Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bendava Tişrînê bû bendava berxwedan û têkoşînê’

24/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bendava Tişrînê bû bendava berxwedan û têkoşînê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Welatiya bi navê Rewşen Reşîd  a ji bijarê Dêrikê ku beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bibû diyar kir ku ew salvegera berxwedana Bendavê û şehîdên wê bi rêzdarî bi bîrtînin û wiha got: “Bendava Tişrînê bû bendava berxwedan û têkoşînê.”

Bendava Tişrînê di sala 1999’an de li ser Çemê Firatê hatiye avakirin, ji ber rola xwe ya di dabînkirina avê û çêkirina elektrîkê de, yek ji girîngtirîn jêrxaneyên stratejîk ên li Sûriyeyê tê hesibandin, herwiha yek ji çavkaniyên herî girîng ên enerjiyê li Rojhilatê Sûriyê yê. Bi ketina rêjîma Baas re di berfanbara sala 2024’an re dewleta Tirk bi hevkariya komên çete li dijî herêmên Şehba, Til Rifet û Bendava Tişrînê êrişeke berfireh da destpêkirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina êrişan berê xwe dan bendavê û tevlî berxwedana parastina wê bûn.

Di derbarê salvegera berxwedana Bandava Tişrînê welatiya bi navê Rewşen Reşîd ku beşdarî berxwedana bendavê bibû ji Rojnameya me re axivî.

‘Lehengiya bendavê nayê jibîrkirin’

Rewşen Reşîd da zanîn ku dema behsa şerê gelê şoreşgerî dikirin, me texmîn dikir ku wê di tax û bajarê me de bê, lê em negihiştbûn wê ferqê ku şerê gelê şoreşgerî wê li bendavê pêk were û wiha got: “Çiqasî mirov bêje nikare mafê wê bidiyê de, em wek şêniyên bajarê Dêrikê dema me berê xwe da bendavê bi moral û hestekî xurt me ev bar girt ser milê xwe. Tevî hemû şert û mercên dijwar, tang û topan jî lê têkoşêneke bê rawestandin li bendavê dihat kirin. Gel gavek şûnde ne tavêt berûvajî wê her êrişek rûdida bi kelecan û moral bang dikirin. Ew rojên dîrokî bûn ji ber ku her kêlî li ber çavê me ye û ew lehengî nayê jibîr kirin. Dema milet bi yek destî destek didan birîndaran û  ji mirinê neditirsiyan, ez tê gihiştim ku ev e şerê gelê şoreşgerî yê ku me xeyal dikir.”

Rewşen Reşîd axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Di roja duyem ji çûyîna me li bendavê gel derket qadê dîlan girtin û dengê tilîliyên dayîkan bendav xemilî bû û di nav wan kêliyên şoreşgerî de balefirên dagirkeriya Tirk êrişî me kir û her hevalek ji me ket alîkî. Min li xwîna diherikî dinêrî kesereke biêş ket dilê min, dijminekî zalim û hov bê sûc xwîna van sivîlan dirjîne. Dest û lingê min birîn bibûn, lê ji ber ku dilê min bi derdorê ve bû min êşa xwe hîs nekiribû.”

‘Gelê kurd bi hêz û çesarete’

Hemwelatiya bi navê Rewşen Reşîd axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Ez wan rojan jibîr nakim di hundirê dil û mêjî de hatine bicih kirin, tevî ku derfetên me yên tenduristî kêm jî bûn lê gel bi bijîşkan re bûn alîkar. Lê me moralê hevalên xwe hildida û me digot berxwedan jiyane, em pê razî bûne û divê em li ser piyan bisekinin. Şehîd bûn rûmete û heya em negihêjin asta şehadetê welatê me rizgar nabe. Heger li bendavê tekoşîn û berxwedanî çênebûban em nedigihiştin vê qonaxê, bi saya wan hevalên ku di çeperan de şer dikirin em îro li vir in. Bûyera şehadeta wan xort û keçan li ber çavê mine, ji ber ku em kurdin hertim êş û fedekarî ji bo me hatiye çêkirin. Ew roj di dîrokê de hatin nivîsandin bila herkes bizanibe gelê kurd bi çi hêz û çesaretî bû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.