Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kobanê: Keleha berxwedan, azadî û sembola têkçûna dagirkeran

25/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kobanê: Keleha berxwedan, azadî û sembola têkçûna dagirkeran
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Roja 26’ê Çileya 2015”an salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014”an de rastî êrîşeke tund a DAIŞ’ê hatibû û beşek mezin ji wê herêmê hatibû dagirkirin.

Di sala 2014’an de, piştî ku DAIŞ’ê bajarê Mûsilê yê Iraqê kontrol kir, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobaniyê, bi wê baweriyê ku ew ê karibin bi hêsanî wê wekî Mûsilê bigirin, lê Kobanê zû ji bo wan veguherî dojeh û goristanek. Di Îlona 2014”an de çekdarên DAIŞ’ê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobanê kirin. Di destpêka êrîşan de DAIŞ’ê dora 350 gundên Kobanê kontrol kir. Di encamê de nêzîkî 400 hezar kes derbeder bûn û berê xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê. Di 26’ê Çilêya 2015”an de, piştî şerekî dijwar ku nêzîkî çar mehan dom kir, rizgarkirina bajarê Kobanê ku li Bakurê Sûriyê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ye, hate ragihandin. Ev operasyon yek ji têkçûnên herî berbiçav ên ku ji dema derketina DAIŞ’ê li herêmê ve çêbûye pêk tîne.

Piştberdeya bûyeran

Di Îlona 2014”an de DAIŞ’ê bi çekên giran û tangên ku berê li Iraqê girtibûn, êrîşeke mezin li ser bajarê Kobanê da destpêkirin. Ji ber cihê stratejîk ê Kobaniyê, DAIŞ’ê xwest ku wê kontrol bike da ku deverên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê bi hev ve girêbide û ev yek kir armanceke sereke. Di bersivê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi çavkaniyên sînorkirî li hember êrîşê li ber xwe dan, li gel dorpêçeke dijwar û koçberiya bi deh hezaran sivîl a ber bi deverên cîran, bi taybetî ber bi axa Tirkiyeyê ve. Belê di 26’ê Çileya 2015”an, saet 3 kêm 10 xulekan de şervanekî Kurd mizgîniya rizgarkirina Kobanê bi deng û dîmen da.

Ev weke kêliyeke dîrokî ya rojavayê Kurdistanê û mirovahiyê tê naskirin. Piştî 134 rojan ji berxwedaneke efsaneweyî û bê hempa şervanên Kurd bi serkêşiya YPG û YPJ’ê bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 11 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiya xwe dihatin naskirin, ti artêşên welatan li hemberî wê xwe ranedigirtin. Bajarê Mûsilê li Iraqê mînakeke pêbawer e ku artêşa Iraqê çawa li hemberê DAIŞ’ê şikest û bajar ji dest da. DAIŞ’ê bi desteka Tirkiyê dixwest heman senaryoyê li Kobanê jî pêk bîne. Lê ew li Kobanê rastî şervanên Kurd ên xwedî vîn û bîrdoziyê hatin. Şervanên Kurd bi pêşengtiya YPG’ê û YPJ’ê bi rengekî efsanewî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, li ber xwe dan û navûdengiya DAIŞ’ê li herêmê şikandin.

Bandora Mirovî

Şer wêraniyeke mezin li pey xwe hişt; tê texmînkirin ku ji %70 zêdetir zirar gihîştiye bajêr. Piştî rizgarkirinê,  şervanan dest bi paqijkirina mayînên neteqiyayî kirin. Ji bo vegera niştecihan, xebatên avakirina bajêr di nav pirsgirêkên girîng ên mirovî û aborî de hatin meşandin.

Êrîşên Berdewam ên Tirkiyeyê

Tevî vegera jiyana civakî ya li Kobanê jî dewleta Tirk  êrîşên xwe yên li ser bajêr nerawestandiye. Ew berdewam dike bi plankirin û pêkanîna êrîşên dubarekirî, bi hedefgirtina binesazî, av, elektrîk û dabînkirina xwarinê, da ku Rojavayê Kurdistanê bixe bin destê xwe û îradeya wê bişkîne. Lê Rojavayê Kurdistanê, bi rihê berxwedana Kobaniyê, hîn jî li ser piyan e, xwe dispêre ax, hebûn û destkeftiyên xwe yên ku bi xwîna zêdetirî 12.000 şehîdan hatine bidestxistin.

Kobanê neket, belê ew bû sembola berxwedanê ya li dijî êrîşkariyê

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan bi riya parêzerên xwe peyam şand û ev şer bi şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn bi nav kir. Kobanê nimûneya hevgirtina di navbera gel û şervanên wê de bû. Şêniyên Kobanê jî li kêleka şervanên xwe di çeperên rûmetê de cih girtin û bajarê xwe parastin, di şert û mercên herî zehmet ên vî şerî de şêniyên Kobanê ji pişt şervanan neçûn û bi her awayî destek dan wan. Di vî şerê 134 rojan de rola şervanên Jin YPJ’ê qet nayê jibîrkirin. Arîn Mîrkan li çiyayê Meştenûrê ji bo rê li ber pêşveçûna çeteyan bigire di nava koma çeteyan de bombeyên xwe bi xwe ve teqand. Arîn Mîrkan û hevalên wê roleke pêşeng di rizgarkirina Kobanê de lîstin.

Li Kobanê ne tenê DAIŞ têk çû, planên Tirkiyê jî li tevahiya herêmê pûç bûn. Her wiha ev bû destpêka rizgarkirina bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de rizgarkirina Kobanê ne tenê serkeftinek leşkerî bû, kêliyek girîng di şerê li dijî DAIŞ’ê de bû û peyamek zelal bû ku DAIŞ tevî hovîtiya xwe jî hate têkbirin. Heta îro jî Kobanê weke berxwedana bajarekî biçûk, li hember yek ji rêxistinên terorîst ên herî xeternak ên serdema nûjen radiweste.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.