Dîlan Mulhim\Qamişlo
Piştî ketina rêjîma Baas û hatina HTŞ’ê kiryarên wê yên li dijî gelê Sûriyê û jinan ranewestiyan ne. Ji destpêka hatine HTŞ’ê li seranserî Sûriyê 10 hezar û 955 kes hatine kuştin, ji wan 8 hezar û 422 jê sivîl in, di nav wan de 463 zarok û 636 jin hene.
Li Sûriyê tundiya li dijî jinan, yek ji çavkaniyên sereke yên qeyrana welat e. Li Sûriyeyê di salên dawî de du caran rêveberî guherî, HTŞ’ê piştî rêjîma Baasê hat ser desthildariya Sûriyê. Herwiha polîtîkayên jinan ên her du rêjîman jî di bingeha xwe de li ser heman xetê ne. Di vê wateyê de, di polîtîkayên jinan ên her du rêveberiyan de jî nêzikatiyên îdeolojîk ên wekhev hene; ev têgihîştina ku hev xurt dike, pergala îro bi qalibên ku ji rabirdûyê girtiyê, bi şêwe dike.
Kiryarên HTŞ’ê
Lêbelê piştî êrîşa 13’ê Tîrmeha 2025’an, komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê li dijî jinên li Siwêdayê serî li pêkanînên tolhildanê dan. Li herêmê bûyerên revandin, kuştin û tecawizkirina li dijî jinan qewimîn. Jinên ku neçar man ji gundên xwe koçber bibin û xwe spartin navend û stargehên jî rastî binpêkirinên giran ên li dijî azadiya xwe hatin. Pêkanînên mîna çavdêriya tundî û qedexeyên li ser tevgerê veguherîn gefê li ewlehiya jinan a fîzîkî û derûnî. Polîtîkayên li dijî jinan ên komên çete yên HTŞ’ê, herî zêde li herêmên Elewî û Durzî diyarker bûn. Heman tiştên ku li dijî jinên Ezidî hatin pêkanîn, li ser jinên Durzî û Elewî jî hatin kirin. Bi dehan jin hatin revandin û tecawizkirin û komên çeteyan van jinan di bazarên ku nava xwe de ava kirine jinan li bazaran pêşkeş dikirin. Tundiya li dijî Suweydayê, belavî tevahiya herêmê bû. Jin û ku di nexweşxane, navendên perwerdeyê û qadên din ên giştî de xebat dimeşandin, bi hovane hatin qetilkirin.
HTŞ’ê ku li Suweydayê tundiyê veguherand faktorek diyarker, îro jî kiryarên xwe yên zextker didomîne. Ev rêxistina ku beşek mezin ji Sûriyeyê ji bo jinan veguherandiye dojehek, di hawirdorek ku tundiye asayî kir de, veguherî hezêke herî zêde jinan hedef digre. Komkujî û tecawiza ku bi şer re li Suweydayê qewimî, li ser malbatan zextek mezin çêkir û di encamê de tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Jinên Durzî ji ber zext û êrîşên hovane yên komên cîhadîst li ser malbatên wan dikin, bi vî rengî di navenda tundiyê de hatin asêkirin. Ev tablo, bi awayek zelal rewşa rast a herêmê radixe ber çavan.
Bi hatina HTŞ’ ê ya ser desthilatariyê heta niha, 751 jin li deverên di bin kontrola wê de hatin kuştin, revandin an jî windakirin. Herwiha 650 kes li deverên di bin kontrola wê de hatine kuştin. Li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya di nava qurbaniyan de 127 jin hene ku li qadê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta veguhêz ve hatin darvekirin
Tenê li Siwêdayê ji aliyê HTŞ‘ê ve 130 jin hatin kuştin. Piraniya 520 kuştinên din li Şam û gundewarên wê, Hama, Hums, Lazkiye, Tartus, Idlib û Helebê pêk hatin. Sedemên wan ji teqînên ku ji ber bermahiyên şer, gulebaranên ketober û kuştinên tolhildan an jî mezhebî, ji bilî kuştinên ku ji ber tundiya navmalî û civakî pêk tên.
Ji Sibata 2025’an ve li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê herî kêm 36 jinên Elewî hatine revandin, temenên wan ji 3 heta 40 salî ye.
Di Hezîrana 2025’an de, di dema êrîşan de herî kêm 33 jinên Elewî hatine revandin û hinek ji wan birine Îdlibê û yên din jî birine derveyî Sûriyê.
Tevî vê rewşê jî rêxistinên ku binpêkirinên li dijî jinan belge dikin tune ne, hikumeta veguhêz a Sûriyê jî bidestxistina agahiyan asteng dike. Li bajarên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jinên ciwan di rewşên nezelal de hatin revandin. Ji bo wan tu lêpirsîn û lêkolînên ku bikarin cezayên wan diyar bikin, nehatin kirin.
Ji van rewşan, 8 bûyerên revandinê bi awayekî zelal û berçav hatine belgekirin, ew jî 5 jin û 3 zarok bûn. Li hemberî vê jî hêzên ewlekariyê tu lêpirsîn nekirin.
ji serê salê heta niha li Siwêdayê 65 jin windane
Li başûrê Sûriyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka îsal ve 65 jin hatine windakirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî revandin an windabûna 97 kesan ji Çileya borî ve belge kirin.
Li kêleka tundiya bedenî, jinên Sûriyê her tim rastî paşguhkirina siyasî tên. Tevî rola wan a dîrokî di hemû aliyê jiyanê de, lê belê di serdema Baas de ew hatin sînordarkirin û di saziyên rejîmê de tenê bi awayekî şiklî beşdar dibin.
Dûrxistina siyasî
Piştî ketina rejîma Baas, jin bi temamî ji qada siyasî ya qonaxa veguhêz hatin dûrixstin. Di 1949’an de mafê dengdanê ji bo jinan hat dayîn û di 1958’an de ji bo cara yekê derbasî parlamentoyê bûn. Lê tevî wê jî, nûnertiya jinan di parlamentoyê de lewaz bû, rêjeya nûnertiya wan di serdema Baas de ji sedî 6 heta ji sedî 13 bû. Di hilbijartinên yekemîn ên qaşo “Meclisa Gel”a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji 119 kursiyan jinan tenê 6 kursî bi dest xistin, tevî ku rêjeya jinan a namzetan ji sedî 14 bû. Ev jî ji ber sîstema ne rasterast a hilbijartinan, tunebûna qotaya jinan û zayendperestiyê ye.
Piştî ku 8’ê Kanûna 2024’an de Hikumeta veguhêz a Sûriyê hat ser desthildariyê, heta 8’ê Cotmeha 2025’an li Sûriyê , sûcên edlî yên ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatine kirin û kuştina mirovan zêde bûn e. Di nava vê demê de, 50 jin di nav de 359 kes hatin kuştin.






