Rojnameya Ronahî

Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Dêrazorê tankereke ku bi nîv ton madeya C- 4 a teqemeniya bilind barkirî bû, bê bandor kir.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê li ser mijarê daxuyaniyek da û got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn roja Pêncşemê, 12‘ê Îlonê  li gundewarê rojavayê bajarê Hecînê yê Dêrazorê hewldana êrîşeke terorîst a bi rêya tankereke bombebarkirî têk bir. Di tankerê de rêjeyeke mezin a madeya  C-4 hebû û ji aliyê pisporên teqemeniyê ve hate bêbandorkirin.”

Buroya diyar kir ku hêzên wan piştî şopandina tevgera şandeyê ya hewl dide teqînê pêk bînin, bi operasyonekê de nuqteya tanker lê hatibû bicihkirin a di navbera bajarokên Şenan û Ebû Hemam ên Hecînê kir diyar kir û hewldan têk bir.

Ji kesên ku beşdarî operasyonê bêbandorkirinê bibûn, diyar kir ku di tankerê de 21 bîdon hebûn, di her bîdonekî de 25 kg madeya C-4 a teqemeniya bilind hebû. Her wiha destnîşan kirin ku tanker hate bêbandorkirin bêyî ku ziyan çêbibe.