Rojnameya Ronahî

Hesen: Komxebata êlên Kurd gihişte encamên girîng

Endamê komîteya amadekar a komxebata êl û eşîrên kurdî Hember Hesen îşaret pê kir ku komxebat bi encamnameyên erênî yên ku banga yekitiya refa kurdî û lidarxistina kongreya nîştimanî ya kurdistanî bi dawî bû. Hesen teqez kir ku dê lidarxistina çalakiyên wiha bidomînin.

Roja Pêncşemê zêdetirî hezar û 200 delege ji rûspiyên êlên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê kom bûn ku astengiyên dawîn û gefên Tirkiyê yên bênavber li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş bikin, li rexê jî banga yekitiya refa kurdî kirin.
Der barê komxebatê de Ajansa ANHA’yê bi endamê komîteya amadekar a komxebata êl û eşîrên kurdî Hember Hesen re der heqê encamnameyên komxebatê û mijarên ku hatine nîqaşkirin, hevpeyvîn çêkir.
Di destpêka axaftina xwe de Hember xebatên komxebatê ji aliyên amadebûn û beşdariya nêrînan de, bi baş bi nav kirin û wiha got: “Êl û eşîreyan der barê derengmayîna lidarxistina vê komxebatê de ya nîqaşkirina yekitiya refa kurdî û sekinandina li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, rexne kir. Ev jî tê wate û nîşaneya hevgirtina civakê û amadekariya sekinandina li hember tevahî gefan.”
Hember Hesen bal kişand ser ku armanca lidarxistina komxebatê, yekitiya refa kurdî û piştevaniya xebatên KNK’ê ye da ku kongreya neteweyî li dar bikeve û yek nêrîn li hember gefên Tirkiyê derkeve.
Der heqê nîqaşên di komxebatê de Hesen wiha anî ziman: “Li ser meclisa neteweyî û banga amadekariyê da ku xizmeta civaka xwe bike û yekitiya kurdî pêk bîne, rexne hebûn. Da ku gav bi gav ber bi lidarxistina kongreya kurdistanî ve biçin. Her wiha daxwaz û bang li meclisa neteweyî hat kirin ku ji bêtevgeriyê derkeve, derbasî xizmeta doza kurdî bibe û berjewendiyên teng û kesayetî berde.”
Hesen wiha lê zêde kir: “Êlan razîbûnên xwe der barê destpêkirina bi sirûda neteweyî ya kurdî “Ey Reqîb” û li darxistina komxebatê de, nîşan dan. Pir nêrîn ji komxebatê derketin û tekez kir ku pêdiviya wan bi lidarxistina weke van çalakî û kombûnan heye da ku girêdana yekitiya kurdî bi hêz bibe û li hember astengiyan bisekinin.”
Di berdewama axaftinê de Hember da zanîn ku êlan tekez kir ku helwesta wan di çarçoveya yekitiya refa kurdî û sekinandina li hember gefên Tirkiyê de yek e.
Endamê komîteya amadekar a komxebata êl û eşîreyên kurdî Hember Hesen got dê lidarxistina mîna van çalakiyan ku bi armanca xizmet û yekitiya refa kurdî ye, berdewam bikin.
Êlan di daxuyaniya dawiya komxebata êlên kurdî de bang li tevahî gelên Sûriyê kir ku li dijî gefên Tirkiyê bibin yek ref. Her wiha jî bang li “desthilatdarên Şamê” kir ku diyaloga cidî bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re vekin da ku alozî çareser bibe.