Hafiz Ahmet Turhalli
Dewleta Tirk û rêveberiya wê navenda fîtnê ne. ji Somalî bigrin heta Libyayê, ji Çînê bigrin heya Emerikayê karê wê tevdan û tevlîhevî ye.
Ji bo aramî û aşitî pêk neyê li hemû cîhanê yarmetî û hevkariya şer û tevliheviyan dike.
Tevliheviyên navdewletî dike, lê ji ber hêza wê têrê nake, hemû fitneya xwe li ser Kurdan pêk tîne.
Ev sed sale Kurd perçe kir û agirê fitnê di nava Kurdan de pêşxist. Carna bikaranîna ol û mezheban, carna bikaranîna bîrdozî û ramanên sîyasî, carna bikaranîna lehce û devokan fitneya xwe pêşxist. Hemû hêza xwe ji bo fitnê di nav me Kurdan de pêşbixe bikar aniye û tîne. Şerê heta vê gavê jî di nav Kurdande derdikevin, fitneya wê ye. Şerên di nava me Kurdan de derketine û nehezkirina me ji hev re, sedemê wê yê bingehîn eqlê fitneya dewleta Tirkan e.
Sedemê perçebûna welatê me û rewşa neha em tê de jî ev eqle.
Naxwaze em Kurd li ruyê erdê nefes bigrin û bijîn. Ji bo wan tenê ev derbasadare, „Kurdê herî baş Kurdê miriye!“
Divê milletê me vê heqîqetê ji xwere bike „Amentû“ û li gor wê tevger bike.
Divê ev tiştên ez dinivîsim jibo hemû desthelat û dagirkerên Kurdîstanê derbasdar bin, lê serkeşiya wê dewleta Tirk û eqlê fitnê ye.
Mirov dema temaşe dike, vê rastiyê dibîne: Haqan Fîdan yekê dê û bavê wî Kurd in, lê ew fitneya herî kur e li dijî Kurdan.
Eqlê dewleta Tirk, bi vî rengî kar dike û herî zêde Kurdên Manqurt li dijî Kurdan bikar tîne.
Dema mirov vî eqlî dibîne, mirov rewşa gelê me zêdetir fêm dike û pêwistî dibîne ku hemu cureyên vê eqlê ji nava xwe derbixe û dijî vê eqlê prastinekî xurt ava bike.
Divê em weke Kurdan vê eqlê baş nas bikin û tekoşîna xwe, ji bo têkbirina vê eqlê saz bikin.
Senteza Îslama Tirk fitneya herî mezine ji bo me Kurdên misilman e. Evê fitnê rewşekî weha di nava me Kurdan de afirandiye ku Kurdê Misilman bi navê Îslamê bûne neyarê xwe û ola Îslamê!
Kurd dibêje qey ji bo Xwedê û Îslamê dire Mizgeftê: lê di mizgeftan de ev gotar tê pêşkêşkirin: Xwedê mala we Kurdan belav bike, Xwedê koka we Kurdan bîne we di agirê dojehê de bişewtîne.
Kurd bi navê ol, Xwedê û Pêxember ji vê malxirabiyêre dibêjin Amîn.
Ji vê fitnê û xirabiyê mezintir tiştekî dîtir li jiyanê heye?
Em dibînin gelên dîtir yên Misilman, binavê Îslamê azadiya xwe û welatê xwe bidest anîn. Gelo çima û çawa, Kurdên Misilman bi heman baweriyê azadî û welatê xwe jidest dan?
Em dikarin bêjin dagerkeriya eqlê Tirk, Kurd nexweş xistiye û Kurdê oldar bi piranî vê nexweşiya giran dijî.
Dermanê wê jî durketina ji eql û baweriya senteza Îslama Tirk de ye.
Bibînin li Şêxeqsud û Eşrefiyê çi bi serê me tînin, dixwazin me hemuyan qir bikin. Tenê rêyekî me Kurdan maye, ji hişmendiya dagirkeran durketin û li ser hişmendiya mîlletperwerî û welatperwerî xwe birêxistinkirin.
Ger em xwe liser van nirxan rêxistin bikin, emê karibin azadiya xwe bidest bixin.
Sala 2026 ’an divê bibe sala îttîfaq û desthevgirtina me Kurdan. Kurd heqîqeta vê fîtneyê bibînin, dê karibin dergeh û pencereyên azadiyê heta dawî lixwe vebikin.
Ne xeflet û hêvî şikestin, berovajî tekoşîn û serkeftin li benda me ye.






