Farûk Sakik
Tirkiye xwestibû û ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve biryar hatibû girtin ku li dijî Kurdan şer bidin destpêkirin.
Ev şerê ku biryar dabûn, diviya ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Hesen Şeybanî ve biketa meriyetê û ji aliyê wî ve bihata birêvebirin.
Ahmed Şaraa yê ku ji bo Kurdan hên jî Colanî ye, ji bo xwe wek nealîgirê şer nîşan bide li gorî Tirkiyê tevgeriya û birêvebirina şer da Şeybanî.
Her tişt piştî civîna Şamê ya 4’ê Çileyê dest pê kir. Dema ku bang li QSD’ê kirin ku were Şamê, li ser 3 xalan li hev kiribûn jî. Rewş û statuya taxên Şexmaqsûd û Eşrefiye jî di nav vê lihevkirinê de bû.
Hêzên navbeynkar biryar dabûn û herdu aliyan jî qebûl kiribûn da ku li Şamê werin gel hev û îmze bikin.
Di kêliyên hevdîtinê de Wezîrê Karê Derve Şeybanî dikeve hundir wezirê parastinê û berpirsyarê îstixbaratê derdixe derve. Piştî demekê vedigere hundir û dibêje; em îmze nakin û em ê di nava xwe de binirxînin piştre bersiv bidin.
Bersiv 2 roj şûnde êrişên 2 taxên Kurdan yên Helebê bû. Bi hemû hovîtiya xwe êriş kirin. Bersiv: wek 300 Spartayiyan ku di dîrokê de wekî yek ji sembolên herî mezin ên berxwedanê tê naskirin bû. Di bin fermandariya Key Leonidas de 300 leşkerên bijare yên Spartayî li hember 100 000 zêdetir leşkerên Persan şer kiribûn.
Ew roj, fermandar Ziyad û hevalên xwe li dijî artêş-çeteyên 2 dewletan berxwedanek dan destpêkirin.
Tê gotin ku gava qasidên Persan ji Leonidas re gotine “Çekên xwe radest bikin”, Leonidas bersiv daye û gotiye: “Werin û bigirin” (bi yunanî: Molon Labe).
Belê bersiva Fermandar Zîyad jî bi vî rengî bû. Wî jî gotibû “Berxwedan Jiyan e”. Ziyad jî dizanibû hejmar û hêza dagirkeran, wek Persiyan zêde ye.
Ji bo Spartayiyan di şer de mirin rûmeta herî mezin bû. Teslîm bûn di ferhenga wan de tune bû. Fermandar Zîyad jî ew roj got di ferhenga Kurdan de jî heman tişt tuneye.
Encam: Di encama hovîtiya mezin de 2 tax hatin wêrankirin, fermandar Ziyad jî bi dehan kes şehîd bûn. Ji gelên taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê ji bo carek din vegerin axa xwe koçber bûn.
Şer bi dawî bû, herkes vegeriya û QSD wek hedef nişanda. Civaka Kurdan bi sîtemkarî û bi bendewarî, lê hin kes jî bi bê wicdanî wan şervanan tewanbarkirin. Wan şervanên ku hênjî birînên wan yên ji Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê nekewînin, sûcdar kirin.
Dibêjin; madem ku roja 4’an hûnê ji taxa vekişiyanan, we çima roja yekem ev biryar negirt. Heger hêzên asayişe vekişiyana wanê hovitiya xwe bidomanda. Hincetên wan jî pir bûn. Bi gotina, ji taxa êrişî me kirine. Anjî bêhincet, wanê hovitiya xwe bidomanda. Enqere ev yek xwestibû û wê pêkbihata. Berxwedanê pêşî li hovîtiyên mezin girt.
QSD dikaribû li hawara wan here? Na..Tirkiyê jî bi dron û SÎHA’yên xwe li benda tevgera QSD’ê bûn, da ku êrişî Rojava bikin. Sedemek pêşî girtina vê komkujiyên diha mezin bû. Sedema dudiyan fizikî midaxle kirin zehmetbû.
Di ragihandina Tirkiyê de her wek QSD’ê şer kirî û têkçûye weşan dikin. Komkujiya sivîlan vedişêrin. Heger dema ku ew vê yeke dikin, em jî QSD’ê tawanbar bikin bê ûcdanî dibe. Divê em li wan şervanên xwe xwedî derkevin.
Dive em bi hêza xwe bawerbin. Komkujiya Helebê carek dinan nişanda ku Rêber Apo çiqas mafdare dema behsa Amerîka û Îsraîl dike. Îsraîl di şahiya xwe ya peymana bi Sûruyê de bû û Amerîka jî di parastina berjewendiyên xwe yê rojhilatê Firatê de bû. Xema wan nebû komkûjî.
Dawî: Em ji Ziyad Heleb ‘lêborîn bixwazin’.






