Gulîstan xalid
Di şerê li şêxmeqsûdê de me dît ku çeteyan çawa bedena jineke ciwan ji ciheke bilind davêjin. Ev dîmen ewê tu cara jibîra me neçe, jiber rastiya hêrsa hişmendiya mêrperest ya ku bi tu awayî qebûl nake jineke ku têkoşer û azad bibe, di şexsê van çeteyên herî hov de me careke din dît.
Ev hişmendiya ku îro bûye belaya serê mirovatiyê bi destê desthilatdarê ku di bin qilefeke modernîteya sexte de tê bi rêxistin kirin û ji bo ku ew modernîstên sexte rastiya xwe eşkere nekin van çeteyan bi ser civakên ku li hemberî sistemên koledar ve têdikoşin, didehfînin. Rastiya êrîşên li şêxmeqsûd ji me re gelek rastiyan radixîne berçavan. Rastiya ku em di serdemeke çawa de jiyan dikin û ev serdem çawa weke berdewamiya sistemeke ku pênc hezar sal zêdetir mirovatî xistiye nava pencên xwe û ji bo ku vê mirovatiyê biperçiqînin her car bi maskeyeke cûda mirovatiyê di nava lepê xwe de diperpitînin.
Em dîrok zana, rexne dikin ku bi xwe jî gelek caran bi vî sistemî xapiyane û weke guhertin û pêşketineke sistema raxistine berçavên me. Gotin sistemê koledar, piştre gotin feodal, piştre gotin sermayedar û sosyalîzim. Lê di rastiya xwe de ev sistem di şekil de xwe dugherîne, lê di hişmendî de heman sistemê koledare. An jî sistemê dewleta yerarşîk, ya rahib û qiralane. Rahibên ku li ser navê xweda diaxivin û qiralên ku ji bo berjewendiyên xwe yê li ser hukum mayînê bi ya gotinên rahiban dikin.
Ev sistemê ku ji destpêkê de bi sitratjiya perçiqandina jin ve xwe bi rêxistin kir, bi perçiqandina jin re dizanî ku ewê bikaribe hemû civakê li gorî xwe şekil bide û ji bo berjewendiyên xwe yê qezencê bikar bînin. Ger ku gotin dîrok ji tekerurê îbarete tê gotin, jiber vê rastiyê ye. Ger ku em dawî li vî sistemî neynin ewê hîna gelek dîmenên ku li dil û mejiyê mirovatiyê dixe bîne ber çavên me.
Êdî dem ne dema duruşmeyane, ne dema ku tenê em li kolanan qîr bikin, piştî her dîmeneke bi êş li her cihî xwepêşandan çê dibe, elbette ev jî bi watene, lê têrê nake, li hemberî vî sistemê xwînmij yê ku tenê bi rijandina xwînê xwe ser piyan dikgre, ev sistemê ku nemrûdan, ferûnan, dehakan nûjen dike pêwîste ku li hemberî wî li her aliyê cîhanê eniya mirovatiya ku ji bo hesabên vî sistemî qûrbanî daye xwe bi rêxistin bike û bi yek enî têkeve şerê parastina rûmet û hebûna xwe ya azad. Gereke herkes êdî vê rastiyê bibîne ku xeteriya vî sistemî her kesî tehdîd dike, ne tenê civakên mirovan, cîhana ku em lê jiyan dikin bi hemû hebûnên xwe ve di bin tehdîdê de ye. Ev sistem her der wêran û talan dike, mirovên ku di bedena xwe de nayên kuştin jî di mejî û rihên xwe de têne pûç kirin.
Mirovatiya ku di mejî û rihê xwe de ne azad be, tu wateya hebûna wî ya fîzîkî jî namîne, tenê weke miriyê zindî dibe. Çav heye lê nabîne, guh heye lê nabhîse, mejî heye lê naxebite. Ger hebûneke mirov hebe û azad nebe, bedena ku organên wê bi fonkisyon nebe tenê ji bo xwe û hawirdora xwe dibe bar. Ji lewma li her derê gereke em şerê vî sistemî bikin û li hebûna azad xwedî derbikevin.






