Ronahî Sadûn
Di nexşeya Sûriyê ya nû de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Sûriyê ya ku beşek ji hikumeta veguhêz e hatibû weşandin, tê de Çiyayên Colanê cih negirtiye, bi vê yekê hikumeta veguhêz dide diyarkirin ku ew daxwaza Colanê nake, herwiha ew ji bo desthilatdariya xwe dikare Sûriyê giştî bide ber bazarê.
Colan
Çiyayên Colanê ku çiyayek li Şamê ye, di navbera Çemê Yermûk li başûr û Çiyayê Hermon li bakur de ye. Ji hêla rêveberî ve beşek ji Parêzgeha Quneytrayê ye û ew beşek ji Sûriyê ye. Di şerê sala 1967’an de, artêşa Îsraîlê du ji sêyan ji wê dagir kir. Ji wê demê ve
Neteweyên Yekbûyî wê wekî axa Sûriyê ya dagirkirî dihesibîne.
Colan bi çavkaniyên av û axê berhemdar e
Çiyayên Colanê bilindahiyeke istratejîk e li başûrê rojavayê Sûriyê. Ew herêmeke çiyayî ye ku dewlemend bi çavkaniyên avê û axa berhemdar. Di heman demê de xwedî girîngiyeke leşkerî û aborî ya mezin e. Ew li ser Îsraîl, Sûrî û Lubnanê ye. Herwiha çavkaniyên Çemê Urdunê û Gola Teberiya kontrol dike.
Çiyayên Golanê şahidê du ji şerên herî mezin ên Ereban Yermûk û Hetîn kiriye. Di seranserê dîrokê de jî ji ber cihê xwe yê istratejîk, erdnîgariya xwe ya bêhempa, dewlemendiya aborî û çavkaniyên avê, sînorê wê hatiye guhertin. Li ser axa wê wargeh hatin avakirin ku ji bo Îsraîlê kûrahiyek berhemdar, depokirinên xwarin û avê, herwiha herêmek parastinê ya girîng pêk anîn.
Colan ji sedî yek rûbera giştî ya Sûriyê pêk tîne
Çiyayên Colan wekî Sûriyê jî tê zanîn, ew li Başûr-Rojavayê Komara Sûriyê, Başûr-Rojhilatê Libnanê, Bakur-Rojhilatê Filistînê û Bakur-Rojavayê Urdunê ye. Rûbera giştî ya Çiyayên Golanê 1860 kîlometre çargoşe ye ku ev jî sedî 1’ê rûbera giştî ya Sûriyê pêk tîne. Îsraîlê di şerê Hezîrana 1967’an de nêzîkî 1250 kîlometre çargoşe ji wê dagir kir û piştî şerê Cotmeha 1973’an Sûriyê 100 kîlometreçargoşe ji wê vegerand. Îsraîl niha nêzîkî 1,176 kîlometre çargoşe ji Çiyayên Colanê dagir kiriye, di nav de 100 kîlometre çargoşe ji herêma bê çek a ku di bin Peymana Agirbestê ya 1949’an de hatiye damezrandin. Ji hêla îdarî ve, Çiyayên Colanê yek ji 13 parêzgehên Sûriyê ye ku paytexta wê Quneytra ye.
Cih û girîngiya wê:
Cihê istratejîk: Li başûrê rojavayê Sûriyê ye û çavdêriya berfireh a deştên derdorê peyda dike, ev yek jî wê dike xaleke çavdêriya leşkerî ya girîng û xaleke berçav a li ser Şamê û hin beşên bakurê Îsraîlê.
Çavkaniyek avê ya girîng: Şaxên wê Çemê Urdunê û Gola Teberiya, du çavkaniyên avê yên girîng ên herêmê, xwedî dikin û ew bi axa xwe ya berhemdar û çavkaniyên dewlemend ên ava şirîn tê nasîn.
Girîngiya aborî: Ji ber çandinî û xwedîkirina ajalan wekî “erdê genim û dewaran” tê zanîn û berhemên çandiniyê yên girîng peyda dike. Herwiha ji bo hilberîna petrol û madenan tê bikaranîn.
Dagirkirina çiyayê Colanê
Îsraîlê di şerê 6 rojan de piraniya Çiyayên Colanê dagir kir û piraniya nifûsa Sûriyê ji cih û warên xwe koçber bûn. Îsraîlê di sala 1981’an de tevlîkirina wê ragihand, lê ev yek ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY ve hate redkirin û biryara 497’an hat derxist ku tê de tevlîkirin bêbandor ragihand.
Di nexşeya Sûriyê de Çiyayê Colanê tune ye
Colanê ji wê demê heya niha di bin serweriya Îsraîlê de ye. Di beriya demeke nêz de jî nexşeya Sûriyê ya nû hat weşandin. Wezareta Derve ya Sûriyê ku beşek ji hikumeta nû ya veguhêz e, di postekê de ku ji bo pîrozkirina rakirina cezayên Amerîka nexşeyek Sûriyê weşand. Di vê nexşeyê de Çiyayên Colan û herêma Îskenderûnê nehatine nivîsandin. Bi vê yekê hikumeta veguhêz dide diyarkirin wekî ku ew daxwaza Colanê nake, herwiha ew ji bo desthilatdariya xwe dikare Sûriyê giştî bide ber bazarê. Di heman demê de aliyên hikumeta veguhêz, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewambar dike ku têkiliya wê bi Îsraîlê heye, lê di nîvisandina vê nexşeyê de tê eşkerekirin ku kî xwedî têkiliye bi Îsraîlê re û kî ne xwedî têkiliye.
Di ecama vê yekê de em dikarin bêjin çareserî ji bo Sûriyê ne bi kirîn û firotinê ye, herwiha ne ji bo berjewendiya ye. Lê çareserî di diyaloga navxweyî de ye.






