Arîn Koçer
Lİ Komara Domînîkê sê xwişkên Mîrabal 25’ê Mijdara 1960’an ji hêla hêzên dîktotar Rafael Turujillo ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Wê qet ew komkujî neyê jibîrkirin. Ji ber di hişê civakan de bi cih bûye û jin ji kûrahî de birîndar kirine. Hîn jî ew birîn derman nebûne û qetilkirina jinan dewam dike. Tenê bi jiholêrakirina hişmendiya şerxwaz û kujer dikare mirov dikare wan qetilkirinan bi dawî bike, birîna jinan û civakê baş bike. Her sal 25’ê Mijdarê li ser esasê bîranîna her sê jinên têkoşer weke Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê tê pêşwazîkirin.
Weke jineke Kurd û têkoşer ez roja qetilkirina her sê jinên azadîxwaz Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabal bi tundî şermezar dikim. Weke şoreşgerên jin di xeta Apoyî de em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinê ya di şexsê Patrîa, Mînerva û Marîa ku weke sê xwişkên Mîrabal tên naskirin de ji her demê bêhtir xurt bikin. Ji bo dawî li hemû rengê şer û tundiyê were, mirovahî ji bin zexta desthilatdarî û koletiyê rizgar bibe em ê berxwedana xwe ya rêxistinkirî bilind bikin. Êdî wê ti jin tundiya li ser xwe weke “qeder” nebînin. Em weke şagirt û şervanên Sarayan li her deverê bi serwextbûna “azadiya jinê azadiya civakê ye” erkên xwe yên dîrokî pêk tînin.
Rêber Apo yê rêya azadiyê heya dawiyê ji jinê re vekir. Bi fikir û îdeolojiya xwe vê rêyê rohnî dike û diyar dike ku eger mêr hewl bide xwe bide efûkirin, divê civakî bibe. Rêbertî dibêje, “Mêrê dikuje çawa dikare bêje ku hez dike? Ma yê hez dike dikare bikuje?”
Li ser vê hevok û pirsa Rêber Apo pir fikirîm. Bi rastî çawa mêr dikare jina ku pêre dijî û dibêje ku jê hez dike dikuje? Ez dibêjim naxwe di vir de xapandineke pir mezin heye. Hewce ye hemû jin vê zanibin û li lêgerîna xwe ya rast û heqîqî xurt bikin.
Jin bi munasebeta 25’ê Mijdarê her sal li qadan bi aktîvîteyên cihêreng berteka xwe ya li hember tundiya li ser jinê nîşan didin. Ji bo rêxistinbûna xwe pêş bixin û li dijî zîhniyeta mêrperest parastina xwe xurt bikin dengê xwe bilind dikin.
Em ê weke jinên Kurd û yên Rojhilata Navîn di bin ala Tevgera Azadiya Jinan de têkoşîna xwe bilind bikin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em ê jinan ji koledariya 30 hezar salan xelas bikin û hişmendiya mêrê serwer bi temamî tine bikin. Di jiyana wê di pêşengiya jinan de ava bibe, azadî, wekhevî û edalet wê hîmên esasî bin. Em ê di vê têkoşîn û berxwedana bi rûmet de israr bikin.






