Rojnamevan Rola Mihemed
Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14’ê Cotmeha 2025’an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin. Ji ber nexweşiyê Şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Aykol di Goristana Karşiyakayê ya Enqerê spartin axê.
Rojnamevan Huseyîn Aykol kî ye?
Rojnameger ango nivîskar Huseyîn Aykol di sala 1952’yan de li navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Îzmîrê sê salan Fakulteya Tipê (diktore) xwend bû. Her wiha li Zanîngeha Enqereyê çar salan jî Fakulteya Zanistên Siyasî xwendiya. Berî 12’yê Îlonê li Weşanxaneya Ser wekî wergêr û edîtor xebitî û bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyê. Di dîroka Kurdan û dilê her Rojnemevanekî de mîrata xwe çand. Huseyîn Aykol çapa Tirkî ya kovara Sosyalîzm ku li derdora 40 welatan hate weşandin. Zanebûna xwe Teorî û Pratîkî derxist holê. Piştî ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de nêzîkî 10 salan di girtîgehê de ma, ew vegeriya rojnamevanî û weşangeriyê.
Mamosteyê mezin Huseyîn Aykol xwediyl zanebûneke teorîk û pratîkî bû
Di destpêka salên 1990’î de beşdarî damezrandina rojnameya heftane Rastiya Gel (Halk Gerçegi) bû û piştre xebata xwe ji bo rojnameyên wekî Ozgûr Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî û Yeni Yaşam doman. Di 20 salên borî de, ji bo kovarên mehane, heftane û rojnameyên rojane yên cûr be cûr xebitî.
Her çend Huseyîn Aykol piranî wekî edîtorê nûçeyên cîhanî xebitî jî be, Aykol di heman demê de wekî sernivîskarê hinek rojnameyan jî xebitiye û gelek berhemên wergerandî û yên bi mafên nivîskariyê hatine parastin hene.
Di sala 2024’an de ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên hatine şehîd xistin, pirtûka “Dîroka Çapemeniya Azad” nivîsand û serpêhatiya Çapemeniya Azad a 34 salan vegot. Huseyîn Aykol, di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de bi hezaran şagirt perwerde kir û niha şagirtên wî karê rojnemevaniyê dikin. Di vê pêvajoyê de di derxistina zêdetirî 50 rojnameyên rojane û heftane, kovar û weşanên cuda de bi awayekî çalak cih girt.
Her wiha 36 salên temenê xwe jî, ji bo Çapemeniya Azad ked da û bû hevrê, bû mamosteyê Çapemeniya Azad. Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de got Huseyîn her dem şoreşgerek û mînak bû, keda wî wê her domdar be. Rêber Apo bi xemgînî mirina Huseyîn anî ziman. Ew kesayetekî enternasyonal bû ku jiyana xwe ji şoreş û têkoşînê re terxan kiribû. Kesayetekî ji dil û kedkar bû. Ev rewşenbîr û rojnamegerekî ku bûbû dengê heqîqetê û şoreşgerekî ku şûna wî nayê tijekirinê ye. Me pêşengekî enternasyonalîst winda kir. Di hemû jiyana xwe ya têkoşer de bi pênûs û helwesta xwe her tim bû pêşengek, rê nîşan da û şoreşgerekî mînak e.
Em weke Rojnamevan soza şopandin û gerandina erka wî didin. Mîreteya Aykol niha li ser mile me bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e. Her wiha soza me weke Rojnamevan ew e rêya te rêya me ye Huseyîn Aykol, Apê Mose û Golbet elîersoz. Yên ku pênûs û rêya te bişopînin hene bila dilê te rihet be pêşeng û nasnameya rojnemevanên azad. Yên rastiyê belge dikin û dikevin rêya heqîqetê bi pênûsa xwe dîrokê dineqşînin.






