Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdan bi berxwedaniya xwe destanên lehengiyê nivîsandin (3)

28/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kurdan bi berxwedaniya xwe destanên lehengiyê nivîsandin (3)
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê keleha berxwedanê û cihê fedayiyan e. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedaniya xwe dengê gelê Kurd kirin yek û mohra qehremaniya Kurdan li dîrokê dan.

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedaniya xwe ji destpêka Şoreşa Rojava ve destanên lehengiyê nivîsandine. Di dîroka gelê Kurd de hertim berxwedanî para serkeftinê ye. Dewletên mezin li ser serê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn yek, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedaniya xwe dengê gelê Kurd kirin yek. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkneçûn, lê belê berxwedaniya gel û têkoşîna şervanan biserket.

Peymana 1’ê Nîsanê

Di 1`ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li Helebê peymanek derbarê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn. Di nava xalên lihevkirinê de hat gotin ku ji bo pêkanîna peymanê pêwîste komîte werin avakirin.

Di êrîşa destpêkê de berxwedaniya gel bi serket

Di 6’ê Cotmehê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê li hemberî dorpêçê bi sedan berê xwe dan bendên axê yên ku ji milê hikumeta demkî ya Sûriyê ve hatibûn danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xistin. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êrîş kirin, ji ber van êrîşan gelek kes birîndar bûn. Lê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gavekê bi paş de venegeriyan, lê belê bi sekin û berxwedaniya xwe hiştin ku çeteyên girêdayî hikumeta demkî bi paş de vegerin. Li wê derê û di wê demê de berxwedana gel li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember dagirkeran bi serket. Herwiha di wê demê de peymana 1’ê Nîsanê ya ku di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibû imzekirin hate binpêkirin.

Careke din hewildan vîna gel bişkînin

Di 22’ê Kanûnê de ji aliyê hikumeta demkî ve êrîşeke giran bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat. Bi çekên giran êrîşî herdû taxan kirin. Herwiha bi awayekî bê serûber û bi rengekî hovane êrîşî gel dikirin. Di encama van êrîşên hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî (57) salî ya ji pêkhateya Ereb şehîd bû û 19 sivîl û du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Lê dîsa jî û li gorî êrîşên giran gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest ji taxên xwe bernedan û li pişta Hêza Ewlekariya Hundirîn li berxwedan. Herwiha bi israra gel û têkoşîna şervanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din li hember êrişên komên çete û dagirkeran û hikumeta demkî bi serketin, careke din hikumeta demkî lihevkirina ku di 1’ê Nîsanê de hatiye kirin binpêkir û êrişên xwe yên hov domandin.

Êrîş piştî civîna li Firansayê pêkhat

Di 4’ê Çileya 2026’an de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo derbasî Şamê bûn. Piştî bi dawîkirina hevdîtinê raghandina QSD’ê diyar kir ku ji bona pêkanîna peymana 10’ê Adarê wê nîqaş û hevdîtin berdewambikin. Lê di dema ku civîn di navbera Hêzên Sûriya demokratîk û hikumeta demkî de çêdibû di nivî de hate seknanadin û hikumeta demkî gotin ku wê di 8’ê Çileyê de civînê berdeman bikin û nîqaşên ku hatine kirin wê werin ragihandin û îmzekirin. Lê piştî wê di navbera 5-6’ê Çile de li Fransa di navbera Emrîka, Îsraîl, Sûriyê û Fransa de hevdîtimek hate kirin û piştî wê êrîşên li ser Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate destpêkirin, di wê demê de hate xuyakirin ku wan çira kesk bidestxistiye ji ber vê yekê êrîş kirin.

Di 6’ê Çile de êrîşa hovane destpêkir

Piştî wê di 6’ê Çile de êrîşeke hovane li ser herdû taxên şêxmeqsûr û eşrefiyê pêkhat. Bi hemû rengên çekan li ser gelên ku li herdû taxan diman komkujî pêkanîn, lê berxwedaniya gel ji van êrişan mezintirbû. Êrîşên ku li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkhatin gelek giranbûn, lê berxwedana ku hatî jiyankirin cîhan tev matmayî hişt. Êrîş ji 6’ê Çile heya 10’ê çileya 24 seatan bê navber berdewam kir, lê li beramberî wê têkoşîna Hêza Ewlekariya Hundirîn û baweriya wan bi ramanê Rêber Apo û parastina gel bû bersivek mezin ji dijmin û tevahî cîhanê re.

Di êrîşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re du dewletên mezin hebûn herwiha alîgirên wan dewletan jî hebû. Dewleta Tirk ku yek ji hêzên NATO yê ye êrîşê ser du taxên biçûk kirin, ku di wê demê de berxwedana 300 têkoşer li hember 42 hezar çete û piştevaniya hin dewletên din. Lê hejmara çeteyan ji bo şervanên me ne derd bû û bi tirs bû, lê belê ew ji şervan û têkoşerên me ditirsiyan. Herwiha di wê demê de Hêza Ewlekariya Hundirîn biryara berxwedanê girtin û diyarkirin ku teslimiyetê qebûlnakin û wan biryara mirinê daye. Di Helebê de şervanên Hêza Ewlekariya Hundirîn bi pêşengtiya Fermandar Ziyad Heleb biryara serkeftinê dan, fermandar Ziyad bi sekna xwe ya têkoşînê muhra xwe li dîroka gelê Kurd da.

Çalakiyê Fedayî

5 qehremanên Kurdistanê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê teslimiyet qebûlnekirin û heya kêliya dawî li hember dijmin ji bo parastina gelê xwe di nava şer û berxwedanê de bûn. Ew 5 hevalên fedayî ên bi navê Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn, navê xwe di rûpelên dîroka qeremaniyê de bi xwînê xêzkirin.

Herwiha di encama wan êrîşan de gelek birîndar û şehîdên sivîl û Hêza Ewlekariya Hundirîn hene ku heyanî vê kêliyê hejmara wan nayê zanîn, di heman demê de gelek kes di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hatine revandin û hin kes jî winda ne.

Piştre ji ber êrişên zêde û rewşa awarte ya ku sivîl tê re derbas dibûn û bi zêdebûna birîndaran, di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de piryara agirbestê hate ragihandin û birîndarên ku di nexweşxaneya Xalid Fecir ya dikeve li taxa şêxmeqsûd derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û peyre jî hejmarek sivîlên ku derbasî nexweşxaneyê  bûn ew jî bi rengekî bi ewle derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.