Ahmet Aktaş
Dîroka desthilatiyên tirkan, ji aliyê cîhanê vê tê zanîn ku hemû talan,wêran, qirkerî û dagirkeriye.
Tê gotin, ku di dema êrîşên xan û sergirdeyên wan ên Ewrûpayê de, jiber wahşetên dijwar ên li ser gel, ji bo ku zarokên xwe bixin xewê, êrîşên tirkan dianîn bîra wan û digotin; “heke hûn ranezên, eha leşkerên tirkan tên wê” .
Heman tişt li Kurdistanê jî tên gotin di stranên dengbêjan de, ku dibîjin; “zulma we wek a leşkerê Roma Reş in” !
Newêrîbûn navê “tirkan” bigotana, şwîna wê dibêjîn ROMA REŞ, dibe ku bi vê şêwazê zulma Roma jî nîşan didin.
Ev êrîşên van rojên dawî ku li ser gelê me yên taxên ŞÊXMEQSÛS, EŞREFIYÊ û BENÎ ZÊD ên Helebê tên meşandin, jiber gûman tê de nîne ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, ew zihniyeta wan a wahşeta dîroka wan, tîne bîra mirovan.
Hilbet, ew kiryarên wan ên dijmirovahî yên li Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û hema li hemû Rojava dan meşandin û hîn jî didin meşandin, ji bîra kesî naçe.
Îca însan ji xwe jî dipirse, erê di dîrokê de û nuha jî şer û pevçûn li gelek cih û waran pêkhat û pêktên, lê êrîşkariya bi taybetî li dîjî gelan, baweriyan û bi taybetî li dijî gelê Kurdistanê ya ewqas sal didomê û mayînde ye, gelo çima?
Ew gotina pêşiyên Kurdan tîne bîra mirovan; “kurmê şîrî heta pîrî”, ev tê wateyê ku çavkaniya vê zihniyeta mirovkujî ya desthilatên tirkan, ji dîroka wan a kevnar tê, mîna zarokên ji şîrê diya xwe vîrûsên xwînxwariyê girtibin!
Bê eyb û şerm, li vê dewleta xwe ya xwînrij, navê cumhuriyetê jî lêsiwar kirine.
Lê, em bala xwe didinê ku bingeha xaniyê saziya vê cumhuriyetê, bi naveroka sistema netewdewletê, li ser rijandina xwîn û kuştina gelê Kurdistanê hatiye damezrandin, ev jî tê wateya bi bîrdozî û siyaseta tunekirina nasname û baweriyên gelê Kurdistanê hatiye birêvebirin û hîn jî didomînin.
Çend mînakên balkêeş hene, ku zîhniyet û kiryarên dîroka wan zelaltir nîşin didin.
Gotina ku “me ev doza kurdan kuşt û xist bin xaka Çiyayê Agiriyê û ser wê çimento kir”, “ji bilî Tirkan mafê kesî tine ye ku li vî welatê Tirkiyê bijî” û hwd.
Bûyera Dr.Nûrî Dêrsimî ji hemuya xemgîntir û watedartir e.
Ji bo nekeve destê wan zaliman diçe Urdunê, MITa Tirika ji bo kuştina wî didin pey wî, pêdihese derbasî Libnanê dibe, jiber ku dîsa li pey wî ne derbasî Sûriyê dibe. Weke kesekî jiber şûrê wan filîtî be, naxwazin sax bimîne.
Lê belê gelê me yê ku nuha neviyên wan li Helebê û hemû Rojava berxwedana dîrokî dimeşînin, wî diparêzin ji dewleta tirka ya Kurdkuj.
Dr.Nûri Dêrsimî, di 22.8.1973 de li Helebê xatir ji me dixwaze û nuha di himbêza xaka pîroz a Efrîna birîndar de qehremaniya gelê xwe temaşe dike.
Û vê carê gelê me, wê tola doktor û hemû gelê me ji van dewletên dagirker bistîne û wê zihniyeta wan vê carê serê wan bixwe!
Serkeftina şoreşa Jin Jiyan Azadî jî nêztir bûye!






