Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser jinan de cureyên tundiyan di pergalê de

26/11/2025
in JIN
A A
Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya li Ser jinan de cureyên tundiyan di pergalê de
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Ger di sedsala 21’emîn de jin rûbirûyê tundiyê ne ku tenê di sala 2025’an de zêdeyî 800 û cil milyon jin rastî şideta fîzîkî, cinsî û şideta dîjîtal hatine, wê demê hebûna Rêxistinên Parastina Mafê Mirovan li ku derê rol dilîze? Di vê raporê de em ê cureyên tundiyê yên di pergal û civakê de ku jin rû bi rûyê wan e bînin ziman.

1-Tundiya cesedî/fîzîkî

Tundûtûjiya fizîkî li dijî jinan yek ji pirsgirêkên civakî yên herî girîng li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê ye. Bi hezaran jin hîn jî rojane rastî cûrbecûr cureyên şideta fîzîkî tên, hem di nav malbatê de û hem jî li derveyî malbatê. Tevî hewldanên yasayî û civakî, ev diyarde bi awayên cûda, pir caran dûrî çavên medyayê, berdewam dike.

Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku şideta fîzîkî pir caran bi reftarên hêsan û besît ên wekî pêlkirin û lêdanê dest pê dike. Lê belê ew dikare bibe sedema lêdaneke giran, bikaranîna tiştên tûj, an jî gefên bi çekan.

Pispor piştrast dikin ku sedemên tundûtûjiyê ji xizanî, stresa psîkolojîk û tiryakê tê. Her wiha ji ber kevneşopyên civakî yê ku zihniyeta mêr a serwer di nava civakê de, dibe sedema bikaranîna van tundûtujiyan li ser jin û di hundir malbatê de. di heman demê de girêdanbûyîna jin bi aboriya mêr û malbatê dibe sedem ku ev jin bêdeng bimînin û daxwaza parastin û mafê xwe nekin.

Lêkolînên dawî nîşan didin ku bandorên şideta fîzîkî ne tenê bi birîndarîyên fîzîkî ve sînordar in, lê di heman demê de digihîje nexweşiyên cidî yên psîkolojîk ên wekî depresyon, fikar û nexweşiya stresê yên piştî bûyerê. Ji bilî bandora wê li ser malbat û zarokên ku van kiryaran di hundurê malê de dibînin.

Tevî derxistina qanûnên ji bo parastina jinan li hejmarek welatan, pispor piştrast dikin ku bicîhanîna van qanûnan hîn jî rastî astengiyên têkildarî hişmendiya civakî û mekanîzmayên lawaz ên ragihandin û piştgiriyê tê.

2-Tundiya pîskolojîk û hestiyarî

Armanca vê tundiyê hilweşandina kesayeta jin e û li ser wê kontrolkirine ku di nava xwe de van dihewîne: Heqaret û destdirêjiya devkî, Gef, Kêmkirina ji qîmeta jin, Tecrîdkirin ji malbat û hevalan, Kontrolkirina tevger û hestan, Belavkirina tirs û zexta berdewam.

Her çend hin cureyên şideta fîzîkî ya li dijî jinan di salên dawî de kêm bûne jî, şideta pîskolojîk an hestyarî şêweya herî berbelav û veşartî ya şidetê bi giranî tê pêkanîn. Raportên rêxistinên herêmî û navneteweyî nîşan didin ku ev cure tundûtûjî li jinên bi temen û çînên civakî yên cuda dike tên meşandin. Yanî ne tenê faktoreke temen yan tebeqeyekê digre dest. Bi gelemperî hemû jin rastî wê tên.

Xeteriya wê di bêdengiyê de ye

Pispor tekez dikin ku xetera wê di bêdengiya wê de ye; ew nîşanên fîzîkî yên eşkere li du xwe nahêle, lê birînên kûr ên psîkolojîk dihêle ku başkirin û jê rizgarkirina wan dijwar be.

Tundiya pîskolojîk heqaretên dubarekirî, biçûkxistina jinan, gefxwarin, hewldanên kontrolkirina hûrguliyên jiyana wan, Her wiha tecrîda civakî û lîstina bi hest û hîsan vedihewîne. Ev rêbaz gelek caran wekî amûrên serdestiyê di nav malbatê an têkiliya romantîk de têne bikar anîn, jinê dixin nav çerxek tirs û windakirina baweriya bi xwe.

Lêkolînên pîskolojîk nîşan didin ku jinên ku rastî van binpêkirinan tên, ji fikar, depresyon û nexweşiyên xewê dikişînin, û dibe ku hêza biryardayînê an jî jiyana serbixwe jî winda bikin. Pirî caran ji ber tirsa ji civakê bêdengiyê diparêzin.

3- Tundiya Zayendî/Cinsî

Ev cure tundî ji xetertirîn cureyên tundiyê û şidetê li ser jin e ku him bandorê li ser fîzîk û him jî derûnî û pîskeolojîk dike. Di nava xwe de van dihewîne. Tecawîz, Tacîz, Îstsmara cinsî, Mecbûrkirina pêkanîna cins ku bê daxwaza jinê ye, Tecawîzkirina di zewacê de.

Tundûtûjiya cinsî yek ji binpêkirinên herî giran e ku jin di civakên cûrbecûr de pê re rû bi rû dimînine. ji ber ew di navber êrişa laşî, îstismara psîkolojîk û binpêkirina eşkere ya rûmeta mirovan dihewîne. Tevî hesasiyeta mijarê, raporên mafên mirovan piştrast dikin ku hejmara dozên qeydkirî rastiya rastîn nîşan nade, ji ber ku gelek qurbanî ji tirsa şermezarkirina civakî an kûştinê xwe ji ragihandinê dûr dixin.

Cureyên şîdeta cinsî ji tacîz û êrişê bigire heya îstismara li ser bingeha hêz an gefan diguhere.  Pir caran ji hêla kesên dewlemend ve, têkiliyên nêz yên weke hezkirin û hwd de tên dîtin. Li gelek dewletan ev yek di cihên kar, dibistan, dewletên xizanitiyê jiyan dikin de pêk tê. Jîngeh û cografiya ku tê de serwextbûna civakî, pişgiriya jin, kampanyayên li hember van kiryaran û hesbkirina sûcdaran tê de nîn be, ew welat herî zêde tê de jin rastî van binpêkirinan tên.

4-Tundiya Aborî

Ev yek tê de bêparkirina jinan ji çavkaniyên wan ên darayî an jî kontrolkirina û xwedîderketina li wan tê. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku salane bi hezaran jin rastî kiryarên aborî yên destdirêjî tên, ji rêgirtina li ser xebata jinan bigire heya kontrolkirina mûçeyên wan û heta bêparkirina wan ji mîrat an milkê wan.

Lêkolînên mafên mirovan piştrast dikin ku ev cure tundûtûjî serxwebûna jinan lawaz dike û rasterast bandorê li ser şiyan û hêza wan a biryardana li ser jiyan û pêşeroja wê dike. Şîdeta aborî gelek caran beriya cureyên din ên şîdetê tê, jinan dixe rewşek girêdayîbûna darayî ku nahêle ew gavên ji bo parastina xwe an bidawîkirina têkiliyên destdirêjker biavêjin.

Her wiha rêjeyek mezin ji jinên dixebitin bi zextê re rû bi rû ne ku tevahiya mûçeyên xwe didin mêr an endamên malbata xwe.

5- Şideta Dîjîtal (Sîber/Elketronîk)

Ev cure şidet bi derketina tekneolojiyê re derket pêş. Di nav xwe de van dihewîne: Şantaja elketronîk, Gefên weşandina wêneyên taybet, Çavdêriya berdewam bi rêya cîhazan, Teşhîrkirina li ser internetê, Desthilatdarî û xewsandina elketronîk.

Bi belavbûna zêde ya medyaya civakî re, şîdeta elketronîk bûye yek ji awayên herî gelemperî yên şîdeta li dijî jinan. Ev tundûtûjî ku li pişt perdeya telefonan veşartî ye, bandorên psîkolojîk û civakî dihêle ku ji tundûtûjiya kevneşopî ne kêmtir cidî bin, bi hezaran jinan dike hedefa şantaj, tacîz û heqaretê.

Rêxistinên mafên dîjîtal radigihînin ku giliyên jinan ên derbarê şantaj û tacîza serhêl (hejmarî) li ser platformên dîjîtal de zêdebûnek girîng nîşan didin. Tawankar pir caran wêne an agahiyên kesane yên qurbaniyan bikar tînin da ku wan tehdît bikin an jî wan kontrol bikin.

Pisporên ewlehiya dîjîtal piştrast dikin ku tacîza serhêl di serê lîsteya binpêkirinan de ye, piştî wê jî şantaj, diziya nasnameyê û şopandina dîjîtal tên. Jinên ciwan ên ku li ser platformên medyaya civakî çalaktir in, herî zêde rastî van êrişan tên. Di gelek rewşan de, ev êriş dibin sedema tecrîda civakî ya jinan an jî vekişîna wan ji înternetê ji ber tirsa tacîz an jî heqaretê. Her wiha ger bûyerên şantajê hatin belavkirin di gelek civakên girtî de dibe sedema kuştina jin yan zaroka keç her wiha ji bo jina karmend dibe sedema windakirina xebatê xwe.

6- Tundiya civakî yan çandî

Girêdayî adet û kevneşopiyan e wek: Zewaca bi zorê, Zewaca zû, Tercîha mêran, Astengkirina tevlîbûna civakî ya jinan, Sînordarkirina azadiya tevger, cil û bergan.

Ev cure tundûtûjî, ku pir caran li pişt dirûşmeyên “adet” û “kevneşopiyan” tê veşartin, sînordarkirinên neragihandî li ser jinan ferz dike û maf û derfetên wan di perwerde, kar û jiyana giştî de sînordar dike. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku şîdeta civakî û çandî li dijî jinan di nav malbatê de dest pê dike ku hişmendiya cudakariya zayendî ji zarokatiyê ve bi rêya tercîhkirina mêran û sînordarkirina keçan têne çandin.

Sînordarkirina azadiya tevger û cil û bergan her wiha înkarkirina mafê jinan ji bo biryarên xwe, di nav kiryarên herî berbiçav de ne ku jin di gelek civakan de pê diêşin.

Zewaca zarokan yek ji formên herî giran ên vê tundûtûjiyê ye, keçan ji perwerdeyê bêpar dihêle û wan di demek dirêj de dixe xetereyên tenduristî û psîkolojîk. Lêkolînên civakî nîşan didin ku hin jin bi hincetên çandî mafên mîrat an mafên darayî ji wan tên bêparkirin, rûxmî hebûna qanûnên zelal ku van mafan ji jin re garantî dikin.

7- Tundiya yasayî yan jî sazîcîtiyê

Ev tundûtûjî ne ji kesekî ve tê kirin, lê ji avahiyek yasayî an saziyek fermî tê ku divê berpirsiyarê edalet û parastinê be, ev jî bandorên wê kûrtir û xeternaktir dike.

Tundûtûjiya yasayî gelek şêweyan digire, bi taybetî qanûnên ku di warên wekî rewşa kesane, jinberdan, welayet, netewe (cinsiye) û mîrat de wekhevî li jin û mêran nakin. Li hin welatan, jin hîn jî nikarin neteweya xwe bidin zarokên xwe an jî bi hêsanî ji hevjîna xwe veqetin, lê mêr xwedî insiyatîf û maf in.

Her wiha Tundûtûjiya sazî xwe bi pratîkên rojane di nav saziyên ewlehî, dadwerî, tenduristî û perwerdehiyê de nîşan dide. Gilî û gazindên jinan li qereqolên polîsan dikarin bên paşguhkirin. Her wiha di giliyên dozên şîdeta navmalî de dibe ku bi salan bidomin, û ev yek dibe sedem ku gelek jin ji daxwaza mafên xwe paşve gav biavêjin.

Ev cure tundûtûjî ne tenê rê li ber jinan digire ku mafên xwe bi dest bixin, lê di heman demê de çandeke civakî jî xurt dike ku wan dixe rewşeke ku her tim xwe hîs bike di jêr de ye û di bin desthilatdariya mêr de ye.

8- Tundiya siyasî

Ev cure tundî li derdora durxistina jinan ji beşdarbûna siyasî tê zivirandin ku di van aliyan de pêk tê: Gef, Teşhîrkirin, tundûtûjiya di dema kampanyayên hilbijartê de, durxistina wê di cihgirtina di cihên biryarê û rayedartiyê de.

Her ku hebûna jinan di jiyana giştî de zêde dibe, tundûtûjiya siyasî wekî yek ji astengiyên herî mezin ku di dema hebûna xwe di cihên biryargirtinê de bigre, derdikeve holê. Ev tundûtûjî ku bi awayên rasterast û nerasterast pêk tê, tenê ji ber ku jin in hedef digire. Armanca wê rola jin  qels bike û hebûna wan di qada siyasî de kêm bike. Tundûtûjiya siyasî li dijî jinan di gelek astan de xwe dide der, ji zextên civakî yên ku rê li ber wan digirin ku ji bo wezîfeyê an dengdanê bibin namzed, bigire heya kampanyayên reşkirinê, tacîz û gefên ku namzet û çalakvanên jin rastî wan tên.

Pisporên siyasî bawer dikin ku ev tundûtûjî ne tenê armanc dike ku jinan qels bike, lê belê armanc dike ku avahiyên desthilatdariyê yên kevneşopî yên ku li ser çalakiyên siyasî serdest in jî biparêze.

9-Tundiya li ser bingeha adet û kevneşopiyan

Mînakên wê ev in: zewaca zarokan, zewaca bi darê zorê, tiştên ku jê re “sûcên namûsê” tê gotin, sinetkirina jinan û sînordarkirina azadiya jinan bi navê adetan. Ya herî bi êş jî ku tu jinekê ji rastiya zayendîbûna wê bi rêya sinetkirinê mehrûm bike ye. Ev diyare li gelek welatan heya roja îro tê bikaranîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.