Lava Eyo
Li tevahî cîhanê, Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember tundiya li ser jinê meş, xwepêşandan û çalakiyên cihêreng hene.
Divê were zanîn ku di ti demên dîrokê de bi qasî serdema niha şîddet û tundiya li hember civakê ewqasî dijwar nebûye. Ji ber her diçe desthilatdarî xwe weke dêweyekî li ser civakê ferz dike. Nahêle ferdên civakê, nefesê bigirin û bistînin.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember tundiya li ser jinê ye. Dema ev roj nêz dibe jin derdikevin qadan bertekên we yên li hember tundiyê nîşan didin. Dîsa li deverên cuda bi semîner, civîn û panelan hewl didin jinên têkildarî tundiyê û têkoşîna li dijî tundiyê serwext bikin.
Helbet wateyeke taybet a 25’ê Mijdarê heye. Ji ber 25’ê Mijdara 1960’î li Komara Domînîkê ya li parzemîna Bakurê Amerîkayê ye sê xwişkên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa ku weke xwişkên Mîrabal jî tên naskirin, ji ber li hember dîktotariya vê dewletê têkoşîn dikirin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Qetilkirina xwişkên Mîrabal li Komara Domînîkê rastî berteke mezin a civakê hat. Ev bertek veguherî serhildaneke mezin û piştî salekê ew dîktatoriya zilmê hilweşiya.
Sala 1981’ê di civîna Jinên Amerîka Latîn de 25’ê Mijdarê ji bo têkoşîna li hember tundiya li ser jinê weke sembol hat qebûlkirin. Jin û parêzvanên mafên mirovan li tevahiya cîhanê ji bo têkoşîna li hember tundiya li ser jinê û mafên jinan ên hatine binpêkirin 25’ê Mijdarê helwesta xwe nîşan didin.
Helbet beriya xwişkên Mîrabal û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan li ber xwe dane hebûn. Li Almanyayê Rosa Luksemburg, li Dêrsimê Zerîfe, Besê, li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim, li Bakurê Kurdistanê Sakîne Cansiz, li Rojavayê Kurdistanê Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê û Hevrîn Xelef û hwd. li gelek deverên cîhanê jinên leheng li hember zilm û zextan, êrîş û hovîtiyan li ber xwe dan û li ber xwe didin.
Bêguman pêwîst e bi vê wesîleyê mêrên civakparêz jî helwesta xwe ya li hemberî pergala zordar deynin holê û daxwaza bidawîkirina tundiya li ser jinan bikin. Pêwîst e zanibin ku bidawîkirina tundiya li ser jinan tê wateya bidawîkirina her cure tundiya li ser civakê.
Bi wesîleya vê rojê hewce ye mêr dîroka qatilên kastîk baş lêkolîn bikin û xwe di heqîqetê de kûr bikin da ku bibin hevalên jinê yên civakî û sosyalîst. Civak 30 hezar sal e di bin zor û tundiyê de dijîn. Civak û nexasim jî jin gihiştine rewşa hew tê debarkirin û pêwîst e ev rewş êdî neyê qebûlkirin.
Îro di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyaneke azad û wekhev yekîtiya jinan hatiye çêkirin û tevgerên jinan xwe rêxistin kirine. Ev serketin îro ji bo tevahiya jinan bûye hêviya jiyaneke azad a li dijî pergalên zordar.
Bêguman ji bo tundî û zilm bi tevahî ji holê rabe, divê civak jî xwe bikin yek, têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê xurt bikin. Li ser esasê 25’ê Mijdarê ji bo jinan banga têkoşînê ye, ez careke din tundiya li ser jinan şermezar û rûreş dikim. Weke jinên Kurd, Ereb, Asûr û hwd. ên dilsozên azadiyê bi awayê xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûrtir bikin, em ê têkoşîna xwişkên Mîrabal, Bêrîtan, Zîlan û Sarayan berdewam dikin.






