Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişa Şêxmeqsûd komploya navdewletî ye!

14/01/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di roja 6’ê Çile de li Parîsê û bi navbênkariya Amerîka nûnerên hikumeta HTŞ’ê bi nûnerên Îsraîlê re civiyan. Hikumeta çete ya HTŞ’ê bi fermana dewleta Tirk hemû daxwazên Îsraîlê yên derbarê herêma ewle li Başûrê Sûriyê erê kir. Hin xalên civîna Parîsê di ragihanên de bûn rojev, lê hûrgilî û detayên civînê yên veşartî pir in. Lê tê gotin civîn tam li gorî dilê Îsraîlê bi rê ve çûye.

Îcar balkêş bû piştî civîna behsa mijarê bi çend saetan li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş pêk hat. Di êrişê  de dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wê û bihezaran bermahiyên DAIŞ’ê yên xwe di bin navê Artêşa Sûriyê de fermî nîşan didin, cih girtin. Li gorî raporên hin saziyên fermî zêdeyî 42 hezar çete, zêdeyî 100 tangên Tirkiyê, bi dehan balafirên bê mirov ên SÎHA û Akincî, hemû çûreyên çekê giran di êrişê de hatin bikaranîn.

Lê tişta bala mirov dikşîne beriya çima beriya êrişa li dijî Şêxmeqsûd şandeya danûstendinan a QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi navbênkariya Amerîka li Şamê bi rayedarên hikumeta HTŞ’ê re hevdîtin dikirin. Ev jî beşekî planê bû. Aliyên garantor bi vê yekê xwest xwe ji berpirisyariya cihgirtina di êrişan de dûr bixe. Ev jî diyar dike destê gelek aliyan di vê komployê de heye.

Îcar bawer bikin, heger şervanên Fermandar Şehîd Ziyad li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ber xwe nedana wê li Şêxmeqsûd wekî Perava Sûriyê li dijî sivîlan komkujiyên mezin pêk anîbana. Ji ber aramnceke wan heye, mijarekê bixin rojevê ser teslîmkariya hikumeta HTŞ’ê ji Îsraîlê re binixumînin.

Ji ber wê jî berxwedana Asayîşa Helebê û fedekariya fermandar Şehîd Ziyad û Şehîd Deniz rê li ber komkujiyên hîn mestir li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Dibe hin bêjin ma komkujî, hovîtî û talan pêk hatiye. Rast e, lê heger Şehîd Ziyad biryara vekişîna zû daba, wê komkujî li dijî sivîlan gelekî mezin bibaya. Ji ber li gorî plana wan divê bûyer mezin bê nîşandan da itîfaqa HTŞ’ê û Îsraîlê ji rojevê derbixin. Me dît çawa bi serkêşiya Îstixbarata Tirkiyê hêzeke mezin a ragihandina dewletên ereb, di serî de Qeter û Erebistana Siûdiyê, li kêleka ragihandina Tirkiyê û ya hikumeta HTŞ’ê li derdora Şêxmeqsûd bi cih kirin û bi planeke qirêj êrişa li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikirin rojev.

Ji lewma divê em bizanin êrişa li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komployeke mezin a li dijî gelê Kurd û sîstema demokratîk a Rêveberiya Xweser e. Mirov tenê dikare navê komploya navdewletî ya li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lê bike. Ev komplo bi gefên li ser Dêr Hafirê û hewldana derxistina fitneya Kurd-Ereb hîn bi hemû hêza xwe berdewam e.

Esasê kompliyê jî dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên xwe yên qirkirina gelê Kurd de pêk tîne, niha jî dixwaze şerê Şêxmeqsûd wekî nakokiya Kurd-Ereb nîşan bide. Xwe jî wekî dûrî berpirsyariyê ye, nîşan bide. Tişta herî metirsîdar jî dixwazin derbeyê li Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser esasê yekîtiya gelan bi rêve diçe bixîne. Wiha jî zemîna êrişên din li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.