Ji boyi jiyan bidome û hebuna zindî û nebatan bi dawî nebe hemu candar pêwîstiya xwe bi zêdebunê dibînin. Ji nava candaran de, yek ji wanjî hebuna mirovane ku ya herî zêde pêwîstiya xwe bi zêdebun û mayînde kirinê dibîne. Lê belê zêde kirina mirovan tenê têra jiyankirinê nake. Ji boyi ku mirov bi awayek baş bikaribe bijî û bide jiyan kirin. Pêwîstiya mirovan bi zanînê heye, bê guman her mirovek an ji her candarek xwedî zanebunek baş ya jiyankirinê ye. Lê gelo her kes dikare bi awayek rasti û baş bijî? Ji boyî bersiva vê pirsê girînge ku mirov hinekî li ser xwe û civaka xwe bihizire. Civaka meda zêdebuna nîcel gelek di asta jordaye. Lê ya rasti di asta nîtelîkde em gelek lewazin. Her civak ji boyi baştir û xweştir bikaribe jiyana xwe bidomîne pêwîstiya wê bi zanebunek herî baş heye. Di cavakên meda asta perwerde kirina zarokan daketîye pileya heri jêrîrîn.
Ji boyî pêşerojek me ya baş hebe pêwîstiya me bi zarokên zane hen. Lê gelo em çiqas zarokên xwe ku hêviya pêşerojên mene, em wan perwrde dikin û bi awayek rasti didin xwendin? Rojê çendi kes bi xwendina zarokên xweve an ji zarokanve mijul dibin. Zêdebun ne tenê bedeniye, zêdebuna herî rast a fikiriye. Di civakên meda heskirina li beran berî xwendinê gelek lewaze, em hemu baş dizanin ku sedema wê ji zaroktîva tê. Ger zarok hîn di temenên 6,7 salîde desti bi xwendina pirtukan bikin, an ji dayik bav û mezinên malê wana fêr û mecbûrî xwendinê bikin. Wê demê wê pileya xwendinê di welatê meda derkeve asta heri jorîn.
Ji boyî em rasti bijîn pêwîstiya me hemûyan bi zanebunê heye. Ya herî rasti jî ewe ku em zarokên xwe baş perwerde bikin. Terbiya malbatê perwerda bingehîn a jiyanê ye. Ger îro di civaka meda kêm û kurtasî zêdebin sedema yekem ji xelet perwerde kirina zarokane. Dema ku zarok hîn di rehima dayka xwedene desti bi perwerda yekem tê kirin. Ew dayîk di dema ducaniyê de bi çira û derûniya wê çawanbe wê ew zarok jî wisan were ser ruyê Cîhanê. Nimûne dema dayîk ducanî pêwîste gelek bixwine. Xwe di heri milîda perwerde bike, gelek bi coş û xoroşbe. Ji bere deruniya dayîkê çawanbe di dema ducaniyê de ya zarok jî wisan dibe. Mamusteya yekem a jiyanê dayîke. Ji boyî civakek zane were xwiliqandin beriya her tiştî pêwîste ku dayikên me bi her awayî xwe perwerde bikin ku bikaribin hîn baştir pêşeroja me bixwiliqînin. Di hindirê malê de lazime tu caran zarok bi lêdan û tirsê neyên perwerde kirin. Ji ber ku lêdan û tirs zarokan fêrî derewan dike. Di heman demê da lêdan an ji tirs deruniya zarokan xirabi dike, dema ku zarok hatin tirsan din xwe mecbur hîsdikin ku nerasti biaxivin ji boyî lêdanê nexwin. Ji ber lêdanê zarok dibin kesên derewker. Ji xwe dema ku di zaroktîda fêrî derewan bun, piştî ku mezin bibin ji wê ew taybetimediya xirabi bi wanra dewam bike. Mirovên ku derewan bikin dikarin hemû şêweyên xerabiyan jî bikin. Ji ber wê lazime ku em zarokan netirsînin.
Heman demê de lêdan dibe sedem ku zarok tirsonek û bê cesareti jî bibin. Cesareta wana a li beranberî zanebuna wan kêmdibe. Ji xwe bê hêvî dibin.
Binevş SARYA