Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyama Rêber Apo rêya çareseriya demokratîk ji bo Sûriyê ye

07/01/2026
in ROJEV
A A
Peyama Rêber Apo rêya çareseriya demokratîk ji bo Sûriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Kobanê

Di 30’ê Perfanbara 2025’an de Rêber Apo ji bo sala nû peyamek şand û wiha got: “Em dikevin saleke nû de. Em neçar in ku bînin bîra xwe; seranserî sedsala ku me derbas kir, êrişên emperyalîst û nijadperest di nav hev de pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar de. Ev şer rê li ber hilweşandin û rûxandinên civakî vekir.

Di derbarê Peyama Rêber Apo a ku ji bo sala nû hatî şandin Cîgira Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl bersiva pirsên rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:

Rêber Abdullah Ocalan peyama sersalê da, di peyamê de beşek jê li ser Sûriyê bû û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hûn vê peyamê çawa dinirxînin?

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku destpê kir herî zêde yên ku ji vê bangê sûd girtin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Di heman demê de salek derbas bû li ser desthilata nû ya li şamê re, gelê Sûriyê ev 15 sal in ku li dijî desthilata Baas û sîstema qirêj têkoşîn kirin û xwestin Sûriyê bi rengekî din were bi rêvebirin. Dûrî yek rengî, sîstema desthilatdar û navendî bûyînê xwestin sîstemeke nenavendî, demokratîk, pir alî û tevahî gelê Sûriyê tevlî sîstema nû bibe. Lê wekî ku herkes dizane tişta ku di Sûriyê de rû dayî dûrî encamên Şoreşê bû, ji ber ku hêviya gel hebû ku piştî Şoreşê wê aramî, aştî, wekhevî, azadî û adaleta  pêk were ku tevahî kesên sûcdar ên ku kuştin, revandin û talankirinê dikirin werin dadgeh kirin. Lê mixabin hikumeta ku hat heman zihniyet û sîstem bikar anî, tenê rengekî din lê zêdebû ku bi navê islamê sîstemên xwe birîve dibin, di heman demê de yek reng, yek al, yak ziman û yek rêveberî. Çawa ku banga Aştî û Civaka Demokratîk bandoreke erênî kir em di wê baweriyê de ne ku wê her peyam û analîzên Rêber Apo dike wê bi rengekî erênî werin pêk anîn.

Di peyamê de tê gotin ku pêkanîna Peymana 10’ê Adarê wê pêşiya pêvajoyê veke, gelo sedemên ku nahêlin ev peyam pêk were çine?

Di banga Rêber Apo de û di peyama herî dawî de bal kişand li ser pirsgirêkên li Sûriyê, her wiha peyama 10’ê Adarê ya ku di navbera Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdê û Ehmed Elşera de hatî îmze kirin, heya niha pêk nehatiye, dema pêk were wê gelek pirsgirêkên ku bûne kelem li pêşiya çareseriya pirsgirêka gelê Sûriyê wê ji holê rabin. Wek tê dîtin di peymanê de xalek heye dibêje ku pêwîste gelê kurd bibin xwedî nasname û wek doz were çareserkirin, lê mixabin piştî peyama 10’ê Adarê heya roja îro dema mijar dibe peyam tenê bal dikşînin li ser mijara entegrasyonê, entegrasyona ku ew li ser diaxivin helandina QSD’ê wek artêş, dema daxwaza rakirina çêkê dikin ev tê wateya ji holê rakirin. Heya niha tu gavên erênî ji bo siberoja gelê Sûriyê nehatine avêtin, tevî ku ji milê Rêveberiya Xweser ve gav tên avêtin lê yek aliyê.

Gelek sedem hene ku nahêlin ev peyman pêk were yek jê mûdaxeleya kesan û hêzên derdorê di çarenûsa Sûriyê de, mînaka ber biçav dema şandeyek ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bû û hevdîtin bi Hikumeta Şamê re çêkir, hat dîtin ku piştî wê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dan. Tevî ku peyama 1’ê Nîsanê girêdayî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat îmze kirin ku gel li wir bi aramî jiyan bike. Lê tê dîtin derengmayîn û xemsarî di milê pêkanîna peyaman de tê kirin, ev yek sedema bingehîn ku dewleta Tirk tevlîheviyan derdixe di Sûriyê de, da ku aramî û aştî çênebe. Di heman demê de sedema din ew e ku hemû çete û sûcdaran cihê xwe di nav artêşa Sûriyê de digrin, wê QSD’ê çawa bikaribe li kêleka hin kesan de bisekinin ku ew in yê ku bûn sedema tevahî kiryarên ku Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatîn kirin, lewma destpêkê divê ew kes jî werin dadgeh kirin.

Peyamek ji bo Tirkiyeyê jî heye û dibêje pêwîst e Tirkiyê rolek çêker û avakar bilîze û ev jiyanî ye hûn nêzîkatiya Tirkiyeyê çawa dibînin, dibe ku roleke wiha bilîze yan na?

Dema rê li pêşiya pêvajoyeke bi vî rengî hat vekirin  gelek guhertinên erênî bi xwe re anîn. Di heman demê de pirsgirêkên me du alî ne. Di milekî de pirsgirêka gelekî ku behsa hebûna xwe dike û bi salan têkoşînê dike da ku bibe xwedî nasname û çareserkirina doza gelê kurd. Di heman demê de bi milyonan kes hene li Tirkiyê jî wek gelê kurd Statuya wan a zagonî nayê parastin. Rêber Apo ji salên 93’an ve ji bo aştî her hewildan dikir lê mixabin hewildanên wî dihatin asteng kirin, lê ev nêzî salekiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye lê mixabin careke din yek aliyî ye. Dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîste xwe biguherîne da ku gelên heyî jî bi rengê demokratîk tevlî parlementoyê bibin. Rastî û heqîqeta pêvajoyê ev e pêwîste di vê giraniyê de kar were kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.