Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Qelenê Rojava ne erzan e’

25/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Qelenê Rojava ne erzan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Şêneyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku her dem dirûşmeya wan ‘Heta serkeftinê berxwedan’ e û gotin: “Qelenê Rojava ne erzan e, îro siyaseta li ser Kurdan tê kirin siyaseta qirkirinê ye. Ji bo wê divê gelê Kurd bi yek dil û yek ruh li qadan bin. Bi her rengî helwesta xwe nîşan bidin. ”

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên HTŞ’ê qaşo li hev kirin ku di hîn deveran de lihevkirin pêk bê, çeteyên HTŞ’ê hemû hevpeyman binpê kirin û dest bi êrişeke dagirkeriyê ya berfireh a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Çeteyên ku di gelek eniyan de û bi riya şaneyên xwe yên razayî êrişên dijwar pêk anîn, rastî bersivên tund ên şervanên QSD’ê hatin. Her wiha gel jî li kêleka şervanên xwe parastina bajar, gund û taxên xwe dikin. Di vê çarçoveyê de şêneyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Em dibêjin ku wê hebûn û tunebûna me jî li ser vê axê be‘

Bişre Yusif diyar kir ku ew ê heya dawî parastina xaka xwe bikin: “Li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişeke pir mezin heye ku ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ve pêk tên. Komên çete ji bilî şerê çekdarî, şereke mezin li ser medyayên civakî û di heman demê de yê dronî jî didin meşandin. Ji bo vê jî pêşketinên ku li ser erdê tên jiyîn diyar dikin ku em anha bi taybetî di nava şerê hebûn û tunebûnê de ne. Weke Kurd ger hewldanên tunekirinê li ser me werin meşandin, em dibêjin ku wê hebûn û tunebûna me jî li ser vê axê be. ji ber vê yekê em ê ji bo rûmet, ax û welatê xwe li ber xwe bidin. Çawa ku em ji aştiyê û diyalogê re vekirî ne, di heman demê de em ji bo xweparastinê jî amede ne. Me dît sûcên mezin li dijî mirovên sivîl hatin kirin lê cîhan bêdeng ma. Bi wê yekê tişta ku jê re dibêjin mafên mirovan, bi temamî bêwate bû. Tevî ku zarok, jin û extiyar li pêş çavên cîhanê hatin kuştin jî tu bertek nehat nîşandan. Lewra em wek gelê Rojava baweiya me bi tu hêzî nema ye, ji zarokên me heya dayik û bavan, wê parastin tişta herî girîng di jiyana xwe de bihêlin û pêkbînin.”

‘Gelê Kurd tu carî serî na tewînin’

Di heman çarçoveyê de Hesen Hermêsî da zanîn ku ev sedsala dewletên dagirker dixwazin gelê Kurd ji kokê bidin tune kirin û wiha pê de çû: “Her çiqas dewletên hegemon xwestin gelê Kurd qirbikin, lê nikarîn, roj roj kurd zindîtir bûn. Ji ber vê yekê çiqas êriş û gef jî li ser me werin em tu carî serî na tewînin. Bila her kes bizanibe ku ji zarok heya kalên me niha parastina xwe dikin û wê bibin bersiv ji her êrişekî.”

‘An jiyana bi rûmet, an jî heta serkeftinê berxwedan’

Hermêsî di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Doz yek e, çarenûs yek e. Piştî ewqas fedakariyan, tu kes dest ji mafên xwe bernade. Li herêmê tevî hemû provakasyonan jî, Kurd, Ereb, Suryan û Xirîstiyan bi hev re ne. heta ku gef û êriş hebin wê nobedarî û tevgera gel bidome. Gel bi girêdana xwîna şehîdan û mîrasa berxwedanê wê heta dawî riya xwe bidomîne. Wê her dem dirûşma ‘An jiyana bi rûmet, an jî heta serkeftinê berxwedan’ ji hemû qadan bilind bibe. ’Em parastina bajar û axa xwe dikin. Me beriya niha çawa çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, em ê dîsa wan têk bibin. Niha dîsa berxwedanî heye, em ê jî xwedî li wê berxwedaniyê derkevin.”

‘Yan mirin yan jiyaneke bi rûmet’

Di heman çarçoveyê de Sozdar Silo tekez kir ku wê serkeftin ya gelê Kurd be û wiha domand: “di 19`ê çileya 2026`an de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ve seferberî hat ragihandin, di heman demê de banga parastinê hat kirin. Ji ber vê yekê li tevahî gelê Rojava xwe bi çek û rext kiriye, kolan, bajar û gundên xwe diparêzin, îro her kes parastin bingeha jiyana xwe dibîne, da ku xwe ji van çeteyên hov bi parêzin. Em ê heya dawî li ber xwe bidin. Ev 14`e sale em di nava şer û pevçûnan de ne, me bi hezaran şehîd da. Ji bwe vê yekê bila dijminên hov tenê xeyal bike ku bikeve Rojava de. Îro me rojava bi xwîna xuşik û birayê xwe bi serxistiye û qelenê Rojava ne erza ne. Yan mirin yan jiyaneke bi rûmet. Siyaseta îro li ser Kurdan tê kirin siyaseta qirkirinê ye. Ji bo wê divê gelê Kurd bi yek dil û yek ruh li qadan bin. Bi her rengî helwesta xwe nîşan bide ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.