Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema Ku Ragihandin Zemînê Şîdetê Tapan Bike, Komkujî Rewa Dibe?!

18/01/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Piştî êrişa bloka bermahiyên DAIŞ û Baas`ê li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê, xeta ragihandina paralel behsa serketinên xeyalî dikir û li pey wê bû ku çîrokên derew ên nikarin li hember rastiyan xwe rabigirin dihûnandin. Di eslê xwe de êriş ne tenê bûyerek leşkerî dûrî xeta siyasî û medyayî bû, lê belê xelekek zincîra giştî ya hemleyên nefret, kîn û rewakirinek birêkûpêk bû. Li ser vê bingeha çêkirî, tişta piştî êrişan, hewldanên înkar û lihevkirina bi realîteyê re ne. Çi xwendinek dûrî vê rêzeamadekariyan be, naverokê vala derdixîne û vediguherîne tenê hinek realîteyên meydanî. Lê ya rast ew e ku; di cewherê xwe de mînakek zelal a endustiriya şîdetê li dijî aşîtiya civakî û ewlekariya niştimanî û rewakirina wê ye.

Herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bi wateya leşkerî, ne çeperên şer bûn. Deverên ku bi deh hezaran sivîl lê jiyan dikirin bûn. Dema mirov li naverok, şêwaz û awayê hedefgirtina herdu taxan binêre, tê digihêje ku li gorî zexim, demjimêra êrişan û bandora ku çêkirî, sivîlên taxan ne qurbaniyên naberê bûn, lê belê hedefa rasterast a êrişkaran bûn. Yanê parçeyek armanca navendî ya êrişkaran ew bû ku di derheqî sivîlan de komkujiyan pêk bînin. Pirs bingehî ya bi vê tabloyê re xwe dide der ne kê dest pê kir? Lê belê çawa zemîna êrişê ya derûnî û siyasî hate amadekirin ku cînosîdê bi beşek civakê bide qebûlkirin?

Berî êrişan xîtabekî ku cilên sivîlbûnê ji ser herdu taxan bêxîne dest pê kir ku wekî du deverên derveyî zagonê hatin hesibandin. Her wiha bangeşiyek wisa kirin ku beşek civakê bidin îqnakirin qaşo herdu tax hêlîna terorê ne! Cewherê xîtabekî wisa, ji rengdayînê pirtir, ji nû ve pênasekirin û înkarkirina nasnameya rengdêr a herdu taxan e. Yanê pirrengiya li herdu taxan hat înkarkirin û tenê girseyek yekreng dikare were hedefgirtin. Bi hewla avakirina vê hişmendiyê re, ti îtîbara jin, zarok û temenmezinan namîne, hemû jî dibin parçeyek vê tabloya giştî. Bi gotinek din; bi rakirina sîfeta sivîltiyê re, sîfeta mirovatiyê jî ji ser şêniyên taxan rakirin.

Zimanê ku platformên Colanî bi kar dianîn, ne bêalî bû, berovajî bi zanebûn û plankirî bûn ku gefê li komeke pêkhateyên civakê dixwe û weke xeter û xayîn dide nasîn. Aliyê dîrokî ve tê zanîn ku ev cureya xîtabê ji bo rê li ber tundiyê veke tê bikaranîn. Yanê tu beşeke civakê didî îqnakirin ku ew qurbanî “ne bê sûc in” û “ne wek me ne”. Bi vî awayî jî hestên mafdariya kuştina wê girseyê ava dikî û aliyê derûnî ve mirovan bê helwest dihêlî.

Piştî êrişan, rola ragihandinê derbasî qonaxek xeternaktir bû, rola qurbanî û tawabaran jî berovajî dikin. Yanê li şûna ku rewatiya êrişan li ser taxan were pirsîn, şênî weke sedema êrişan tên sûcdarkirin. Bi gotinek rastir; mafê qurbaniyan ê gilîkirinê jî tê xesibkirin. Ji ber vê jî hemû kiryar, binpêkirin, kutşin, koçberkirin û komkujiyên hatine kirin weke “tedbîrên ewlekariyê” hatin binavkirin. Wisa jî têgihaştina bûyerê diguherin, şîdet û cînosîdê rewa dikin!.

Di encamê de ragihandina paralel bû sedema sereke ya kuştin, koçberî û wendayiyên mezin. Bi xwe re realîteyek nû da avakirin û deriyên fireh ên guherîna demografîk vekirin. Lew re; ragihandina ku li ser xîtabê nefret, sorkirin û kînê diwerime, tundûtûjiyê rewa dike, li hemberî zilm û zordariyê bêdeng dibe, vediguhere şirîkê sûc, bandora wê jî bi avakirina raya giştî ya ku tundiyê weke alaveke aşîtiyê hildibijêre, demdirêj dimîne.

Eger êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi vî çavî werin xwendin, em dê fêm bikin ku êriş ne li ser pêkhateyek tenê ye. Lê belê nimûneyeke ku dikare li dijî çi gelên dîtir be, dema ku şert û mercên razber û şênber guncaw bin, were dubarekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.