Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala Jin ji 14 salan ve di çareserkirina pirisgirêkên civakî de, rola xwe leyist

24/11/2025
in JIN
A A
Mala Jin ji 14 salan ve di çareserkirina pirisgirêkên civakî de, rola xwe leyist
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Rêveberiya mala jin a Qamişlo Mebrûk Ibirahîm diyar kir ku bi gelek awayan pirisgirêk ji wan re tên lê herî zêde pirisgirêkên di navber jin û mêr in û wiha got: “Tundî di gelek aliyan de li ser jinê tê meşandin, ji wan a herî xirab jî heqaret lê kirin û gefxwarina zilam li ser jinê ye”.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê Mala Jin hat vekirin. Herwiha ev sazî girîngî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest, biparêze. Mala Jin di 20’ê Adara 2011’an de xwe yekem car li bajarê Qamişloyê bi rêxistin kir û şaxên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Di derbarê kar û xebatên xwe de Rêveberiya Mala Jin a Qamişlo Mebrûk Birahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelek pirisgirêk ji me re tên’

Rêveberiya mala jin a Qamişlo Mebrûk Birahîm diyar kir ku Kar û xebatên wan yên mala jin bi awayekî baş tê meşandin û wiha got: “Her tim malbat, jin, zilam, zarok û çi kesekî di nav civakê de dema pirsgirêk derdikevin; Xwe li mala jinê digire. Ji xwe kar û xebatên me ji aliyê pirsgirêkên ku di civakê de derdikevin re em têkildar diibin. Gelek pirisgirêk ji me re tên, lê gelek caran pirisgirêg li ser jin û mêr in û herwiha tundiya li ser jinê, jinên ku di encama sedemên civakî de ku neçar dimînin ji mal derkevin û pirisgirêkên di nav malbatê de derdikevin jî xwe digihînin me. Di heman demê de pirisgirêkên jin û mêr ku ji aliyên dibêjin em nikarin jiyana xwe bi hev re derbas bikin, ji aliyê berdanê û tundiyê û hwd ve xwe digihînin me. Em jî wek mala jinê tiştên ku em dikarin em didin meşandin û çareser dikin. Dema ku em pirisgirêkekê çareser bikin yan jî bidin meşandin şert û mercên xwe em bi wan re parve dikin, da ku ew pirisgirêk were çareserkirin. Dema ku pirsgirêk mezin bibe û çareser nebe jî em wan hildidin dadgehê û dadgeh bi karê xwe radibe.”

‘Gelek awayên tundiyê li ser jinê tên meşandin’

 Mebrûk anî ziman ku bi gelek awayan tundî li ser jinê tê kirin û wiha berdewam kir: “Tundiya li ser jinê ji aliyê pirsgirêkên gerdûnî yên girêdayî rûmet, mirovahî, mafên bingehîn û rêveberiyê hwd de hat belavkirin. Ne tenê tundî li ser jinê hene herwiha bandorên tundiyê yên fîzîkî, derûnî, devokî jî hene. Ji aliyê tundiyên fîzîkî ku li ser jinê tê kirin bi awayên îşkence, tundiya piskolojîk di heman demê de jî tundiya derûnî û devokî bi gelek awayan heye. Ji wan rêbazên herî bi hov ku zilam li jinê gef û heqaretê dike. Herwiha zewaca jinên ku di temenê biçûk de wê dizewicînin û tundiya adat û kevneşopiyên berê ku malbat li ser jinê didin meşandin hene, ev qas tundî hîna di jiyanê de hene û hîna bi jinê û di nava pergalê de jî derbas dibin.”

‘Divê civak hîna ji wê hişmendiya berê derkeve’

Mebrûk Ibirahîm da zanîn ku simîner her tim ji bo jinan bên dayîn û wiha bi dawî kir: “Di pêşîgirtina van diyardeyên ku di civakê de rû dikin de, divê semîner werin dayîn herwiha divê ev semîner ne tenê di mala jin de bên dayîn. Komîn cihê herî sereke û ji gel û jin ve nêz e, divê di rêya komînan û saziyan ev semîner bên dayîn. Çawa jin xwe li hember van diyardeyan biparêzin û li hember civakê û hişmendiya zilamperest têkoşînê bikin.

Divê civak ji wê hişmendiya berê derkeve û were hişiyarkirin, di heman demê de hin jin jî hene divê werin hişiyarkirin ji ber ku pir ji hene ne di ferqa ev tundiya ku li ser wê tê pêkanîn de ne, her çiqas jin li hember van diyarde û hişmendiyan serwext be, ewqas dikare xwe biparêze û van hişmendiyan bi têkoşîna xwe red bike. heyanî astekê jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di van aliyan de xwe perwerde kirine û hişyar in. ev yek jî helbet bi hebûn û hêza sazî û rêxistinên jin re hatiye mezinkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.