Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê bi boneya 25` ê Mijdarê meşeke girseyî hat lidarxistin

25/11/2025
in JIN
A A
Li Reqayê bi boneya 25` ê Mijdarê meşeke girseyî hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Reqa

Bi boneya 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” meşeke girseyî li bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Meş ji panoramayê heta qada Jina Azad berdewam kir. Di meşê de tevahî jinên Reqa,Tepaqa û Dêrezorê beşdar bûn. Di meşê de dirûşmeyên `jin jiyan azadî` `Bê Serok jiyan nabe` hatin gotin. Herwiha alên YPJ’ê, Kombûna Jinên Zenûbiya û Kongra Star hatin rakirin.

Piştî meş gihaşt qada Jina Azad li wir beşdarvan deqeyekê li ser giyanên şehîdan rawestiyan, piştre li ser navê Kombûna Jinên zenûbya Xod El-Îse axivî.

Xod El Îsa bi xêrhatina tevahiya beşdarvanên meşê kir û wiha domand:”Em jin bi awayek azad di vê meşa dîrokî de bi yek dengî radiwestinç Em ne tenê ji bo birêxistinkirinê ne, lê ji bo ragihandina hêz û sekina xwe li ser piyane û em bang dikin ku jinên sûryê bêdeng nemînin.”

Xod El-îse di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev bû demeke dirêj em rastî neheqî û zilma civakî ya ji aliyê rêjîmê ve tên rêjîma ku hewl daye mafên me sînordar bike û li hemberî me bêdeng maye em weke jinên Sûriyeya demokratîk û piralî , sûriyeke nenavendî ava bikin.”

Piştre Berdevka Rêveberiya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edelet Omer axivî: “Bi boneya 25`ê Mijdarê di kesayeta her sê xwîşkên bîrabal yên ku li beramberî tundiyê bêdeng neman ,yên ku li beranberî destdirêjiyê serî netewandin yên ku li ber desthilatdariyê têkoşîn kirin û bûn sembola têkoşînê bi bîr tînin. Her wiha hemû kesên ku li beranberî tundiyê dimînin li hemberî hişmendiya baviksalarî dimînin û tên qetilkirin em wan bibîr tînin û silavên bê dawî ji hemû jinên ku îro daketine qadan li ser asta cîhanê û ji bo azadiya xwe bidest bixin em wan silav dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.