Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi qasî em rûmeta xwe biparêz in em ê baş bin

14/01/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Palê

Têkoşîna rûmetê ya jina Kurd ev bûye 52 salan berdewam dike. Ji destpêka salên heftî dest bi têkoşînê kirin û berdewam dikin. Çanda berxwedanê ya Jinên Dêrsimî, Zerîfa Koçgirî, Leyla Qasim, Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), jinên Şengalê, Rêwan Kobanê, Avesta Xabûr û heyanî roja îro çileya 2026`an berdewam kir. Jinên Kurd li ber xwe didin, radest nabin û ji bo nekevin destê dijminê xwe jiyana xwe feda dikin. Ew têkoşîna rûmetê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hat meşandin.

Roja 3`ê Cotmehê sala 2013`an Şehîd Roksan Xelîl (Eyşe Ibrahîm) li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra li navçeya Cindirêsê ya Efrînê heyanî guleya xwe ya dawiyê li ber xwe da û ji bo nekeve destê çeteyan de çalakiya fedayî kir. Ew jî keçeke delal a gundê Kaxrê yê navçeya Mabata ya Efrînê ye. Jinên Efrînê ne cara yekeme ku li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra li ber xwe dane û çalakiyên fedayî kirine.

Bila kesek li ser şervanên jin ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê negrî û axîn nekşîne, ji ber wan têkoşîna rûmetê dikir. Xwedî li çanda berxwedanê ya jinên Kurd derketin. Çawa şehîd Roksan Xelîl li hemberî çeteyê Cebhet El-Nusra serê xwe netewand û çalakiya fedayî kir, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî keçên Kurd li dijî heman çeteyan li ber xwe dan û bi rûmet şehîd bûn.

Têkoşîna rûmetê ya Jinên Kurd li hemberî zîhniyeta mêr ya desthilatdariyê tê meşandin. Ji bo jin serê xwe netewînin, radest nebin, lewaz nekevin fêr bibin li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin bi sedan jinên Kurd canê xwe feda kirin.

Jinên Kurd di şoreşa Rojava de li dijberî dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra, çeteyên girêdayî Tirkiyê serî netewandin û heyanî guleya xwe ya dawiyê şer kirin û şehîd bûn.

Ji ber vê yekê em ê li beramberî jinên têkoşer ên serî netewandin û rûmeta xwe parastin bejna xwe bitewînin û rêça wan bişopîn in. Civaka zayendperest jin fêrî koletiyê kiribûn û êdî koletî ji jinan re bibû adet, serê xwe ditewandin, bêdeng diman û radestî mêr dibûn. Jinên Kurd ji bo van adetan bişkîn in destbi şoreşê kirin. Di têkoşîna xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên barbar de van adetan bi bedelên mezin dişkîn in. Êdî jinên Kurd fêrî çanda berxwedanê û têkoşîna leşkerî, siyasî û îdeolojîk bûne. Di şoreşa Rojava de silogana JIN, JIYAN, AZADÎ kirin çand û niha li tevayî cîhanê belav bûye. Di çalakiya bendava Tişrînê ya ku 8`ê Çileya 2025`an destpêkirî gotin:`Bila mirin ji me bitirse` ev jî di têkoşîna jinên Kurd a Şêx Meqsûd de bû çand.

Rûmet parastin bi bedelên mezin tê parastin, lê belê rûmet wê jinê ji qeydên koletiyê rizgar bike. Bila kesek berxwedana jinên Kurd a li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi girî û dilşewatî pêşwazî neke. Jinên canê xwe feda kirin ne ji bo em bigrîn û dilê xwe bişewtînin li ber xwe dan. Ew ji hemû jinên Kurd dixwazin ku soz bidin çanda berxwedanê berdewam bikin, rêça wan bişopînin û rûmeta hemû jinan biparêz in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.