Rojnameya Ronahî

Gelê Tunisê serokê nû yê welêt hildibijêre

Li 45 welatên cîhanê hilbijêrên tunîsî amadekariya hilbijartina serokê nû yê welêt dikin. Li Tunisê 26 namzet hene.

Hilbijêrên tunisî yên li derveyî ji welat amadekariyên hilbijartina serokekî nû dikin. Hilbijartinên derve dê 3 rojan dewam bikin, hejmara hilbijêrên li derve gihaşt 360 hezarî û li 45 dewletên cîhanê belav bûne.

Tê payîn ku  roja înê pêngava hilbijartinên li Tunisê bi dawî bibe anku berî ku roja yekşemê amadekirina dengdayîna li hundirê welat were kirin, roja şemiyê derbasî nava bêdengiya hilbijartinan dibin.

Di kampanyayan de mijara alîkariya raserî belavbûna agahiyên binpêkirinên ku gelek aliyên beşdarî pêşbirka serokatiyê bûne, pê rabûn, derket holê.

Fransa hejmara herî mezin a civaka tunisî vedihewîne û dê li 20 navendên dengdayînê yên li Fransayê dengê xwe bi kar bînin, nexasim li Parîs û derdorê wê, Marseille, Lyon û Grenoble. Komîteya amadekar hêviya bilindbûna hejmara beşdaran dike ku dê ji beriya 5 salan zêdetir. Ji ber ku wê demê ji sedî 48 bû.