Viyan Egîd/Qamişlo
Ciwanên bajarê Qamişlo diyar kirin ku gerek ew li ser bingeha seferberiyê tevbigerin, çi ji milê agahiyan, parastin û xwarinê de herkes dikare tiştekî ji herêma xwe re bike û gotin: “Çi jin û mêr be, werin em bi hev re parastina bajarê xwe bikin, xew wê ji bo me mirin be. lewma em hemî bibin yek dest û bi erka xwe ya şoreşgerî rabin.”
ruxmî serma û berfê jî gelê Rojava erka xwe ya parastina bajar û herêmên xwe bi cih tînin û li gorî biryara seferberiyê tevdiger in. Piştî êrişên çeteyên hikumeta demkî HTŞ`ê û dagirkeriya Tirk yên ji 6`ê Çileyê ve, gelê gund û bajarên herêmê ji bo parastina taxan û malên xwe ketine nava tevgerê, her wiha gel bi baweriyekê gelek mezin dibêjin ku serkeftin wê para Rojava be. di vê çarçoveyê de ciwanên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Gelên me di nava 24 satan de parastin dike’

Ziyad Denîz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku heya yek ji ciwanekî Kurd hebe wê çeteyên hov derbasî Rojava nebin û wiha got: “Ji bo ku em jî wek Hêzên Parastina Civakê parastina Kantona Cizîrê bikin û herêma me bi ewle be, em di nava 24 satan de parastina û nobetê digirin. Xelkê Rojava niha dinava hişiyariyekî mezin de ye, her kes dinava tevgerê de ye, rastî mirov moral û hêz digre dema em dibînin ku çawa bav, kal û dayikên me ji bo parastin û ewlehiya axa xwe çek rakirine. Hatin û ketina çeteyan di Rojava de wê nebe, ji ber ku xelkê Rojava xwedî bawerî û îdeolojiyekî ne, di heman demê de civakekî bi rêxistin kiriye. Di kantona Cizîrê de jin û mêr mil bi mil parastina taxan û bajaran dikin, ji bo ku herêma me bi ewle be. Di her Komînek de komîteyên parastinê hene, di wan komîteyan de tîm hatine avakirin. Ji bo ku bişev û roj nobetê bigerin, dema ku li taxê kesek xerîb dîtin bala wan bikşîne, yan dizî û tevlîhevî di wan taxan de çênebe. Her wiha heya niha jî ev komên parastinê gelek kes girtine, ji ber ku hewldanên wan hebûn êrişan pêk bînin, lê ev êrişên wan jî têk diçin.”
‘Xew mirin e’
Ziyad Denîz di dawiya axaftina xwe wiha anî ziman: “Ji her alî de em û tevahî gelê Kurd hişyar in ku parastina herêma xwe bike. Gerek her kes bibe endamek Hêzên Parastina Civakê. Ji 7 salî heya 70 salî. Ji ber ku îro roja parastina herêmê ye û gerek em li ser bingeha seferberiyê tevbigerin, çi ji milê agahiyan, parastin û xwarinê de herkes dikare tiştekî ji herêma xwe re bike. Em dibêjin çi jin û mêr, werin em bi hev re mil bi mil parastina bajarê xwe bikin. ji ber ku îro roj ne rojên xew û xemsariyê ye, xew wê ji bo me mirin be. lewma em hemî bibin yek dest û bi erka xwe ya şoreşgerî rabin. Em di vê baeriyê de ku wê serkeftin para me be, ji ber em teslîmkirim û serîtewandin tu carî qebûl nakin.”
‘Em ê Şerê Gelê Şoreşgerî bidin meşandin’

Di heman çaçoveyê de Bîlal Mihemed teqez kir ku ev axa gelê Kurd e û erk li ser milê her ciwanekî ye ku axa xwe biparêzin û wiha domand: “Bi jin, mêr û zarokan jî em parastinê dikin, tu carî me serî netewandiyê û wê netewînin jî, di vê rewşa aloz de. Di van demjimêrên dereng de em li kolanan dimînin, ji ber ku ev axa me ye û erk li ser milê me ye ku em wê biparêzin. Wek her pêvajoyê em ê Şerê Gelê Şoreşgerî bidin meşandin. Ji bo çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê me komkujiyan pêk neyine, em ê heta dawî li ber xwe bidin û bajarê xwe radestî çeteyan nekin. Em li vir in û taxên xwe diparêzin. Ev erka her kesê ye, bila her kes xwe bi çek bike û dakeve taxan ji xewa xwe şiyar bibe. Ger îro em xwe neparêzin wê kes neyê me neparêze, îro roja hebûn û tunebûnê ye. Bijî Kurd û Kurdistana ku ji bo wê îro em ewqas xwîn didin.”






