Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dawîbûna tundiya li ser jinê rêya ber bi avakirina civakê ye 

23/11/2025
in JIN
A A
Dawîbûna tundiya li ser jinê rêya ber bi avakirina civakê ye 
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo 

Li cîhanê tundiya li ser jinan di rêjeyeke bilind de pêk tê, ev tundî bandoreke neyînî li tevahî civakê dike. Tevî ku li dijî tundiyê zagon û hevpeymanên navdewletî hene, lê wan rê li pêşiya tundiyê negirtine. Di vê çarçoveyê de li deverên HTŞ’ê û herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, tundî di asteke herî jor de ye.

Li cîhanê her dem bi şêwazên cuda tundî pêk tê. Jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Li dijî tundiyê zagon û hevpeymanên navdewletî hene, lê heta niha jî rêjeyên derkevin diyar dikin ku zagonên heyî pêşî li kêmkirina tundiyê negirtine. Ji ber ku di salên dawî de tundiya li hemberî jinê bi rêbazên cur bi cur yên weke, di temenê zarokatiyê de zewicandin, revandin, bi razaya malbatê kirina bazirganiya jinê, lêdan, kuştin û hwd… pêk tê, zêde bûne. Ev pirsgirêka ku tu sînoran nas nake li cîhanê tevahî her ku diçe kûr dibe û wekê birînekê hebûna xwe didomîne. Tundiya li hemberî jinê binpêkirina mafan e.

Di nava 20 salên bihurî de 840 mîlyon jin rastî tundiyê hatine

Rapora ku li ser denayên berfireh hatine amade kirin, nîşan dide ku tevî hewldanên siyasî û civakî yên di 20 salên bihurî de, pêşveçûn çênebûye. Li gorî raporê li seranserê cîhanê 840 mîlyon jin, di jiyana xwe de rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatine. WHO’yê destnîşan dike ku ev rêje bêyî ku herêm û dahat bê cudakirin, dişibihe hev. Di heman demê de li gorî daneyên berfireh ên ku îsal cara yekem hatine weşandin, 263 mîlyon jin ji 15 saliya xwe ve ji hêla kesên nehevjîn ve rastî tundiya zayendî hatine. Di 12 mehên bihurî de 316 mîlyon jin jî rastî tundiya hevjînê xwe hatine.

Tundiya li dijî jinan tenê ji sedî 0.2 kêm bûye

Li gorî ku WHO radigihîne di nav 20 salan de tundiya li dijî jinan tenê ji sedî 0.2 kêm bûye. Herwiha rapor, diyar dike ku bi taybetî jinên ciwan ên di navbera 15-24 salî de herî zêde di xetereyê de ne. WHO destnîşan dike ku tundî bandorek giran li ser pêvajoya mezinbûna jinên ciwan û avakirina jiyana wan dike.

Tundiya li ser jinekê bandorê li ser civakê hemû dike

Tundî tevgereke êrişkar e ku li hemberî hemû beşên civakê jin, zarok û mêran tê kirin. Ev bûyer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin ku li gorî bîlançoyan ji her 100 jinan, 3 jin rastî tundiyê tên. Bêguman ev rêjeyeke ne normal e ku ewqas jin rû bi rûyê tundiyê werin. Neteweyên Yekbûyî ji bo vê mijarê roja 25’ê Mijdarê weke “Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiyê” ragihand ku her sal di vê demê de balê dikşîne ser bûyerên tundiyê. Tundiya ku pêk tê ne tenê bandorê li ser kesayeta jinan dike, berovajî wê bandorê li ser zarok û hemû malbatê dike. Civak bi ferdan ava dibe, heger ev zarok jî di bin şert û mercên tundiyê de mezin bibin, dê bibe sedem ku civakek hilweşiyayî ava bibe.

Tundî di nava xwe de gelek cureyan digre

Gelek cureyên tundiyê hene ku mirov dikare wan wiha vebêje; Tundiya fîzîkî ku di asta yekem de bedena jinan ziyanê jê dibîne, tê îşkencekirin û lêdanê dixwe. Jin bi dest, ling û amûran, lêdanê dixwin ku di encamê de gelek nexweşî jî xwe didin der. Ev yek jî dibe sedem ku gelek jin dawî li jiyana xwe bînin. Lewra dema ku jin rû bi rûyê vê rêbazê tundiyê werin divê jiyana xwe bi kesê tunekar re berdewam nekin û dozan vekin.

Herwiha tundiya di warê gotin û axaftinan de heye. Gelek mêr hene ku bi gotinan heqaret li jinan dikin, biçûk û bê nirx dihêlin ku ev yek jî xwe dispêre tundiyê. Dema ev herdu cureyên tundiyê tên gel hev, dibin tundiya derûnî. Dema jin lêdanê dixwin, tên îşkencekirin, hem ji aliyê fizîkî ve zirarê dibînin, hem jî ji aliyê derûnî ve tên parçekirin ku di encamê de jin hêz, bawerî, moral û vîna xwe ji dest didin. Li kêlek van jî tundiya aborî heye, dema ku jin ji aliyê aborî ve serbixwe nebin, dibe sedem ku jin neçarî mêran bimînin. Dema jin jî neçar dimînin, mêr ji bo xwe rewa dibînin ku zordarî û tundiyê li hemberî wan bi kar bînin. Di encamê de ji ber ku bingeha civakê jin in, tundî bandorê li ser tevahî civakê dike. Li Sûriyê jî, di dema rêjîma Baas û piştî hilweşandina wê ku bi hatina HTŞ’ê tundiya li ser jinê bi rengekî berbiçav li ser jinê pêk tê û rastî bêdengiyê tê.

Li herêmên dagirkirî Tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye

Di vê çarçoveyê de bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê, di nava salekê de bi sedan sûcên ji kuştin, destdirêjî, îşkence û revandina jinan lê qewimîn e. Tundiya li herêmên dagirkirî ya li hemberî jinan di asteke herî jor de ye. Lê ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tendurist tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn. Lewma li gorî agahiyên ku saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin, ev yek tê piştrastkirin.

Li herêmên dagirkirî 25 jin hatine qetilkirin

Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine, ji Mijdara 2024’an heta 1’ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin, 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin. Li van herêman jin rastî her cureyê tundiyê tên. Taybet li Efrînê hêjmara jinên ku tên revandin her ku diçe zêde dibe. Jinên tên girtin û di girtîgehan de rastî îşkenceyên herî tund tên. Herwiha li Serêkaniyê û Girê Spî jin tên revandin û çarenûsa wan nayê zanîn. Di heman demê de çekdarên li Efrînê bi darê zorê baweriya jinên Êzidî didin guhertin, hîcabê li wan dikin, hem jî zorê lê dikin ku navên xwe biguherin û wan bi zorê bi xwe re dizewicînin. Li herêmên dagirkirî ji ber binpêkirinên ku li dijî jinan tê kirin, bi gelek jinan re nexweşiya derûnî çêbûne û ji ber wê jî xwekuştin zêde dibin.

Cezayê revandina jinan ne diyar in

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji Mijdara 2024’an heta 1’ê Mijdara 2025’an belge kirine, li Efrînê 14 jin hatine qetilkirin, 22 birîndar bûne ji ber tundiyê û 30 jî hatine revandin, hin ji wan jî cezayên revandina wan ne diyar e.

Rêjeya jinên ku bi balafirên dewleta Tirk hatine kuştin

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê jî, ji Çileya 2025’an heta Îlona 2025’an li Cizîrê bi êrişên balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin, li kantona Firatê bi balafira bê mirov 2 jin û bi topbaranê jinek hatine qetilkirin. Minbicê bi balafira bê mirov, êrişeke çekdarî û teqînan 19 jin hatine kuştin. Li Efrînê bi êrişên çekdarî, xwekuştin 7 jin hatine qetilkirin. Herwiha li Cizîrê 4 jin bi topbaranê, li Firatê 3 jin bi bombebarana balafira bê mirov û topbaranê, li Minbicê 36 jin bi rêya balafira bê mirov û teqînan, li Efrînê 3 jin bi êrişên çekdarî birîndar bûne. Êriş, topbaran û bombebarana bi balafiran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ne.

Ji Mijdara 2024’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, li Efrînê 2 jin bi êrişeke çekdarî birîndar bûne, li Minbicê bi topbaranê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jî birîndar bûne, bi êrişeke çekdarî 2 jin hatine kuştin, bi bombebarana balafira bê mirov jinek hatiye qetilkirin û jinek hatiye revandin. Li Kobanê 2 jin bi topbaranê û 2 jinên din bi balafira bê mirov hatine qetilkirin. Li Eyn Îsayê bi bombebarana balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin.

Di heman demê de bîlançoya Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinê li Sûriyê ya sala 2024’an wiha ye:

Kuştin: 12

Xwekuştin:14

Rewşên Berdanê: 12

Pirjinî: 54

Jinên ku ji mal û hevjînên xwe reviyane: 61

Xapandina hevjînî: 2

Şantaja Elktironî: 4

Gefên bikuştinê: 4

Tecawizkirin: 2

Tewanên Namûsê: 1

Pevçûnên hevjînî: 12

Şewitandin: 4

Hîyar: 1

Kerxane: 3

Hewldanên xwekuştinê: 52

Lêdan: 115

Zewaca temenê biçûk: 41

Destdirêjî: 6

Rewşên piskolojîk: 89

Bîlançoya Rêxistina Sara ya sala 2025’an a ji yekê Çileyê heya 1’ê Mijdara 2025’an jî wiha ye:

Kuştin: 22

Hewldanên kuştinê: 7

Gefên bikuştinê: 3

Lêdan: 57

Hewldanên xwekuştinê: 48

Tecawizkirin: 3

Gef: 12

Şantaja elektironîk: 6

Revandin: 49

Tewanên Namûsê: 1

Pirjinî: 7

Rewşên piskolojîk: 10

Bîlançoya Mala Jin a Qamişlo ya 10 mehan jî wiha ye:

Pevçûnên hevjînî: 800, yên ku ji wan hatine çareserkirin (602), ên benda çareseriyê ne (43), ên ku di dadgehên de ne (152) ne.

Pêvçûnên malbatê: 132, yên ku hatine çareserkirin (121), ên benda çareseriyê ne 8 in, ên di dadgehê de ne (3).

Pevçûnên giştî: 137, yên ku hatine çareserkirin (123) ne, ên benda çareseriyê (2), ên di dadgehê de ne (9).

Pirjinî: 51, yên hatine çareserkirin (13), ên benda çareseriyê ne (4), ên di dadgehê de ne (30).

Zewaca temenê biçûk: 34, yên ku hatine çareserkirin (24), ên benda çareseriyê ne (2), ên di dadgehê de ne (8).

Lêdan: 32, yên ku hatine çareserkirin (13), ên di dadgehê de ne (12).

Xapandina hevjînî: 7, yên ku hatine çareserkirin (5) û yên di dadgehê de ne (2).

Revandin: 78, yên ku hatine çareserkirin (65), ên benda çareseriyê ne (1).

Divê çareserî ji nava malbatê bê destpêkirin

Mirov nikare pirsgirêk ango hişmendiya ku temenê wê ewqas sal e di demeke kin de ji kokê ve rake, lê herî kêm divê ku ev yek bê sivikirin û çareseriyên alternatîf pêşkêş bikin. Ji ber vê em dikarin hinek rêbazên çareseriyê bibînin ku divê pêşî çareserî ji nava malbatê dest pê bike. Dema zarok bi rengekî tendirust werin perwerdekirin û mezinkirin, herwiha rêbazên danûstandina rast werin fêrkirin dê zarok jî bi heman hişmendiyê mezin bibin. Pişt re dibistan û materyalên xwendinê rol dilîzin divê zarokên di pêvajoyên dibistanan de perwerdeyê dibînin, bi taybetî materyalên ku hezkirin û naskirina zayenda jin didin naskirin, bi kar bînin. Hem jî ji bo ku pêşî li tundî û newekheviya li hemberî jinê bê girtin, divê hemû tedbîr bên girtin û asta têkoşînê ji vê zetir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.