Ayşa Silêman/ Dêrik
Jinên bajarê Dêrikê diyar kirin ku ew ê hedem parastina bajarên xwe bikin heta ku azadî û aramî pêk were û wiha got: “ Parastina bajarên me parastina rûmeta me ye.”
Piştî êrişîn çeteyên hikumeta demikî li ser Rojavayê Kurdistanê û ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê, gelê Kurd bi heft salî heta heftê salî tevlî seferberiyê bûne û tax û bajarên xwe diparêzin. Di heman demê de gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê rabûye ser piyan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dike.
Di derbarê berxwedana Rojava û tevlîbûna nava seferberiyê de, jinên bajarê Dêrikê ji Rojnameya Ronahî re axivîn.
‘Yan hebûn yan neman’

Jina bi navê Zerga Mistefa berxwedaniya pîroz a şervanên di çeperên rûmetê de silav kir û wiha got: “Em jinên Kurd careke din ji cîhanê re sekin û cesareta xwe isbat dikin, tucarî em teslîmkariyê qebûl nakin. Em ê ji cîhanê re bidin xuyanîkirin ku em hene û tu kes nikare gavekê jî ber bi axa me ve pavêje, ji ber ku ev ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Gelê Kurd tu carî kuştin, talankirin û revandin nekiriye, berûvajî wê hertim biderdora xwe re dibe alîkar da ku aştî û aramî belav bibe. Lê gelek kesên bê esil û bê exlaq ixanet li şervanên me kirin û ew ked û berxwedaniya gelê me ji bo mirovahiyê wan dikir çavên xwe jê girtin. Ji niha û şûnde baweriya me nema bi wan xayînan tê, wê tenê gelê Kurd ji bo hebûna xwe şer bikin. Lewma em jî her roj ji bo destekdayîna şervanên xwe derdikevin kolan û taxên bajarê xwe diparêzin. Rawestandin ji bo me tuneye yan hebûn yan tunebûn, bila herkes bizanibe heger Kurdek tenê jî li ser rûyê erdê bimînê wê careke din têkoşîna gelê Kurd berdewam bike. Em xwedî bingeh û felsefe ne û zarokên me jî li ser wê felsefeyê mezin bûne, lewma heya îro em ji hemû cîhanê re nimûne ne.”
Wê serkeftin para gelê Kurd be

Jina bi navê Daliya Şiblî jî anî ziman ku serkeftin wê hertim a gelê Kurd be û wiha got: “Ez ji malbatekî me ku 7 şehîdên wê hene, em ji wan şehîdan re dibêjin soza ku me ji bo we dayî heya dawiyê em ê pêk bînin. Şopa ku ji bo vê axê dest pê kirî em ê berdewam bikin, hertim em ê li pişta şervanên xwe bin û rawestandin wê nebe, heya ku doza gelê Kurd bi ser keve. Em bi moralekî geş her şev derdikevin nobeta bajarê xwe dikin da ku şervanên me bizanin ji piçûk heyanî mezinan li pişta wan e. 50 salan rêjîma Baas xwest hemû sîstemên qirêj li ser gelê Kurd pêk bîne da ku qir bibin lê nikarîn vîna me bişkînin. Niha jî çete dixwazin bi hovîtî û di bin navê islamê de hebûna gelê Kurd ji holê rakin, lê bila baş bizanin gelê ku ev 15 salan têkoşîn kirîn wê tucarî serî netewînin. Em ji bo tevahî gelên Kurd ên ku li seranserî cîhanê derdikevin kolanan, dibêjin moral û sekan we hêza me xurtir dike. Bi hêvîne hûn bi vê seknê berdewam bikin heya ku serkeftin misoger bibe.”






