Ayşa Silêman/ Dêrik
Koçberên Efrînê ji şûna vegereke bi ewle careke din êşa koçberiyê jiyan dikin, niha zêdeyî 300 malbatî berê xwe dan bajarê Dêrikê û li cihên cûr belav bûn e.
Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser kantona Efrînê pêk anî. Bi rêya van êrişan dagirkeriya Tirk hemû kiryarên xwe yên li dijî qanûn û yasayên navnetewî, li ser gelê herêmê pêk anî. Gelê Efrînê li gel şervanên xwe li dijî siyasetên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk 58 rojan berxwedaneke dîrokî bi navê “Berxwedana Serdemê” bi lehengî û têkoşîna xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk li hember vê berxwedana dîrokî komkujiyên qirkirinê pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê û gundewarên wê dagir kir, bi dara zorê reseniyên herêmê koç kir. Koçberên Efrînê berê xwe dan Şehbayê û qonaxa duyem ji “Berxwedana Serdemê” bi armanca rizgarkirina Efrînê di nava malên ruxandî û çadirên koçberiyê de destpê kirin.
Li Şehbayê jî dewleta tirk êriş û komkujiyên xwe bi ser gel de seranserî 7 salên koçberiyê ranewestand, heya ku ew carek din koçber kirin û gelê Efrînê berê xwe dan herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wan jî ev rêwîtî wek “Koça duyem a Efrîniyan” pênase kirin. Lê mixabin çeteyên girêdayî hikumeta demkî hişmendî û kiryarên ku dagirkeriya Tirk dikir berdewam kir û berê xwe dan Dêr, Tebqa û Reqa, koçberên Efrînê yên ku li wir bi cidibûn û çavên wan li jiyneke xweştir û vegereke bi ewle bû careke din barê koçberiyê hilgirtin û berê xwe dan bajarê Hesekê, Qamişlo û Dêrikê. Bi sedan zarok çarenûsa wan wida bû û bi hezaran zarok û kal ji serma jiyana xwe ji dest dan. tevî hemû êşa ku tê dîtin û jiyan kirin lê hemû dewletên navnetewî xwe bêdneg dikin.
Di derbarê rewşa koçberên Efrînê koçberê bi navê Tewfîq Sîdo ji Rojnameya me re axiv.
‘Êşa koçberiyê hîn bidawî nebûye’

Tewfîq Sîdo anî ziman ku ev 4 caran ew koçber dibin û rastî êşa koçberiyê tên, li tu welatan koçber 4 caran bar nekirin lê ji ber êş ya gelê kurde herkes xwe bêdng dike û wiha got: “Destpêkê em ji Efrînê koçber bûn me berê xwe da Heleb, ji Heleb koçber bûn berê xwe dan Şehba û 7 salan tevî hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet me li ber xwe da û çavên me li vegereke bi ewle bû. Lê me nedizanî êşa koçberiyê hîn bi dawî nebûye û em ê rastî koçberbûnê werin, lê çete û dijmin kiryarên wan ranewestiyan berê xwe dan Şehba û êrişên hovane pêk anîn û em ji Şehba jî koçber bûn û me berê xwe dan cihên ewle yên Rêveberiya Xweser û nêzî salekî li Tebqa bicih bûn. Lê mixabin careke din êriş li ser me pêk anîn û em di bin baran û sermê de rastî rêwîtiyeke din hatin. Niha jî em li bajarê Dêrikê û him gel him jî Rêveberiya Xweser destek didin me û pêdiviyên me pêk tînin. Bila dijmin baş bizane ne bi riya êrişan ne jî bi riya koçberiyê dikare îradeya gelê kurd bişkîne em ê li ser doza xwe bin. Hêviya me ew e ku hêza me bi ser bikeve û em nêzîktirîn dem vegerin cih û warin xwe û li ser axa xwe.”






