İsyan Karadeniz
Bi avabûna dewlet û desthilatdariya mêran ve çanda xwedawendîtî bi destê rahiban ve rastê êrişan tê. Perestgehên xwedawendan dibe cihê mala taybet, mala xanedan, mala gund- gundî; aliyekî din de ji dibe kilise, mizgeft an ji hawra yanî cihên olî yên yek xwedayî. Cariyetî û harem wek sîstem; xwe li vir saz dike, di bingeha vê de kolekirina jin heye.
Girtina jinan a li qesran an jî malên taybet tê pêşxistin. Bi vê awayî jin ji hev tên veqetandin û nasnameya yekpare tê parçekirin. Jinên rahib ên van deran êdî xizmetê pergala mêrsalar dike, bi vê awayî şikestinek tê jiyankirin. Zewacê pir jinî û şêwaza malbat tên pêşxistin. Kral, rahib û li malê jî mêr û pergala desthilatdariyê tê sazkirin. Her tişt dibe mulkê zilam û xizmeta pergalê wî dike. Jinan ji bo ku xizmeta pergalê mêr bikin li vir tên perwerde kirin û bi tabaqayên jor- elit ve tên zewicandin. Li vir daxwaz ev e ku ev jin bibin ajanên vê pergalê. Belavkirina koleti, desthilatdarî û durxisitina jî nirxên azadiyê ye.
Dest avetîna nirxên civakê bi vê pergalê ve tê pêşxistin. Bi rêya bikaranina nirxên baweriyê ve di hişmendiya civakê tê guhertin. Ji çand û hûnerê, ji ked û laş ve di her aliyê de êriş dibin li ser jinê.
Her çiqasî pergala mêrsalar tê meşandin jî, şopa çanda xwedawend berdewam dike. Di gellek perestgehan de ev şop tê dîtin. Heya berî miladê sedsala 8. jî ji Sumeran, Mitaniyan, imparatoriyên ku çêbune heta serdema Roma jî çanda xwedawend her çiqas şikestî be jî şopên xwe hene. Pagan yek ji wan in.
Di Hititan de rahîbeyên pudihebba ya xwedawend Hepat hene. Her wiha tavanana wek pergalekî hevserokati derdikeve pêş ku bi hevre rêvebirinê destnişan dike. Heya Misrê jî ev çand berdewam dike. Li keleka desthilatdariya mêr; şopên xwe birêxistin kirin û rola xwe listina jinan tê ditin. Piştre di qesran de keybanuya mezin, keybanuya bilind an jî keybanuya dayik ê di Osmanî, Bizans, Misrê de her wiha di Hitit û Mitaniyan de tê ditin. Dema ku kûr dibe qral dayika wî rolek mezin digre destê xwe û li keleka qral dibe xwedî nêrîn û çalakî. Her wiha carna rolên neyinî jî tê listin. Di qesran de gelek listok tê çêkirin û li vir xwe şibandina zilamên desthilatdar û pergala desthilatdariyê jî derdikeve pêş.
Tiştên kû ji xwedawendan hatine dizin ji bo sazkirina pergala desthilatdariya mêr hatiye karanin. Qesrên spî yên li ABD, Tirkiye û her wek din ên di rojê îro de ji vê kevneşopiyê tê. Wateya vê destavetina çanda xwedanwend û rêveberti ya wê ve avakirina pergalekî li diji azadiyê û berovaji kirina rastiyan e. Di şopên etimoloji heya malên ku hatine avakirin de ev dizîn şenber tê ditin.
Nasnameya jin ku hatî perçe kirin biyanîbunê ji xwe, qutbuna ji civakê û xizmet kirina pergalê heyî bi xwe re tîne. Jinên ku di vê pêvajoyê de berxwedidin jî nagehêje rêxistinbunekî domdar. An şexsi dimîni an jî demki. Di nasnameya jinê qasre heya jina malê de jin êdi dikevin sinorên mal û malbatê, dibin mûlkê zilam. Ev çar divaran de asemayinê em bi kenvaşopiya satî ve bînin ser ziman ka di vê merhalê de çi hatiye serê jinan.






