Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîstiya Sûriyê ne şer e, demokrasî ye..

31/12/2025
in ROJEV
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Piştî bangên pêşeng û rûspîyên Elewiyan li Sûriyê xwepêşandan pêk hatin. Bersiva HTŞ’ê ji bo van xwepêşandanên bêçek û aştiyane, careke din, bikaranîna hêza tûndiyê bû. Wekî ku tê zanîn, Elewî di meha Adarê de rastî komkujiyekê hatin. Elewî bi tevahî bêrêxistin bûn û nizanibûn çi bikin. Bi gelemperî ew di nav tirs, xof û fikaran de mabûn. Lê, HTŞ’ê ne xwediyê hişmendiyekê naskirin an jî tevlîkirina hêmanên cihêreng ên Sûriyê bû. HTŞ’ê rêya tirsandin, bindestkirin û radestgirtina bi darê zorê hilbijart. Çek, zext û qirkirin pirsgirêkên civakî çareser nakin. Dibe ku şêwazekê wan a taktîkî hebe, lê ew gengaziya bidestxistina encamek tendûrist pêşkêş nakin. Ev rêbaz û nêzîkatî ne ku li Tirkiyê, Sûriyê û herêmê bi berfirehî hatine bikar anîn. Sedsalek e, Tirkiye dibêje, “Kurd tune ne, her kes Tirk e.” Yên ku xwe wekî Kurd dinasîn, wekî cudaxwaz û xayîn hatin ragihandin. Êş û wêraniyeke bêhempa çêbû. Lê di dawiyê de, ev rêbaza ne dîtin û derewan encama xwestî neda. Rejîma Baas’ê rêyeke cuda neşopand. Zilm û înkar bi tevahî bi kar anî. Rejîma Baasê endezyariya civakî kir, siyaseta kembera Erebî pêk anî da ku hejmara Kurd kêm bike û gelên Sûriyê xeniqand. Wî rejîmeke yekdest ya zalim ava kir. Di dawiyê de, rejîmên Baas li Iraq û Sûriyê hilweşiyan.

Li Sûriyê guhertinek rejîmê çêbû, lê mixabin, di hişmendiyê de guhertinek çênebû. HTŞ, bi hişmendiyê de, ji rejîma Baasê jî paşverûtir e, hat ser desthilatê. Hişmendiya wan pir navendî û otorîter, ku ol li nijadperestiya ereb zêde dike, tê ferzkirin. HTŞ dikaribû hikûmetek veguhêz ava bikira ku Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û Erebên ku demokrasiyê dixwazin di nav xwe de bigirta. Sûriyê ji bo ku wê bigihîne hilbijartinan, pêdivî bi hikûmetek lihevkirina netewî hebû. Li Sûriyê bi modelek rêveberiyê ku hemû desthilatdariyê di destên xwe de kom dike û komên din ji derve dihêle, aştî û yekîtî nayê bidestxistin. Bi rastîyê de jî tê dîtin, ev nayê bidestxistin. Durzî jî hatin qirkirin û neçar man ku ji bo parastina xwe ji biçin Îsraîlê û penaber bibin. Gelo bindestî û radestgirtina bi zorê dikare di vê serdemê de bibe şewazekî rêveberiyê? Di demên dawî de, li taxên Kurdan ên li Helebê êrîş hene. Qirkirina Kurdên, ku bi salan li wir bi cih bûne û bûne beşek yekgirtî ya civakê, dê kîjan pirsgirêkên Sûriyê çareser bike? Wekî din, li wir danûstandin pêk hatin, û li ser şêwaza ji bo jiyana hevbeş lihevkirinek, hat kirin û peymanek hat îmzekirin. Lê belê ne pabendbûna bi zagonan jiyana hevbeş heye, ne xwestek û ne jî nêzîkbûnekê wisa tên nîşandan. Bê guman, Tirkiye di vê yekê de roleke neyînî dilîze. Lê ravekirina her tiştî tenê bi rêya Tirkiyê pirsgirêkê çareser nake. tevlîhewîyên komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê hene. Her wiha plan hene ku ew tax ji Kurdan bên paqij kirin. Lê hikûmeta Şamê yan di van bûyeran re hevkar e yan jî bê deng dimîne.

Me berê jî gotibû ku Tirkiye pêşeroja Sûriyê tarî dike. Pirsgirêk ne tenê bi dijminatiya Kurdan û qirkirinê ve sînordar e. Stratejiya dewleta Tirkiyê ew e ku Kurdên li Sûriyê têk bibe, wan bê statu bihêle û wan bixe bin serweriya rejîmeke dijwar. Ger rejîmeke dijwar li Sûriyê were pêşde birin, pêşeroja hemû gelên ku l i Sûriyê jiyan dikin dê tarî bibe. Ger hemû gel, bawerî û pêkhate li Sûriyê azad bijîn û rejîmeke demokratîk were damezrandin, ev ê hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo Tirkiyê destkeftiyek be. Gelên Sûriyê yên welatê wan hatiye wêrankirin û dê bêhna xwe vede û vebijêrkekî wan a jiyana hevpar dê ava bib e. Cûdahî dê êdî nebin sedema veqetandin û pevçûnê, û dê li şûna wê bibin çavkaniya dewlemendiyê, reng bidin jiyanê. Hikûmeta Şamê ya veguhêz, bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re li hev kirin û hevpeymana 10’ê Adarê îmze kirin. Ev xalek tê de heye ku agirbestê li tevahî Sûriyê di pejirîn e. Lê, agirbesta li Sûriyê bi rastî nayê bicîhanîn. Xalên din jî bi temamî nehatine meşandin. Civîn bi rêkûpêk di navbera tîmên danûstandinê yên destnîşankirî de nayên lidarxistin. Yan jî, eger ew bi HTŞ’ê ve girêdayî ba, qet civîn û danûstandin pêş ne diketin. Lê, bi navbeynkariya hêzên Hevpeymana Navdewletî hin danûstandin gengaz bûn.

Di danûstandinên destpêkê de, di entegrasyona QSD’ê de israr dikin. Pêşnîyar hat kirin ku ev mijarekê sereke be. Şanda QSD’ê ev yek pejirand. Li ser tevlîbûna hêzên QSD’ê bi şêweyê dabeşkirina nav artêşa Sûriyê de lihevkirinek hat kirin. Lê, dewleta Tirkiye berdewam dike ku asteng bike û şer ferz dike. HTŞ’ê erê dik e, lê Tirkiye dibêje na. Ew bi israr dikin ku QSD bê hilweşandin û ew dikarin wekî takekes tevlî artêşê bibin. Gumanên yên ewlehiyê dixin hincet , ku pêşeroja Sûriyê tarî bike û bixin xeterê. Tirkiyê bi vekirî piştevaniya xwe ji bona komkûjiyên li ser Elewî û Durzîyan dan xuyakirin. Desthiladariya Tirk, ti bertek an jî rexne di derheqê wê mijarê de, ne ragihandîy e. Ew radigihîne ku ew di her şert û mercî de dê pişgirîyê bi  hikûmeta Şamê ya vegûhêz. Ev jî bandorek neyînî li ser nermbûna HTŞ’ê û lêgerîna wê ya ji bo bidestxistina rêyên pêkanîna aştiya navxweyî dike. HTŞ’ê tê neçarkirin ku ji bona qirkirin û komkûjiyê li ser gele Kurd jî bi meşîn e. Elewî jî di dawiya de fêm kirine ku tirs û xof ti sûdê nagihijîne  wan. Ew gihîştine wê astê ku xwe rêxistin bikin û bertekên xwe bidin nîşanî kirin. Gelemperiya Sûriyê  hişmendiya HTŞ’ê na pejirîn e. Kengê cudaxwaz û demokrasîxwezên Sûriyê lihevkirin wê demê pêşeroja Sûriyê dê diyar bib e. Destwerdana hêzên dagirker û biyanî wê demê, dê bê têk birin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.