Esmiha Gedro/Reqa
Li Bajarê Reqayê bi boneya 25′ ê mijdarê Ofîsa jin ya meclisa sûriya demokratîk di bin dirûşmeya “Jina sûrî di navbera tundûtûjiya siyasî û avakirina sûriyeya nû” de panêlek lidar xist.
Destpêkê rewşa siyasî ji aliyê hevseroka Ofîsa jinan a meclisa Sûriyeya demokratîk Cîhan Xidro ve hat xwendin. Di panêlê de nûnerên zanîngeha kobanê, nûnerên zanîngeha El-Şerq Endamên Rêxistinên Sivîl ,Endamên partiya siyasî,Nûnerên Rêveberiya xweser, rêxistinên sivîl ji berava Sûriyayê û Şamê amade bûn.
Piştre li ser tundiyên siyasî û bandora wê li ser mafên jinên Sûriyeyê ji aliyê nûnera tevgera sivîl a demokratîk a parêzgeha Şamê Zibeyîde Cemîl El-Qeblan ve hat şîrovekirin. Mijara duyem li ser “Jinên Sûrî û rola wan di avakirina Sûriya nû de ” ji aliyê Fehîme El-Casim Hevseroka meclisa Gel a kantona Reqayê ve hat xwendin.

Fehima El Casim got:”ku lêkolînên cîhanî îspat kirine ku welatên ku di nav hikûmet û saziyên siyasî de nûnertiya adil a jinan bi dest dixin, dibin şahidê mezinbûna aborî û civakî ya mezintir, ji ber pejirandina siyasetên berfirehtir ku hewcedariyên hemû beşên civakê li ber çavan digirin. Ezmûnên gelek welatên ku ji krîz û nakokiyan derketine nîşan didin ku beşdarbûna jinan di danûstandinên aştiyê û biryargirtinê de rasterast bûye sedema bidestxistina aramiya siyasî û civakî û da zanîn ku ev model dikarin ji bo Sûriyê referasyoneke girîng pêk bînin.
Fehîme El-Cesim di dawiya de wiha got: bilindkirina rola jinan di jiyana siyasî de ji bo avakirina dewleteke dadperwer û demokratîk pêwîst e û meclisên Gelan li Reqayê bi berdewamî kar dike ji bo berfirehkirina çarçoweya beşdariya jinan di warên cuda yên siyasî de û xebata civakî de pêk werin.
Di derbarê vê panelê de Endama desteya serokatiya MSD’ ê Şêro Osê ji rojnameya me re axivî:

Şêro Osî wiha got:”Bi rastî jî weke em dizanin roja 25′ ê mijdarê roja tundiya li dijî jinê ye.” Em îro weke ofîsa jin ya meclisa sûriya demokratîk me panêlek çêkir.Bi amadebûna 100 jin ji hemû pêkhateyan û ji hemû parêzgehên sûriyê livê panêlê hazir bûn.
Şêro Osî axaftina xwe wiha berdewam kir:Bi rastî jî em dibînin ku ev rojek pir girînge bi taybet jî piştî sûrî kete pêvajoyeke nû û pir gavên dîrokî pêre hatin avêtin ,berî wê jî zêdeyî 56′ salan jinên sûrî ji gelek tiştan hatine mehrûm kirin ,yek jê qanûna rewşa kesane di vê wextê de pir jin hatin zilmandin ya din jî Adet û kevneşopiyên ku li ser civakê dîsa jî jina sûrî hat zilmandin,ya sêyem jî bi navê Dîn jina sûrî hatî pelçiqandin. Bi hezaran jinên sûrî hatin koçberkirin û hijmarek zêde jin di bin navê namûsê de hatin qetilkirin in.”
Cara yekem bi saya şoreşa Rojava jin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jin daketin qadan. Heman demê de jinên sûriyê jî cesaret girtin ku îro li qadan dewa mafê xwe dikin. Îro em weke jin lihev kombûne hemû jinên partiyên siyasî jinên siyasetmedar ji bo ku em bi destekî tundiya li ser jinê rakin.






