Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çareserî bi veguherîna qanûnan a berfireh pêkan e’

04/01/2026
in ROJEV
A A
‘Çareserî bi veguherîna qanûnan a berfireh pêkan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya DEM’ê û Parlamenterê Amedê Berdan Ozturk da zanîn ku rastiya vê pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk e, aştî hebûna şer nîşan dide, demokrasî pêdiviya civakê nîşan dide û got, “Hakan Fîdan dixwaze hebûna xwe ya siyasî li ser dijiminatiya gelê Kurd biparêze.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi avakirina Komîsyonê re li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin, pitî derbasbûna zêdetirî şeş heyvan ji hin aliyan ve hewildanên dirêjkirin û xetimandinê tê kirin. Girêdayî vê yekê û idiyayên ku tên kirin Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya DEM’ê û Parlamenterê Amedê Berdan Ozturk bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

– Hûn pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk çawa dinirxînin?

Helbet pêşveçûna pêvajoyê li gor hêviya civakê bi rê ve naçe, gelek hûrguliyên weke qanûnî, siyasî û civakî yê vê pêvajoyê hene, ji ber vê yekê heta ev pêvajo bi serkeftinê dawî nebe wê kêmasî tim hebin. Xeynî birêz Ocalan aktorên din yên weke Bahçeli û desthilatdariya AKP’ê der barê pêvajoyê de gelek tiştan dibêjin lê gotina xwe bicîh naynin. Birêz Ocalan aktorê herî girîng ê vê pêvajoyê ye ku gotina xwe bi cih aniye. Li ser banga wî PKK’yê xwe fes kir, çekên xwe îmha kir, gelê Kurd xwedî li pêvajoyê derket lê aliyên din ên pêvajoyê heta niha gaveke şênber neavêtine. Binêrin şert û mercên birêz Ocalan û aliyên din ên pêvajoyê ne yek in. AKP û MHP kengê  bixwazin daxwuyaniyê bidin didin, kengê bixwazin hevditînê pêk bînin tînin, lê birêz Ocalan xwediyê van şert û mercan nîne. Ev yek jî rê li ber nîqaşan vedike û bandoreke neyînî li pêşveçûna pêvajoyê dike. Ligel vê yekê em bawer in ku yên ji bo ev pêvajo dest pê bike li deriye Îmraliyê xistine wê berpirsiyariyên xwe jî bicih bînin

– Ji bo pêşvebirina pêvajoyê,  Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên girîng avêtin û bi erkên xwe yên serdemê rabûn, pêwîstbû di heman demê de ji aliyên dewletê jî di milê qanûnî de gav hatibana avêtin. Sedema derngmayîna gavavêtinên qanûnî ji milê dewletê ve çi ye?

Weke ku tê zanîn pêvajoya aşitiyê ya ku di navbera salên 2013-2015’an de pêk hat bi destê AKP’ê xera bû, îro jî bi destê dewletê ji nû ve ava dibe. Her çiqas desthilatdar AKP be jî berpirsiyar dewlet e. Ji ber vê yekê desthilatdarî dixwaze ku ev pêvajo li gor daxwazên wê bi rê ve biçe. Desthilatdarî jî dixwaze li gor berjewendiyên xwe yên siyasî gav bavêje û hesabê hilbijartinê, hesabê parastina desthilatdariya xwe dike, hesabê berjewendiyên civakê nake lê daxwaza civakê demokrasî, wekhevî, edalet û azadî ye. Ev jî bi avakirina civaka demokratîk pêkan e. Heger daxwazên aliyekî rêya pêvajoyê diyar bikira pêdivî bi muzakereyê jî tinebû. Heta muzakere berdewam bike daxwazên civakê û  hemû aliyan li ser masê ne. Pêvajo didome.

– Rayedarên Tirk  bi zimanê dijber û têgînên wekî Tirkiye bê teror  nêzî pêvajoyê dibin, Hakan Fîdan jî careke din gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin û rûyê xwe yê rast eşkere kir. Armanca dewletê ji bikaranîna zimanê dijber çi ye û çima destkeftiyên Rojava ji xwe re xeter dibînin?

Ev sed sal in  ji bo ku qetliamên li dijî gelê Kurd meşrû nişan bidin peyva Kurd bikarneanîn, doh peyva eşqiya bikar dianîn, îro jî peyva terorê bikar tînin. Armanca wan ew e ku sebebên polîtîk û dîrokî yên meseleya Kurd neyê rojevê. Berê digotin pirsgirêka Kurd tine ye, hebe jî ji xwe me çareser kiriye. Dixwazin ku meseleyê wek meseleya ewlehiyê nişan bidin, aliyê siyasî yê meseleyê veşêrin.  Dixwazin ku têkiliya tevgera Kurd û meseleya Kurd ji hev qut bikin, lê kes bi vê yekê naxape herkes jî dizane ku hebûna tevgera Kurd encama meseleya Kurd e. Rastiya vê pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk e. Aştî hebûna şer nişan dide, demokrasi pêdiviya civakê nişan dide.

Hişmendiya dewletê ya ku hewl dide ku meseleya Kurd neyine ziman, li ber serê xwe jî Kurdên xwedî statû naxwaze. ji xwe aşkere gotin ku em ê nehêlin ku xelatiya li Başûrê Kurdistanê dubare bibe.  Ji ber vê yekê cîrantiya DAİŞ’ê xwestin lê ya Kurdan nexwestin. Destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava helwesta Hakan Fîdan diyar dike, hêviya statuya li Rojava tirsa Hakan Fîdan zêde dike. Ji ber vê yekê ye ku weke wezîrê karê derve yê Sûriyê tevdigere. Ji ber vê yekê ye hewl didin ku peymana 10’ê Adarê li gor daxwazên xwe dîzayn bikin. Hakan Fîdan dixwaze hebûna xwe siyasî li ser dijiminatiya gelê Kurd biparêze.

– Ji bo pêşvebirina pêvajoyê pêwîst e ji aliyê dewletê ve çi bê kirin?

Berî her tiştî divê dewlet daxwaza civakê ya aştî û demokrasiyê paş guh neke û di vî warî de gavên şênber bavêje. Weke ku me berê jî anî ziman ji bo pêşveçûyina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê ku mafê hêviyê pêk were û birêz Ocalan azad bibe. Meseleya Kurd meseleyeke ewlehiyê nîne, meseleya hiqûq û demokrasiyê ye û çareserî jî bi veguherîna qanûnan a berfireh pêkan e. Ji bo vê yekê divê li ser bingeha wekheviyê entegrasyona civakî were avakirin. Çand û zimanê Kurdî bi salan bi qedexe û astengiyan re rû bi rû ma û gelek caran bû sedema êrişên nijadperestî ji ber vê yekê divê zimanê Kurdî bibe xwediyê statuyeke fermî. Ev yek ji bo wekhevî û avakarina aştiya civakî pêwist e. Her wiha gelek caran bi destên qeyûman îradeya gelê Kurd hate desteserkirin, divê ev polîtikayên qeyûmê bi dawî bibin û xweseriya rêveberiyên heremî xurttir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.