Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarokê Eyn Dîwerê ya girêdayî bajarê Dêrikê ji bo koçberên ku di dibistanan de xwarin amade kirin û li wan belav kirin.
Îro şêniyên taxa Ehmedan a bajarokê Eyn Dîwerê ya girêdayî bajarê Dêrikê nêzî 22 kesan ji bo koçberên Efrînê yên ku di dibistanên bajarokê Eyn Dîwerê û bajarê Dêrikê de dimînin xwarin amade kirin û li wan belav kirin.
Di derbarê amadekirina xwarinê ji bo koçberan jina bi navê Hiyam Xelîl ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi yekîtiya gelê Kurd wê dijmin têk biçe’

Hiyam Xelîl da zanîn ku nêzî 22 kesan ku di taxa Ehmedan de dijîn bi vê destpêşxeriyê rabûn û wiha got:” Me xwest em destek bidin van koçberên ku berê xwe dane bajaroêkê Eyn Dîwerê, ji ber ku salên borî dema dagirkeriya Tirk êrişê me kirî em jî ji mala xwe koçber bûn. Lewma hestê koçberiyê me jiyan kiriye gelekî zehmete, gelek zarok û kal hene ji bê xwarinî rewşa wan nebaşe. Ji ber vê yekê me biryar da ku him xwarinê ji van koçberên ku cihê xwe di dibistana bajarokê Eyn Dîwerê de digrin him jî yên di dibistanên bajarê Dêrikê de, çêbikin.
Bi hêvîne ku aramî belav bibe û koçber vegerin malên xwe di vê sermê de rewşa wan gelek xirabe. Heya dawiyê em ê li pişta şervanên xwe bin çawa ku em bi wan bawer in ew jî bi destekdayîna gel serbilind in. Her çiqas bi êş be jî, bi êrişên li ser Rojava re me dît ku gelê Kurd yekîtiya wan hat avakirin em di wê baweriyê de ne bi vê yekîtî û hevgirtinê em ê dijmin têk bibin.”






