Stêrk Mihemed/Qamişlo
Tevî êrişên giran yên bi balafir, tang, top û çekên giran, li Efrînê gel û şervanan bi îradeya xwe li hember dewleta Tirk û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe dan, heman berxwdanî li Şehabyê jî 7 salan dewam kir. Berxwdana serdemê di rûpelên dîrokî de hat nivîsand.
Di 18’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve piştî berxwedan 58 rojan a gel û şervana bajarê Efrînê hat dagiikirin, lê berxwedanî û sekna gel bû bersîv ji hemû cîhanê re, gelê Efrînê piştî koçberiyê 7 salan li şehbayê li ber xwe dan û bûn mînaka Şerê Gelê Şoreşgerî, mixabin di 1’ê kanûna 2024’an careke din koçberî bû para gelê Efrînê, lê dîsa jî dest ji welatparêzî û berxwedaniyê bernedan.
Bi 72 balafirên şer êriş kirin
Di 20’ê çileya 2018’an de, dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê bi pilaneke navneteweyî, bajarê Efrînê ku xwedî cihekî stratîjîk û girîng e di Kurdistanê de, kirin hedef. Şerê Efrînê 58 rojan hat domandin, di roja yekê ji êrîşan, 72 balafirên hêzên dagirker li ser esîmanê Efrînê geriyan û her der bombebaran kirin. Bi êrîşkirina dewleta Tirk her der veguherî kaniya xwîn û komkujiyê. Di van êrîşan de zêdetirî 498 sivîl piraniya wan jin, zarok û kalepîr bûn şehîd bûn û bi sedan kes birîndar bûn, vê yekê jî diyar kir ku dewleta Tirk gelê herêmê hedef digre.
Şervan û gelê Efrînê bi berxwedaneyeke bê hempa li ber xwe dan û derbeyên giran li dagirkeriyê xistin. Ji ber wê berxwedana gel li Efrînê bi navê Berxwdana Serdemê hat binavkirin. Gel û şervanan bi îradeya xwe li hemberî hêza duyem a NATO’yê 58 rojan şer kirin. Efrîna ku serjimariya wê zêdetirî 172 hezar kes pêk tê û weke herêmeke Kurdî resen li Rojavayê Kurdistanê ye. Efrîn jî bi destpêkirina aloziya Sûriyê re serî li hember Rêjîma Sûriyê rakir û di xeta sêyemîn ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de; Xweseriya Xwe ya demokratîk îlan kir. Li ser van bingehan bajarê Efrînê li kêlek destkeftî û dewlemendiya xwe ya sererd û binerd bibû herêmeke herî bi ewle û ya pêşesaziyê ji hemû herêmên Sûriyê re.
Di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn bi pilaneke navnetewî hate dagirkirin û serweriya xwe tê de îlan kirin. Herêma Efrînê di giştî Sûriyê de yek ji herêmên herî berhemdar yê zeytûn û zeyta zeytûna ye. Ji derveyê wê herêmeke çiyeyî ye û bi ava xwe ya zêde û xwezaya xweşik tê naskirin. Bi derbasbûna dagirkeriyê û komên çeteyan re, li kêlek kiryarên dijmirovî yên ku di derheqê gelê wêyê resen de pêkanîne û hê jî didome, Efrîn ji her alî ve hate talankirin û di asta yekemîn de faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan darên wê yên zeytûnan û bi deh hezaran dar, daristan, cihên dîrokî û şûnwarên wê talan kirin.
Armanca dagirkirina Efrînê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk bû
Gelek niyetên dewleta tirk ji bo dagirkirina Efrînê hebû û rewşa siyasî ya li herêmê. Efrîn di navbera herêmên dagirkirî yên Ezaz û Idlibê de ye û erdnîgeriya wê ji herêmên din cudatir e. Ev jî dihêle dagirkeriya tirk desthiladariya xwe li Sûriyeyê berfireh bike û herêmên ku dagir kirine bigihîjîne hev. Efrîn di projeya Neteweya Demokratîk de, mînaka ewlehî û aştiyê bû. Armanca dewleta tirk ew bû ku vê projeyê têk bibe. Efrîn di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe di hemû waran de îsbat kir û mînakek zindî ji projeya Neteweya Demokratîk re bû. Di heman demê de hembêza xwe ji hemû koçberên Sûriyeyê re vekir. Gelek proje û planên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin ji Efrînê dest pê kirin ku yekem car xwendina bi zimanê Kurdî di heman demê de yekem zanîngeh û paymengehên bi Kurdî dîsa li Efrînê dest pê kir û hatin vekirin her wiha gelek proje ji bo pêşketina gel û di xizmeta wê derketin pêş.
Vekişîna Rûsyayê û bêdengiya qada navneteweyî
Dema ku êrîş li ser Efrînê pêk hatin bêguman beriya demekê plan der barê wê de bi Rûsyayê re hatin kirin. Rûsyayê beriya êrîşan di hin nûqteyan de li Efrînê cih girtibû. Dema ku komên çekdar ji herêmên Xuta El Şerqiyê bi operasyonê vekişiyan û teslîm bûn her wiha Efrîn teslîmî dagirkeriya Tirkiyetê hat kirin li beramberî Xuta El Şerqiyê û hin herêm ji Idlibê teslîmî rejîma Sûriyeyê bikin ev plan eşkere bû. Êrîşên li ser Efrînê derbeyek ji bo projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hedef ji êrîşên li ser Efrînê ew bû ku ewlehiya li herêmê têk bibe her wiha ji bo ku bikaribin bi riya Efrînê hin herêmên din jî dagir bikin ev yek jî bi dagirkirina Serêkanî û Girê Spî piştî Efrînê xuya kir.
Jinên Efrînê bûn sembola berxwedanê
Beşdarbûna jinan di çalakiyên greva birçîbûnê de li gundên ser sînor bi dirûşm û tilîliyên xwe berxwedan û îradeya wan li dijî dagirkeriya tirk nîşan didan. Dewleta tirk ji ber metirsiyek wê ji îradeya jinan heye lewma her şandeya ku li ser sînor di grava birçîbûnê de bûn rastî êrîşan bi balafirên şer dihatin lê dengê dirûşm û tilîliyên jinan ji dengê êrîşan bilindtir bû. Gelek şandeyên jin ji Filistîn, Lubnan, Bakurê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya jinên Efrînê di berxwedana serdemê de bikin berê xwe dan Efrînê. Cîhan tevahî bû şahidê berxwedana jinan di kêliyên Berxwedana Serdemê de. Jinên Efrînê teslîmkarî qebûl nekirin û serî li hemberî dagirkeriyê netewandin, berxwedana wan li Şehbayê jî vê yekê nîşan da. Di heman demê de jinên Efrînê di berxwedanê de bi îsrar in heya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê û rengê jin û jiyanê careke din li Efrînê vegerînin.” Piştî komploya cîhanî û bêdengiya tevahî sazî û rêxistinên hiqûqî û nanveteweyî her wiha dorpêça bi sad hezaran ji sivîlan di navenda kantona Efrînê de û berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê li ser sivîlan û pêkanîna komkujiyan, di 18’ê Adara 2018’an de gelê herêmê neçarî koçberiyê di riya Cebel El Ehlem a navçeya Şêrewaya Efrînê, bûn û berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir pêvajoya duyemîn ji Berxwedana Serdemê ragihandin, heya vê kêliyê di erdnîgariyek nêzî Efrînê de têkoşîna xwe didomînin û dagirkeriya Tirkiyeyê red dikin.
Berxwedana Serdemê a duyemîn
Di 18’ê Adara 2018’an de gelê Efrînê piştî berxwedan 58 rojan ji ber êrişên zêde û dorpêçek hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî gelê herêmê neçar man û bi dare zorê ji Efrînê derbikevin. Bi hezaran niştîcehên Kurd ji Efrînê bi darê zorê koçber bûn û berê xwe dan herêma Şehba û Til Rifet. Piştî ku gelê Efrînê koçber bûn û berê xwe dan herêma Şehbayê dest ji pîvana xwe ya şoreşgertî û berxwedaniyê bernedan. Dîsa careke din piştî koçberiyê gelê Efrînê xwe ji nû ve avakirin, saziyên xwe careke din birêxistinkirin û li ser esasê netewa demokratîk a Rêveberiya Xweser kar û xebatê xwe dan meşandin. Gelê Efrînê piştî hemû bûyerên biêş dîsa careke din di riya berxwedaniyê meşiyan. Ruxmî ku ji roja yekemîn a derbasbûna gelê Efrînê ji Şehba re heya derketinê wan êrişên hovane li ser herêmê hebû û bobebarankirin her didomî, lê sekin û israra gelê Efrînê ji hemû êrişan mezintir bû. Herwiha gelê Efrînê di Şehbayê de di nava dorpêçek giran de jiyan dikirin, rêjîma Baas derbaskirina sitûmenî û alavên pêwîst ji bo xwendekar û dibistanan li ser bendên di navbera Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikir asteng. Lê belê ev nedibû sedem ku jiyana xwe rawestînin, xwendina xwe bi zimanê dayîkê a kurdî berdewamkirin û nifiş avakirin.
7 sal di Şehbayê de bi alozî û berxwedaniyê derbas bû, hêza gelê Efrînê ji êrişên dagirkeran mezintir bû. Di Şehbayê de ji şerê çekdarî zêderit şerê tayber û derûnî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên pê ve girêdayî dihat meşandin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwastin îradeya wî gelî bişkînin û baweriya wan bi şervanan bê bandor bikin, lê her roj şervanan Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji gel re isbat dikir ku ew qehremanin û ji bo vî gelî têdikoşin. Gelê Efrînê cara duyem isbat kirin ku sekin û berxwedaniya wan ya qehreman û welatparêziyê ne.
Careke din koçberî para gelê Efrînê bû
Ji dema ku şer li gundewarê rojavayê Helebê di sibeha 27’ê Mijdara 2024’an de, piştî êrîşeke hêzên “Heyat Tehrîr el-Şam” li ser hêzên “Artêşa Sûriyeyê” dest pê kir, Milîsên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyê”, di bin çavdêriya artêşa Tirk a dagirker de, li herêmên Ezaz, Mare û Babê dest bi seferberiyê kirin da ku operasyoneke leşkerî bi navê Berbanga Azadiyê li dijî herêma Şehba û hin gundên Şêrawa li gundewarê bakurê Helebê bidin destpêkirin ku bi deh hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê lê diman. Beriya vê yekê, vekişîna hemû yekîneyên artêşa Rûsî û Sûrî ji herêmê û hemû niştecihên bajarokên Şîe Nibûl û Zehraa pêk hat; Heta ku êrîşên xwe ji sê aliyan ve rojava, bakur û rojhilat di sibeha roja Yekşemê, 1’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de dest pê kirin û heta nîvro ku hêzên Kurd ên herêmî ew paşve kişandin. Heta ku biryara vekişînê û derketina gel ji herêmê hate standin. Ji ber êrişên zêde ê dagirkeran û ji bo parastina sivîlan di 1’ê kanûna 2024’an de biryara vekişînê û derketina gel ji herêmê hate standin. Dîsa û careke din gelê Efrînê ji koçberiyî koçber bûn, tevî ku bi dare zorê gel ji Şehbayê derket ji ber ku gelê Efrînê digotin Şehba ji Efrînê ve nêze bêhna axa Efrînê tê me, em li hêviya vegerê ne em ji vir naçin. Lê mixabin û ji ber êrişên hov dîsa careke din koçber bûn û biryar hat giryin ku berê xwe bidin herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bibin.






