statuqoparêziyê de deverekê vedike. Paradîgmeya  Ocalan jî di dîwarê keliha faşîzma  dewşirme de, deverek vekiriye. Serdema me jî, di nava hawarek SOS de ye; li  Tirkiye, Suriye, Iraq û Iranê ku li ser cografya Kurdistanê pelax bûne, faşîzm û dîktatorî hukumran e…

Li van dewletan kakilê atomê ne teqiya  ye, lê qanunên fizîkî û civakî serûbinî hev bûne, ji bo Kurdan “dareke jiyanê” hatiye nexşekirin.

Sed sal in, Komara Tirkiyê ji şerê neteweyî rizgar nebûye, her dem xwestiye dara jiyana gelan tune bike. Dîroka bi qewêtiyan hatiye nivîsandin, bi empozekirinê  di beden û mêjiyê gelan de neqişkirine.

Ev nexşeya Îttîhat û Terakî ye, piştî komarê, bi CHPê dewam kir,  sîstema îro jî, berhemê CHP ye. Îttîhat û Terakî, riyên resîfkirî yên  komkujiyan vekirin,  CHPê jî  di wê riyê de meşiya, partiyên pey re hatin, AKP/MHP jî,  di wê riyê de dimeşîn.

Doh bû, piştî teqîna di riya Amedê, serokê CHPê Kew Kemal, Kurd bi terorê tewanbar kirin. CHP, car din, di kesayeta Kew Kemalê dewşirme de, rûdêna xwe  ya qirêj eşkere kir. Lê Kurd, ne Kurdên berê ne, di Înonu de, di Ecewît de, di Kiliçdaroglu de, rastiya CHPê baş nas dikin: Balkêş e Înonu, Ecewît û Kiliçdaroglu dewşirmeyên Kurd in… Wm jî, wan di mucîzeya Kurd ya sedsalê de mahkum dikin.

Mustafa Kemal, di vegotina “NUTUK” de,  di nameya ji Lenîn re şandiye û  belgeyên din de gelek tişt eşkere kirine.  Di nameya ku bi gotina “Hun, Birêz Serokê Min” dest pê dike û ji Lenîn re şandiye, dibêje: Ez vekirî diaxivim,  di kongreya Erzirom û  piştre di Kongreya Sêwasê de, delegeyên hatin cem hev, mafê gelan yê destnîşankirina qedera  xwe erê kirin.” Lê siyaseta  înkar û tunekirinê terknekirin.

CHPe jî, xwe, wek partiya yekemîn û xwediyê dewletê bi nav dike. Ev ne rast e; piştî kongreyên ku bi saya Kurdan û pêşengiya Kurdan hatin pêkanîn, bi desteka Kurdan “heft duwêl” hatin têkbirin, parlamentoya yekemîn hate avakirin, CHP ,  di 9ê Îlona 1923an de hate avakirin.  Beriya CHPê, bi 3 salan, Partiya Komunîst ya Tirk, di 10ê Îlona 1920an de hate avakirin.

Paşayên Osmanî, Mustafa Kemal jî di nav de,  bi hişmendiya Îttîhad Terakî haraket dikirin,  Kurdan, ne bi paşayan, bawerî bi encama Kongreya Erzirom û Sêwasê anîn.

Partiya Komunîst, li Rusya  “Tabura Bolşewîk”an ava kir û şande Anatolya. Serokê PK Mustafa Suphî jî, endamê Ittihat û Terakkî bû, piştre veqetiya., dîse jî, ew û hevalên wî, ji xezeba Îttîhadiyan rizgar nebûn, di Derya Reş de hatin fetisandin.

Mixabin ne bîranînên Hacî Musa Beg, serpêhatiyên Hecî Bedrî Axa jî ne hatine nivîsandin.Ihsan Nurî Paşa jî serpêhatiyên xwe ne nivîsîn; Biqasî 100 subay û paşayên Kurd, li Silêmaniyê jiya  ne, ji bilî M. Emîn Zekî Beg, kesî  gotinek li pey xwe ne hiştiye.

Nivîs, di herka çemê dîrokê de kêştî û bapor in, pusula destnîşan kirina paşerojan e, her nivîs, pelek ji dara jiyanê ye.

Mustafa Keml, dibêje:  “Di 23 Nisanê de, di Paralamena Mezin ya Enqerê de,  nunerên gelan li hev kom bûn, îradeya gelan û qedera wan ya serbixe û serdest destnîşan kirin” Lê, dema lingê  faşîzma dewşirme, refik girt, xencera her du aliyên wê tuj, şanî Kurdan dan. Kurdan, ev xayintî qebûl nekir, dest bi berxwedanê kirin.

Partiya CHPê, heta ‘50î hukumran bû, di riya resîfkirî ya Îttîhat û Terakî  de, Kurd qirkirin.  Mustafa Kemal di heman nameyê de dibêje;”Nunerên gelan, erka dadgeriya, bi riya Dadgehên Îstîklalê  bi cih tine”, Dadgehên Îstîklalê, sêdara Kurdan û gelên din e, bûne  bingeha dadmendiya Tirk, weke DGMê  û hemû dadgehên taybet…

Hemû komkujiyên li dijî gelan, bi nave dewletê hatine kirin; Tevahiya partiyên Tirkiyê, bi heman zihniyetê haraket dikin û yek desthilatdariyê kiryarên desthilatdariyên beriya xwe nekirina bin lêpirsîne. Komkujî,  di nava klîmatên  demê de, bi qedexe û madelekirinê nixumandin, dixwazin bidin jibîrkirin.

Ev jî mîrateya CHPê, doh metafîzîk bû, îro  teolojîk e!… Mîrate û mîratezade, ji aql-î dewşîrme, înkar û tunekirin  rizgar nebûne. Divê Kurd, têkoşîna girseyî, kultur û dîplomasî biqasî şervaniya xwe  xurt bikin.