Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di civaka şareza de polîtîka

14/01/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Polîtîka yek ji têgehên ku di serdema feylesof Arîsto 322‪-384‪bz de derketiye holê, ew têgeheke Yewnanî ye, di zimanê Yewnanî de weke têgeh bi rêvebirina bajêr tê pênasekirin, di zimanê erebî de jî siyaset tê gotin, tê wateya kedîkirina hespan, di zimanê kurdî de jî weke ramyarî, siyaset herî zêde cih digire. Mirov dikare ji danasîna têgeha polîtîka zêdetir cewherê vê têgînê derxe pêş û formulîze bike, di civakên şareza û dewletdariyê de polîtîka ji rastiya civakî hatiye qutkirin û weke karekî taybet ê hêzên dewletdar tê hesibandin, di heman demê de civakên polîtîk weke hebûnên herî terorane yên dijberî sîstema hegemondar tên dîtin û li ber wan jî tedbîrên giran û ceza tên sepandin, li vir ez behsa polîtîkaya civakî dikim, ji ber ku dewlet jî bi polîtîkayê hebûna xwe dinepixîne, ya rast ew ne polîtîka ye, tûndiya nijadperestiyê ye. Yek ji rêgezên bingehîn ên polîtîkayê bicîhanîna pêwîstiyên civakê yên jiyana azad û bi rûmet e, di heman çarçoveyê de polîtîka sererastkirina şaşîtîyên dîrokî yên civakê bingeh digire, çendîn exlaqê civakî û polîtîka bibin yek, ewqas jî rê li ber girtina pirsgirêkên civakî tên girtin. A rast hêzên dewletdar bi pêşengtiya modernîteya kapîtalîst bi qasî ku rê li ber hilweşandina civakan vekirine, ewqas jî rê li ber naskirina polîtîkayê xetimandine, naskirina polîtîka çareseriya pirsgirêkên civakî di nava xwe de dihewîne, polîtîka saziya sereke ya civakê ye, da ku ev sazî nebe bingeheke qayîm a çavkaniya çareseriyê, bi hemû rêbazan rê li ber naskirina wê hatiye girtin, li rojhilata navîn qeyranên ku rûdidin, ji pilaneke polîtîk wêdetir tewşîtiyeke mezin a dewleta netewe ye, mirov nikare rewşa heyî bi polîtîkayê bide pênasekirin, a rast qeyrana heyî encama windabûna qabîliyeta exlaqî û polîtîk e. Bi qasî ku ferd ji qabîliyeta xwe ya polîtîk bireve, ewqas jî dikeve qefesa dekûdolabên dewleta netewe. Vaye li Sûriye rewşeke wiha tê jîyîn, piştî 14 salên rewşa kawos, serhildan û şerê bêserûber, sîstem veguherî şêweyeke radîkal a îslamperestiyê û rê li ber tesfiyekirina şoreşgerên rastîn vekir, çi kesên ku duh li qadên navdewletî pere di berdêla girtina wan de dihatin pêşandan, îro di serwerîya Şamê de behsa avakirina dewletê dikin, di bingeha vê rastiyê de şoreşa ku polîtîk û exlaqê civakî ji dest dayî heye, li ser hesabê gelê Sûriyeyê yê ku banga xistina dîktatorîyê dikir, dîktetorekî nûjen ku bi Îslama siyasî cîlakirî xwe da pêş. Li cihê ku polîtîka berfireh dibe, hêzên dewletdar qels dibin û kêm dibin, di heman demê de bi qasî ku qefesa dewleta netewe fireh dibe, bêhin li polîtîkayê diçike. Li Rojavayê Kurdistan û bakur û rojhilatê Sûriye ev 14 sal in statuyeke polîtîk heye, em dikarin di sedsala 21an de nimûneya herî berbiçav a rêveberiya polîtîk di vê herêmê de bibînin, avakirina civakên exlaqî û polîtîk bi pêşengtiya felsefeya rêber Apo karîbû hemû gelan û pêkhateyan di bin sîwana netewa demokratîk de bicivîne û pirrengiya civakî biparêze, çaxa ku polîtîka û demokrasî di zikhev de bibin weke goşt û hestî, hingê mirov dikare behsa civakeke komînal, wekhev û azad bike, ji ber ku bihara ereban ev yek nekir armanca serhildanên xwe, bi têkçûn û mirinê re rû be rû man û welat dan ber rûxandinê, di heman demê de li şûna ku bibin xwedî projeyeke demokratîk, berovajî wê bê piroje man û di gavavêtinên xwe de xizmeteke mezin dan hêzên kapîtalîst.

Xulase, avakirina civakeke azad hewcedarîya xwe ya mezin ku bikaribe rihê azadiyê bide wê, şêweyê rastîn ê polîtîkaya azad e, ango polîtîkaya xwe dispêre çanda civakê, dîroka civakê û cewherê wê di xwe de dihewîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.