Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêvebera Navenda Jineolojî li bajarê Dêrikê Sîham Daûd diyar ku Rêber Apo bû mûma ronahîkirina rêya azadiyê li pêşiya jinê, da ku jin bikaribe hemû cûreyên tundiyê bişkîne û hebûna xwe îsbat bike.
Di derbarê tundiya li ser jinê û şikandina qalibên koletiyê Rêvebera Navenda Jineolojî li bajarê Dêrikê Sîham Daûd bersiva pirsên Rojnameya me dan, û hevpeyvîn wiha bû:

-Rêber Apo hertim di lêgerînê deye da ku mafê jinê bidest bixe, heya çi astê felsefeya Rêbertî qalibên koletiyê şikand?
Rêber Apo ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê heya vê kêliya ku em têde jiyan dikin kedeke pir mezin daye, da ku jin azad bibe. Tişta herî bingehîn di civakê de jin e, ji ber ku di dîrokê de wek xwedawend hatiye naskirin û jiyan li derdora wê çêbûye. Hemû berhemên roja îro bi saya keda jina xwedawend e, lewma Rêber Apo li beramberî zanistên civakî yên ku xwe dispêrên hişmendiya dewlet û desthilatdariyê zanista Jineolojî li pêşxist. Zanista Jineolojî xwe dispîre rastiyên ku li derdora jinê hene. Rêber Apo ji bo jinê hin rêbaz dane pêş, wek rêbazê Mîteolojî ku tê de çîrokên heyî jin bigre dest û li ser wî esasî şîrove bike. Di heman de demê de jî Rêber Apo di nameya xwe ya dawî de jî anîbû ziman ku hebûn û nasnameya jinê ji hev dûrketine pêwîste nêzî hev bibin. Heya ku em bikaribin hemû rengên tundiyê li ser jin, civak û mirovahiyê rakin xwendina rast a dîrokê pêwîst e, bi teybet di şexsê jinê de ku di dîrokê de çawa bû û çi hat serê wê. Ji bo vê yekê Rêber Apo hertim bal dikşîne ser xwendina dîrokê û dibêje ku dîrok çîrokên miriyan vedibêje ji kesên sax re. Tê dîtin di dîrokê de jina xwedawend jineke azad bû di cih û dema guncaw de dikarîbû biryarên xwe bide. Niha jî bi saya Rêber Apo jin têkoşîna xwe zêde dike û serî natewîne li pêşiya hemû rengên tundiyê.
-Bi saya şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tundya li dijî jinê pir kêm bûye, lê hîn jî tam ji holê ranebûye, gelo sedemên ku dihêlin tundî li dijî jinê pêk were çiye?
Felsefeya Rêber Apo xwe dispêre xaleke bingehîn ew jî jina azad e, di van 50 salên dawî de gelek guhertin di civaka me de çêbûye. Jina ku rahiştî çekê û berê xwe dayî çiyayên azad hêza xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo girt, heya roja me ya îro jî gelek guhertin û veguhertinên erênî çêbûne. Lê li beramberî 5 hezar sal bi kolekirina jinan û kedîkirina civakê li ser hizrekî ku jin tenê alava anîna zarokaye, hebûn û tunebûna wê di destê mêr de ye, helbet mirov nikare di nava rojekî de vê hişmendiyê biguhere. Lê îro roj tê dîtin jin cihê xwe di hemû saziyan de digre û hebûna xwe îsbat dike. Di heman demê de jinê di şoreşê de bedelên gelekî mezin dan û cihê xwe di qadên herî girîng de girtin, wek qada siyasî ya ku hertim mêr digot tenê qada min. Lê tê dîtin ku jin îro derdikeve pêş û bi hêzeke mezin nirxandinên siyasî dike.
Her jinek ku baweriya xwe bi fikirê Rêber Apo, îrade, nasname û hebûna xwe aniye erkê wê ew e ku destê hemû jinên di nav civakê de bigre û wan ji tarîtiyê derxe û ber bi ronahî û azadiyê ve bibe. Ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Sîstma sermeyandar bû sedem ku mêr bibe kujerê jinê û heya ev yek rabe ked û têkoşîn pêwîst e.
– Li herêmên dagirkirî rojane bûyerên kuştin, revandin, îşkencekirin di derheqê jinan de pêk tên. Çima qanûnên li dijî tundiyê, bi taybet rêxistinên parastina mafê jinan bandorê li ser kiryarên ku di der heqê jina de pêk tên, nake?
Li beramberî hişmendiyekî bi vî rengî têkoşîn û kedeke pir mezin pêwîst e, divê mirov bi jinê bawer bibe heya ku bikaribe zagonên wê pêk bînin. Çeteyên ku cihê xwe di herêmên dagirkerî de digrin hebûna xwe li ser esasê tunebûna jinê didin avakirin. Heger em li dîrokê vegerin jî di şeran de hetim jin rastî tundiyê hatine, wek kole di nava kolanan de hatine firotin û ji bo fihûşê dihatin bikar anîn, dîrok di van herêmên dagirkerî de careke din dûbare dibe. Di heman demê de tê dîtin nêzîkatiyên hikumeta Şamê dema mijar dibe jin qebûl nake, ev yek diyar dike ku di demên pêş de wê qanûnên jinê jî qebûl neke. Ji ber ku ew li ser hişmendiyekî rabûne ku me jin wek şensekî ji xwe re dîtiye di nava şer de û li gor xwe ez ê wê bikar bînim û biryaran di derheqê wê de bidim. Em jin pêwîst e hebûna xwe di demên pêş de îsbat bikin ku Şoreşa Jin bibe çareserî ji bo tevahiya jinên Sûriyê da ku bikaribin tevger bikin û civakeke azad li ser esasê nirxên jinên xwedawend bidin avakirin.
-Pêwîst e jin bi rol û erkekî çawa rabe heya ku bikaribe dawî li tundiya li dijî xwe bîne?
Erkê bingehîn ê ku dikeve ser milê jinê xwe perwerdekirine, ji ber ku bi rêya perwerdekirinê asoya jin berfireh dibe û dikare rê û rêbazên guncaw hilbijêre da ku li ber xwe bide û bandorê bi rengekî erênî li derdora xwe jî bike. Jin pêwîst e rêxistina xwe çêbikin da ku hêza xwe ji wê rêxistinê bigrin, bi aqilê kolektîv tev bigerin û di nav civakê de jî bidin avakirin. Di heman demê de dema jin xwe perwerde bike wê bikaribe xwe biparêze jî. Ya girîng ji xwe dest pê bike û ber bi azadiyê giştî ve biçe.






