Viyan Egîd/Qamişlo
Sînemager Dîcla Arjîn diyar kir ku Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn bi rengê jinan hatibû xemlandin, di astekî cîhanî de xebatên jinên sînemager tên meşandin û ev yek bi nirx in û got, “Bi xweşikbûne ruh û fikrê jinan me festîvala fîlman li dar xist, jinan rol û misyona xwe di qada sîmema û hunerê de îsbat kir.”
5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ku bi dirûşmeya “Çîrokên hevpar, sînema azad e” li bajarê Qamişlo di 17-20’ê Mijdarê de hatibû lidar xistin, piştî nîşandana 86 fîlmên Kurdî û navneteweyî ku jê 12 fîlmên jinan bûn, jin di vê festîvalê de karîbû hebûna xwe ya di qada sînema, lîstivaniyê û derhînertiyê de ji tevahî cîhanê re bide îsbatkirin. Her wiha 22 derhînerên jin jî tevlî festîvalê bûn, jin di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn de bi ruhekî kolektîf festîval bi rêve birin. Di vê çarçoveyê de Sînemager Dîcle Arjîn ji Rojnameya me re axivî

‘Bi rêya hunerê em fikir û xweşikbûna jin derdixin holê’
Dîcle Arjîn di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku 5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi ked û mesiyona jin hat li dar xistin û wiha dewam kir: “Di rastiyê de beriya ku em festîvala flîman li dar bixin, me xwest tevlîbûne jin bingeh were girtin di heman demê de ku hijmarekî mezin ji jinan tevlî bibin, ev yek wek armanc bû. Bêguman me dît ku çawa jin bi hazirtî û tevlîbûnekî aktîv tevlî festîvalê bû, jin di hemî aliyan de xwe berpisiyar dît, rastî kedeke pîroz û bê hempa ji aliyê jinan ve ku di warê lestikvaniyê, sînemageriyê, derhênertiyê û wergirandinê de hat dayin. Helbet rol û misyona jin ji bo me pir girîng e, ji ber Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin hat destpêkirin û birêvebirin. Me xwest ku di qada hunerê de jî jin pêşengiyê bike da ku hunera me bi awayekî serkeftî û estetîk derkeve hole. Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn de ne tenê jinên Rojavayê Kurdistanê cihê xwe lê girtin, lê belê jinên Enternasiyonal jî tevlî bûn û karîbûn jinên Rojava ji xwe re bikin nimûne. Di cîhanê de ferasetek li hember estetîkê pir cûdatir heye. Bê guman bandora wê li ser qada hûner û sînemayê jî diyarker e. Estetîka ku li cîhanê di qada sînemayê de tê bilêvkirin û sînemaya ku li vir em dixwazin çêbikin ne bi wî rengî ye. Ne wekî girtina fîzîka jin û xweşikbûna wê, biqasî ku em fikir û xweşikbûna wê ya rastîn digrin dest. Bi feraseta jin sînema çêkirin perspektîfek cûda dide.”
‘Me kar û xebatên xwe bi awayekî kolektîv û serkeftî da meşandin’
Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku 5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi dirûşmeya ‘Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad e’ hat li dar xistin û wiha pê de çû: “Me 5’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi dirûşmeya ‘Çîrokên Hevpar, Sînameya Azad e’ li dar xist, ji ber ku me xwest jin ji her çar parçeyên Kurdistan û derveyî wê tevlî bibin, lê mixabin ji ber sedemên nêrînên siyasî yê ku li ser me hatiye kirin, lewma dewlet sînor kirin asteng ku hevalên me yên li Bakur û Rojhilatê Kurdistan nikarî derbasî Rojava bibin, me ji bo wan hazirtî jî kiribû, lê mixabin sînor ne hiştin ku em kêfxweşiya xwe bi dîtin û tevlîbûna hevalê xwe teman bikin.
Lê me nehişt ku ev yek bandorekî neyînî li ser heyecan û morala me bike. Raste bekî wiha sînor di navbera me de hebin, lê me bi ruhekî festîval bi dawî kir, me nehişt ku dewlet bi vê yekê kêfxweş bibe û bighîje armanca xwe. Piştgiriya jinan ji hevre bes e ne girînge li kur be, ya girîng ruh li cem hev be. Me jî li ser vê bingehê kar û xebatên xwe bi awayekî kolektîv û serkeftî da meşandin.”
‘Jin hewil dane ku bi rêya fîlman hestên xwe yê azad bînin ziman’
Dîcle Arîn da xuyakirin ku hatina jinên derhêner û sînemager li cem hev bandora xwe li ser xebata festîvalê bi demdirêj wê çêbike û wiha pê de çû: “Di Festîvalê de 22 derhênerên jin tevlî bûn, di heman demê de gelek lîstikvan û sînameger jî ji hemû netewan tevlî bûbûn, bêguman 5’emîn Festîvala Fîlman bi rengê jinan hatibû xemilandin. Di astekî cîhanî de xebatên jinên sînemager tên meşandin û bi nirx in. Di rol û misyonên ji bo jinan de tê xêzkirin ku ji hêla derve ev rol jê re tê diyarkirin, derbaskirina wê çêdibe. Me ev di festîvalê de dît dema ku derhênerên fîlmên xwe yê çêkirî di festîvalê de pêşkêş kirin. Keda fîlmçêkerên jin yên di asta Rojhilata Navîn û cîhanê di festîvalê de amade bûn. Jinên ji ziman û netewên cûr be cûr yên li vir hatin li cem hev, xwe ji vir hîs dikir. Her wiha fîlmên ku jin dane çêkirin, hewil dane ku hestên xwe yê azad bînin ziman.
Hatina ewqas derhêner û sînemager li cem hev bandora xwe li ser xebata festîvalê bi demdirêj wê çêbike. Di heman demê de di festîvalê de kargeh û semîner jî ji aliyên jinan ve hatin dayîn, bi taybetî jî li ser rola jin li Rojhilata Navî û di warê sînema de, di heman wextî de li ser bandora estetîka jin semîner hatin dayîn û di hundirê wê semînerê de nîqaş çêbû. Di rastiyê de ev mijar pir girîng bûn û gelek jina jî tevlî vê semênerê bûn. Ya xweş jî ew e ku jin bi xwe rol û dîroka xwe tîne ziman.”
‘Sînor dibin asteng’
Sînemager Dîcla Arîn di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li hemberî kar û xebatên me, sînor dibin asteng. Me dixwest ji her çar parçeyên Kurdistanê û dewletên din, jin tevlî festîvalê bibin û çîrokên xwe ji hev re parve bikin. Lê em bi hêza jin bawerin ku ew ê li hemberî van zext û qedexekirinan de têkoşîn bikin. Di heman demê de her em hêviyên xwe mezintir dikin ku bi hev re azad sînemaya xwe pêş bixînin û karê xwe yê hûnerî bilind û xweşiktir bikin.”






