Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser ewlebûn ava kir, hikumeta veguhêz êriş pêş xist

04/01/2026
in ROJEV
A A
Rêveberiya Xweser ewlebûn ava kir, hikumeta veguhêz êriş pêş xist
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Nûnerê Rêveberiya Xweser a li Welatên Kendavê Sîhanok Dîbo diyar kir ku piraniya gelên Sûriyê şêwazê Rêveberiya Xweser erê dikin, wekî Sûriyeke nenavendî, demokrasî, pirrengî ku îradeya gel û pirrengiya wê misoger dike û got, “Ger sererastkirinek ji aliyê hikumeta veguhêz ve neyê kirin, wê hemû rê li pêşiyê bê girtin.”

Derbarê ezmûna Rêveberiya Xweser a zêdeyî 11 salan, Nûnerê Rêveberiya Xweser a li Welatên Kendavê Sîhanok Dîbo bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Ev zêdeyî 11 salan Rêveberiya Xweser ezmûneke serkeftî bi dest xistiye, hûn vê ezmûnê çawa dinirxînin? 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 salan li pey xwe dihêle. Di destpêka aloziya Sûriyê de Rêveberiya Xweser xwe wekî formêla çareseriya pirsgirêka Sûriyê, diyar kir. Ew jî di her du milên xwe de, di milê yê ku wekî sembolek dijî rêxistinên tundirew mîna DAIŞ’ê, El-Qaîde, herwisa ew girop û çeteyên tundrew ê pê ve girêdayî ye û temamê îslama siyasî. Ev gavekî ji bo Kurdan taybet li ser destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û dûvre temamî QSD’ê sembolekî mezin bû. Di milê din de jî Rêveberiya Xweser ew bingeha guhertin û veguherîna demokratîk a gelên Sûriyê ku di Adara 2011’an de rabû ku gel guhertinê dixwaze, niha guhertina gel di vê qonaxê de ew formêlekî wê yê çareseriyê ye. Dema gel şoreşa xwe li Sûriyê lidar xist, bingehekî wê yê guhertinê yê sereke hebû, ev guhertin jî Rêveberiya Xweser bû ku îro roj piraniya gelên Sûriyayê şêwazê Rêveberiya Xweser erê dike, wekî Sûriyeke nenavendî, demokrasî, pirrengî ku îradeya gelên Sûriyayê û pirrengiya wê misoger dike, li gorî hevpeymanekî civakî nû. Herwiha piştî serrastkirin kêmasiyên ku derdikeve, di aliyê Rêveberiya Xweser de, ew mînakeke ji bo çareseriyê ye. Di aliyekî din de jî ji bo hêzên demokrasiyê mafê jinê parastin, civakek exlaqî û polîtîkî, ev hemû jî Rêveberiya Xweser wekî ezmûnekî ji bo hemû gelên Sûriyê û gelên herêmê, heta di cîhanê de jî li gorî felsefeyekî xwe dispêre felsefa Jin, Jiyan, Azadî. Ev her sê aliyên sereke ku îro xetmandinekî di pirsgirêkên siyasî û bingehîn ên navnetewî de jî xwe derxistiye. Em karin bibêjin Rêveberiya Xweser ji bo hemû aliyan çi di milê Kurdistanî, Kurdî, Sûrî û heta Rojhilateke Navîn nû de jî li ser bingehê konfedraliya demokratîk, karîbû bibe bersiv.

Ev saleke ku hikumeta veguhêz hatiye ser desthilatdariyê, ev desthilatdarî bi kiryarên ku li ser gelên Sûriyê pêk tîne, dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe, hûn li siyaset û nêzîkatiyên vê desthilatdariyê çawa dinirînin?  

Derfetekî mezin li pêşiya hikumeta demikî ya ku cihê xwe li Şamê digire, vebû, ev piştgirî jî ne tenê ji milê hin welatên xwedî hêzê yên cîhanî ne, lê welatên derdorê yên Erebî û herêmî jî ji vê hikumeta demikî re derfeteke mezin bû. Her kes pir bi erênî ji bo rûxandina rejîma desthilatdar a Baasê nêz bû, ev ji bo me taybet gelê Kurd li Sûriyayê û hemû gelên herêmê jî derfeteke mezin e.

Lê kiryarên hikumeta demikî ji bo gelên Sûriyayê, kiryarên di milê şaş de dimeşe, ger serrastkirinek çênebe di vî milî de û bi berpirsyarî li rêkeftina 10’ê Adarê ne nere, ev hikumeta demikî wê gelekî demikî be, wê tê de xuya bike ku hinek gurevên pêk werîne û derfet li pêşiya wê bê girtin. Carekî din em dibêjin rêkeftina 10’ê Adarê tevî ku hin kiryarên diyaloga niştîmanî Sûrî, piştre ragihandina destûrî û hikumeta berfireh hate avakirin di bin vî navî de, di demên dawiyê de jî parlemeterk şeklî hate avakirin, di baweriya me de ev hemû jî ne alîkarin bi vê rêkeftinê re. Ji bo wê guhertineke cidî ji vê mijarê re pêwîst e. Ger hikumeta demikî xwe nebînî berpirsyar û aliyek ji  bo serrastkirinê û kiryaran berdewam bike, wê temenê wê jî gelekî kurt be. Îro roj gelên Sûriyayê çavên wê li Rêveberiya Xweser e ku bibe mînak û nimûneyek ku li ser Sûriyê hemû were pêkanîn.

Gelo ezmûna Rêveberiya Xweser ji bo giştî Sûriyê çawa ye?

Ger rafirandomek li ser asta Sûriyê giştî were pêkanîn, wê piraniya gelên Sûriyayê bi hemû pêkhateyên wê mînaka Rêveberiya Xweser erê bike. Rêveberiya Xweser ezmûna herî girîng e ku îro hemû aliyên Sûrî û îradeya gelên Sûrî temsîl dike. Ji bo wê em dibînin ew derfet li pêşiya Rêveberiya Xweser heye ku bibe nimûna ji Sûriyê re. Taybet nirxandina hin aliyên navnetewî êdî sar dibe ji milê hikumeta demikî ku hesabê xwe berçav digirin, beramberî wê jî ger Rêveberiya Xweser nebe jî, berê Sûriyê li şerekî xwecihî ye, ew jî dibîne hikumeta demikî bi naveroka xwe ya îslama siyasî dibîne Rêveberiya Xweser wekî kelemek li pêşiya wê yan jî astengiye li pêşiya projeyên îslama siyasî. Sûriyê, herêm û cîhan bi giştî di qonaxekî veguhêz re derbas dibe. Lewra li gorî şert û mercên îro ku derbas dibe, ne mûmkin û hesane ku çareyeke mayînde peyda bibe, îro dibe ku bêtir rê li pêşiya guhertinan vedibe, guhertinên cedî heta bandorekî wê bighêjê û reflêksiyonekî wê li ser nexşeyên Rojhilata Navîn giştî de bike.

Di dawiyê de bangewaziya te ji bo avakirina Sûriya ku li gorî ku tê xwestin çi ye?

Banga me li hemû pêkhateyên Sûrî, hêzên demokrasî û Meclisa Ewlekarî ya navdewletî ku helwestekî cidî were standin. Sûriyê îro hemû dikeve bin sîwana Meclisa Ewlekarî, lewra gereke êdî nêzîkbûnekî cidî û berpirsyarî tê de were pêkanîn. Hem jî rê li pêşiya giropên tundrew, nêzîkatiyên dijminatî û hovanatî ku ji bo pêkhateyên Sûriyê giştî radibe, bigire.  Ev xîtaba nefretê jî were rawestandin. Di heman demê de bangewaziya me piştgiriyeke cidî çêbibe ku ev rêkeftina 10’ê Adarê pêk were bi xwendinekî saxlem û bi hevdure girêdayî be ku ne bibe alîkarî ji bo rê veke li pêşiya projekî reş ku îrada gelên Sûriyê tê çewisandin. Sûriyê çênabe gorî aliyekî yan jî gorî îdyolojiyeke bimeşe, îro ew derfet li pêşiya biratiya gelan, netewên demokrasî û Rêveberiyên Xweser di Sûriyê de heye û vekiriye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.