Artêşa dagirker a Tirk bi sedan malên di navbera gundên Kîmar û Mêremînê de ku dîwarê parçekirina Sûriyê lêdike, xirab kirin. Bi wê re dagirkerî armanc dike Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li dewleta Tirk bike.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên li kantona Efrînê ji sal û nîvekê ve hewl dide dagirkirina xaka Sûriyê bisepîne û ew jî bi lêkirina dîwarê parçekirinê li gundên navçeya Şêrawa yê.
Dirêjahiya lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê gihaşt zêdetirî 3 hezar û 600 metreyan û bi bilindbûna 3 metreyan. Ji gundê Kîmara heta gundê Cilbirê yê li navçeya Şêrawa û gundê Mêremînê yê naçveya Şera diçe.
Malên gundiyan xirab dikin
Bi berdewama lêkirina dîwar re, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi sedan malên gundên Cilbir, Mêremîn û Kîmarê xirab kirin. Gundê Cilbirê niha hema bi temamî hatiye wêrankirin.
Artêşa dagirker a Tirk li şûna malên wêrankirî baregehên leşkerî ava kirin.
Lêkirina dîwarê parçekirinê bi guhartina demografiya kantona Efrînê re hat. Pêngavên ku artêşa dagirker a Tirk pêk tîne, ew in ku Efrînê ji Sûriyê qut bike.