Ronahî Sadûn/Qamişlo
Şêwirmendê Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Alan Bego Kîkî diyar kir ku ew baweriya xwe bi Sûriyeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî tînin, ji bo wê her êrişek li ser herêmê, êrişek li ser derfeta çareseriyê ye û got, “Ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkçûna modelên navendîbûnê eşkere dike.”
Derbarê êrişên ku ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, herwiha nepêkanîna peymana 10’ê Adarê ji aliyê hikumeta veguhêz ve, Şêwirmendê Şepêla Pêşeroja Kurdistanê ku hem endamê Encumena Gelan a kantona Cizîrê ye Alan Bego Kîkî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Heger hikumeta veguhêz êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, wê çi sûdê werbigre?
Eger hikumeta veguhêz êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, wê êriş ne ji bo yekbûna xaka Sûriyê bike. Lê belê ji bo bêhêzbûna xwe. Hikumeta veguhêz îro astengdar dimîne ji bo dayîna biryara xweser a niştîmanî. Ji ber ew yekem car e ku rastî têkçûyîna aborî û civakî hatiye. Herwiha ew di kirîzeke nerewabûna li hundir û derve de, dijî. Di nava van şert û mercan de hêzên xwedî kirîzên hundirîn, hewl didin ku destwerdanê bikin, lewra dijminekî di hundirê welat de ji bo xwe çêdikin, da ku çavên derve li ser kirîzên xwe rakin. Bi taybet piştî têkçûna vê hikumetê di êrişa li dijî Durziyan de û ferzkirina wê li ser Siwêdayê. Hem jî dema ku ew di bêdengkirina Elewiyan li Beravê jî têkçû, Elewî dan ber komkujî û kiryarên xerab.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo giştî Sûriyê ezmûneke çawa ye?
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûna rêveberinê bi awayekî aram û birêkûpêk, li ser bingehê pirrengiya neteweyî bi rê ve diçe, heya astekê jî di aliyê xizmetguzarî û ewlehiyê de serkeftî ye. Ev yek jî rikberiyeke li hemberî ezmûna navendîbûnê ya binkeftî. Ji ber vê yekê, êriş hewldanek e ji bo ji nû ve ferizkirina hegemonya bi zorê li şûna çareseriyek siyasî ye. Herwiha peyamek e ji bo hundir ku rejîm hîn jî kare û xwedî hêz û piştgiriya gel e, ew jî di rêya bi karanîna hin eşîran di şer de. Hem jî ew kaxezeke zextê ya danûstandinê ye ku di her çareseriyek dawîn a pêşerojê de, were bikar anîn.
Hebûna çeteyên biyanî û bi taybetî kesên ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de cih digirtin, di nava hikumeta veguhêz de, bandoreke çawa li ser siberoja Sûriyê dike?
Hebûna çekdarên tundrew di nav hikumet û artêşê de ku piraniya wan bi DAIŞ’ê re şer kirine, ev ne tesaduf e, lê belê encama pêvajoyeke dirêj ya domandina tundûtûjiyê li şûna hilweşandina wê ye. Hikumeta demkî ya nû ne ku li dijî tundrewiyê wekî îdeolojiyek şer dike, lê belê wê wekî istismar û amûreke ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bikar tîne. Wê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê li hin deveran berfireh û zindî bibe. Herwiha çeteyên biyanî di nava refên leşkerî û ewlehiyê de bi cilên dewletê bi cih dike. Ji ber vê yekê, em dibînin ku xeterî ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ji bo pêşeroja Sûriyê bi tevahî ye. Ji ber ku tundrewî bi fermanan nayê kontrol kirin, lê bi qanûnê, çalakiya li ser erdê, hesabpirsîn û edaleta veguhêz e. Yên ku wan îro wekî amûran bikar tînin, paşê dibin bar û teqînek navxweyî ku gefê li ser hebûna wan dixwe.
Çima hikumeta veguhêz ji bo berjewendiyên Enqerê li şûna berjewendiyên Sûriyê dixebite?
Lihevhatinek eşkere ya berjewendî û serweriya Tirkiyê bi hikumeta veguhêz re heye ku astengkirina her şêweyek rêveberiya demokratîk û nenavendî ji bo Kurdan û pêkhateyên din, dike. Hikumeta Şamê bi vê yekê xizmeta Tirkiyê dike, di rêya zexta leşkerî û siyasî li ser herêma Rêveberiya Xweser, astengkirina her naskirineke navneteweyî ya ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîşandana pirsgirêka Kurd wekî gefeke ewlehiyê ne wekî mijarek mafên gelekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî û hevkariyek neteweyî. Herwiha bikaranîna hikumeta veguhêz ji hêla Enqerê ve wekî amûrek ji bo şantajê herêmî û ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe ye.
Hikumeta Şamê li ser çar xeyalên siyasî mercan datîne; Li ser westandina Rêveberiya Xweser ji hêla leşkerî, aborî û civakî ve. Li ser guhertina hevpeymaniya navneteweyî û vekişîna wê an jî kirina wan wekî alternatîfek ji QSD’ê. Li ser parçekirina refên Kurdan û têkbirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda de. Herwiha ew bawer dike ku wê hêz ji her çareseriyek siyasî, xurtir be. Lê ev merc wê dem kurt be, ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê projeyek leşkerî ye, lê projeyek civak, rêxistin û îradeya gel e.
Helwesta siyasî ya ku Rêveberiya Xweser temsîl dike ew e ku ne li dû parçekirinê ye wekî ku ew îdîa dikin. Lê ev rêveberî vegera ji bo rewşek dûrxistin û navendîbûnê qebûl nakin. Em baweriya xwe bi Sûriyek yekgirtî, demokratîk û nenavendî tînin. Ji bo wê her êrişek li ser herêmên me, êrişek li ser derfeta çareseriyê ye, ne li ser pirsgirêkê.
Çima hikumeta veguhêz pabendî peymana 10’ê Adarê nabe, herwiha çima agirbestê li ser axa Sûriyê pêk nayîne?
Sedema bingehîn ew e ku peymana 10’ê Adarê ji bo wan ne hilbijartinek stratejîk a rastîn bû, lê belê taktîkî demkî bû. Peyman di bin zextê de li ser wan hate ferzkirin, ne ku ji baweriya wan a bi çareseriyek aştiyane hat kirin. Hikumeta veguhêz peymana 10’ê Adarê qebûl kirin, ji ber ku hevsengiya hêzê di wê gavê de ne di berjewendiya wan de bû û zextek navneteweyî û herêmî hebû ku pêşî li teqînek tevahî li Sûriyê bigirin. Lewra wan xwest ji vê yekê dem bigirn û xwe ji nû ve bi cih bikin. Lê belê, wan qet baweriya xwe bi naveroka wê ya siyasî neanîn, nemaze di derbarê hevkariyek rastîn a bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, naskirina Rêveberiya Xweser wekî rastiyek siyasî û agirbestek berfireh ku dê mantiqa serdestiyê, sînordar bike. Bi gotineke din, wan li ser kaxezê îmze kir, lê wan bi hiş û baweriyê îmze nekir.
Ji ber ku agirbest li seranserî axa Sûriyê, tê vê wateyê; bidawîhatina rewatiya çekan li derveyî çareseriya siyasî, bidawîhatina aboriya qaçaxçîtiyê û aliyan û veguheztina pevçûnê ji meydanê bo maseya danûstandinan. Ev jî ne xizmeta serleşkerên şer û aliyên ku bi ajandeyên biyanî ve girêdayî ne, ne jî tundrewên ku tenê di kaosê de jiyan dikin. Bi taybetî Colanî bandora xwe ji îstîsnaya ewlehiyê û ji ramana ku ew lîstikvanek e ku bi zorê nayê derbaskirin digire û agirbesteke berfireh vê kartê ji destê wî digire. Ya din jî ji ber ku ew hevalbendekî bihêz û rêxistinkirî, mîna QSD’ê naxwazin.
Peymana bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re ne tenê peymanek leşkerî ye, lê belê naskirina hêzek rêxistinkirî, bi projeyek siyasî ya zelal û rêveberiyek ku şiyana xwe ya rêvebirin û şerê çeteyên DAIŞ’ê îsbat kiriye. Ev yek ji bo wan gefek rasterast çêdike, ji ber ku ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkçûna modelên wan eşkere dike. Herwiha nîşan dide ku aramî ne hewceyî tundrewiyê an kaosê ye. Ji ber vê yekê, ew bi qismî peymanê binpê dikin û li hin deveran aloziyê zêde dikin, li hin deveran jî li şûna şerê vekirî siyaseta agir kêm bikar tînin.
Di heman demê de girêdana bi ajandaya Tirkiyê re her pabendbûnek rastîn, têk dibe. Reftara hikumeta veguhêz û Colanî ji vîzyona Tirkiyê nayê veqetandin ku pêkhateya Kurd a rêxistinkirî an jî her formulek demokratîk a nenavendî red dike. Ji ber vê yekê, pêkanîna peymana 10’ê Adarê tê wateya aramkirina eniyan, xurtkirina Rêveberiya Xweser û vekirina rêyek siyasî ya Sûrî-Sûrî. Ev rasterast li dijî berjewendiyên Tirkiyê ye ku Bakurê Sûriyê wekî herêmek zext û kaosê bihêle, rê li ber aramiya demdirêj li wir bigire û wan çeteyan wekî amûrek ji bo danûstandinên xwe bikar bîne. Ya din jî ji ber ku ew li ser demê dirahinîne, ne li ser çareseriyê. Ew li ser guhertina helwesta navneteweyî, westandina Hêzên Sûriya Demokratîk, hilweşîna navxweyî, zexta aborî yan peymaneke herêmî ya ji nişka ve dirahinîn. Ji ber vê yekê, ew pêkanînê paşve dixin, peymanê ji naveroka wê vala dikin û agir di asteke birêvebirinê de dihêlin.
Encama siyasî çi ye?
Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zelalî dibînin ku peymana 10’ê Adarê ji bo çareseriyeke Sûriyê derfeteke rastîn e. Lê ew kesên ku baweriya wan bi hevkariyê nayê, nikarin aştiyê biparêzin. Û ew kesên ku bi hêza çekan dijîn ji şer bêtir ji agirbestê ditirsin. Û nepabendbûna bi peyman û agirbestê re ne qelsiyek di peymanê de ye, lê belê qelsiyek di helwest û îradeya Colanî û hikumeta wî ya veguhêz de ye.






