Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di nava tundiyê de em serkeftinên mezin pêk tînin’

23/11/2025
in JIN
A A
‘Di nava tundiyê de em serkeftinên mezin pêk tînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi hatin Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan 25`ê Mijdarê jinan tekez kirin ku tevî binpêkirin û tundiya ku ser wan pêk tê, di nava vê tundiyê de gelek serkeftinan pêk tînin û gotin: “Di nava tundiyê de em serkeftinên mezin pêk tînin.”

Têkoşîna jinan ya ji bo maf û azadiyê bi hezaran salan berdewame, lê li aliyê din jî tundutijî û êrişên zihniyeta baviksalarî jî zêde bûne. Qetilkirina xwişkên Mîrabel piştî 64 salan di qetilkirina Nagîhan, Jîna û Hevrîn de dubare dibe.

Şîdeta mêrên serdest bûye çavkaniya hemû krîzên kûr ên mirovahiyê, sîstema baviksalarî ya ku li ser jinê tê ferzkirin û bingeha hemû cureyên qirkirin û komkujiyên li ser jin, ax û xweza, civak û neteweyan e. Lê tecrûbeya dîrokî ya xebatên azadiya jinê û raperîna şoreşgerên jin, israra jinê ya ji bo bidestxistina jiyaneke bi rûmet û azad nîşan dide.

Di Şoreşa Rojava de ku weke şoreşa jinê ya li ser esasê Paradîgmaya Demokratîk, Jîngehparêz û Azadiya Jinê de derketiye holê, hêviya jiyana azad di civakê, tevgerên azadiyê û jinên Kurdistan û cîhanê de zindî kir.

Li beramberî vê têkoşîn û berxwedana bê hempa ku dibin pêşengtiya jinê de tê meşandin, hêzên hegemon yên weke dewleta Tirk û Suriye, ji bo sepandina serweriya xwe rêyên şerê dagirgeriyê û siyaseta jenosîda li dijî jin û civakê bikartîne.

Derbarê vê mijarê de Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Til Hemîs ê Hela El-Casim ji rojnameya me re axivî.

‘Divê civak ji zihniyeta paşverû rizgar bibe’

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Til Hemsîn Hela El-Casim tekez kir ku tevî wan gelek zehmetî derbas kirine lê hîn jî kêmanî hene li hember sekinandina li dijî tundiya ku li ser jinê pêk tê û wiha anî ziman: “Heta niha li navçeya Til Hemîs, tundî bi gelek awayan li ser jinan pêk tê, mîna zewicandina bi temenê biçûk, berdêlkirina jinan, berdan, tundiya laşî û devokî. Divê civaka me van diyardeyên xirab derbas bikin û xwe ji zihniyeta paşverû rizgar bikin heta ku em nifşên nû bi azadî wan pêşwazî bikin û li ser nirxên exlaqî wan mezin bikin. Êdî dem ne ew dema berê ye ku jin tenê di malê de bimîne, lê gerek jin mafê xwe nas bike û li gorî wê tev bigere.”

‘Divê piştgiriya jinan bê kirin’

Hela El-Casim wiha gotina xwe berdewam kir: “Em daxwaz ji rêxistin û saziyên jinan dikin ku piştgiriya jinan di hemû warên jiyanê de bikin, da ku jin bi rastî azadiya xwe bidest bixe û tundiya li ser bi dawî bibe. Ancax di riya semîner û panelan de di nîqaşkirina van mijaran de hişmendiya civakê bê guhertin. Me gelek mijarên adet û kevneşopiyên civakê derbas kiriye lê tevî vê jî hin mijar weke xwe mane. Di nava tundiyê de em serkeftinên mezin pêk tînin. Divê em jin bi hev re piştgiriya hev bikin da ku malbatên me jî ji vê fikra paşverû xilas bibin.”

‘Jinên pêşeng tên hedef girtin ji bo tirsandina jinan’

Di heman demê de Nivîsgeha Darayî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Şehba ya Efrînê Henaa Welo destnîşan kir ku ew dixwazin dengê xwe bighînin hemû jinên cîhanê êdî nema li hember tundiyê bê deng bimînin û wiha got: “Li Sûriyê bi taybet Swêda, peravê û Efrînê gelek binpêkirin û kiryarên tund li ser jinan pêk hat û hîn jî berdewamin, li hemberî revandin, tecawîz û gefên namûsê hatin, bi armanca tirsandina jinê û her dem lawaz bimîne. Di koçberiyê de jî tundî li ser jinan zêde dibe û derî li hember zehmetiyên civakî vedike, jin ya herî yekemîn e ku dibe qurbanî lewma ji aliyê malbat, hevjîn û civakê ve rastî tundiya laşî û ruhî tê.”

Hena’a Welo wiha gotina xwe qedand: “ Jinan li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin bidestxistin,  ji ber ku di şoreşê de jinan cihê xwe di hemû warên jiyanê de girt, siyasî, civakî, aborî û leşkerî, lewma dijmin her dem pêşengên jin ên şoreşa Rojava hedef digire mîna Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane hat şehîdxistin, li ser destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, ev yek bi armanca lawazkirin û tirsandina hemû jinan pêk hat, lê belê jinan ev yek jinê neşkand berovajî riya şehîdan şopand û asta têkoşîna xwe bilindtir kir. Divê jin vê tirs bişkîne û li hember tundiya li ser pêk tê di heman demê de ya li ser hemû jinan pêk tê bisekine, piştgiriyê bidin hev da ku bi rastî azadiya xwe  bidest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.